Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 100 - Kurmanji Încîl


Zebûr 100
Zebûra spaskirinê.

1 Ey tevahiya dinyayê, bi şahî ji bo Xudan biqîrin!

2 Bi şahî biperizinê, Bi lavijên şahî derkevin pêşberî wî!

3 Bizanibin ku Xudan Xwedê ye. Wî em afirand, em yên wî ne, Em gelê wî, miyên mêrga wî ne.

4 Bi spasî derbas bibin, di derê wî de, Bi pesindan têkevin hewşên wî! Ji wî re spas bikin, pîroz bikin navê wî!

5 Çimkî qenc e Xudan, Heskirina wî her û her e. Dilsoziya wî herdem dajo.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ