Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Yêremya 43 - Kurmanji Încîl


Yêremyayê Pêxember dibin Misrê

1 Yêremya tevahiya gotina Xwedayê wan Xudan ji hemûyan re gotibû ku Xwedayê wan Xudan ew şandibû ku bibêje.

2 Wê gavê Ezaryayê kurê Hoşaya, Yohananê kurê Qarêah û hemû qureyên din ji Yêremya re got: “Tu derewan dikî! Xwedayê me Xudan tu neşandî ba me ku bêjî: ‘Neçin Misrê! Li wir nebin mêvan.’

3 Lê Barûkê kurê Nêriya li dijî me te sor dike. Ew dixwaze me bixe destê Kildaniyan ku me bikujin an sirgûnê Babîlê bikin.”

4 Bi vî awayî Yohananê kurê Qarêah, hemû fermandar û tevahiya gel guh neda dengê Xudan. Ew li welatê Cihûda neman.

5 Lê Yohananê kurê Qarêah û hemû fermandar, saxmayiyên gelê Cihûda yên hatibûn ajotin û ji hemû miletan vegeriyabûn welatê Cihûda ku tê de rûnin, bi xwe re birin.

6 Wan tevahiya jin, mêr, zarok û keçên padîşah birin ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan li ba Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan hiştibûn. Yêremyayê Pêxember û Barûkê kurê Nêriya jî bi wan re bûn.

7 Wan guhdariya dengê Xudan nekir. Ew çûn welatê Misrê û hatin Tahpanhêsê.

8 Gotina Xudan li Tahpanhêsê ji Yêremya re hat û got:

9 “Hinek kevirên mezin bixe destê xwe û li ber şêmîka deriyê qesra Firewn a li Tahpanhêsê, di nav xerca kelpîçan de veşêre. Vê yekê li ber çavê gelê Cihûda bike

10 û ji wan re bêje: ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Va ye, ezê Nebûxadnessarê xulamê xwe Padîşahê Babîlê bişînim û bînim vir. Ezê li ser van kevirên ku min veşartine, textê wî deynim. Wê konê padîşahiya xwe li ser wan vede.

11 Wê were û êrîşî welatê Misrê bike. “‘Kesê ji bo mirinê ye, bila here mirinê. Kesê ji bo êsîriyê ye, bila bibe êsîr. Kesê ji bo şûr e, bila here ber şûr.

12 Wê êgir berde malên îlahên Misrê. Wê wan bişewitîne û sirgûn bike. Çawa ku şivanek kulavê xwe li xwe dipêçe, wê welatê Misrê jî wisa bipêçe. Piştre wê ji wir bi xêr û silamet derkeve.

13 Wê kevirbelan bişikêne ku li Mala Rojê ya li Misrê ne. Wê perestgehên îlahên Misrê jî bişewitîne.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ