نامَ بُ تیتوس 2 - Kurmanji ÎncîlHînkirina Saxlem 1 Lê heçî tu yî, çi li hîndariya saxlem tê, tu wê bêje. 2 Ji zilamên pîr re bêje bila di hedê xwe de bin, giran û sergiran bin û di bawerî, hezkirin û bîhnfirehiyê de saxlem bin. 3 Bi vî awayî, ji jinên pîr re jî bêje ku bila ew di kirinên xwe de hurmetkar bin. Bila ne buxtanê bikin û ne jî bibin bindestê şerabê, bila ya qenc hîn bikin. 4 Bi vî awayî bila jinên ciwan terbiye bikin, ku ji mêrê xwe û zarokên xwe hez bikin, 5 sergiran bin, dilpak bin, mala xwe baş îdare bikin, qenc bin û bi ya mêrê xwe bikin, da ku çêrî peyva Xwedê neyê kirin. 6 Bi vî awayî, şîretan li xortan jî bike ku sergiran bin. 7 Di her tiştî de ji bo kirinên qenc bibe mînak. Di hînkirina xwe de durust û giran be, 8 bila tu kes nekare rexne li peyva te bigire, wisa ku yên li hember me ne, şermî bibin û tiştekî xerab ê ku li ser me bêjin tunebe. 9 Ji xulaman re bêje ku bi ya axayên xwe bikin û di her tiştî de li wan xweş bên û bersîva wan nedin. 10 Nedizin, dilsoziyeke tam û baş nîşan bidin, da ku di her tiştî de hînkirina Xilaskarê me Xwedê bê xemilandin. 11 Çimkî kerema Xwedê ya ku ji hemû mirovan re xilasiyê tîne, xuya bû 12 û me perwerde dike ku em nepakiyê û xwestekên dinyayê red bikin û rast, sergiran û bi tirsa Xwedê li vê dinyayê bijîn 13 û li benda hêviya pîroz û xuyabûna rûmeta Xwedayê mezin û Xilaskarê xwe Îsa Mesîh bimînin. 14 Wî xwe ji bo me feda kir, da ku me ji her neheqiyê rizgar bike û ji xwe re paqij bike û bike gelê ku ji bo kirinên qenc bi xîret e. 15 Bi hemû desthilatiyê van tiştan hîn bike, wan bişidîne û bala wan bikişîne ser sûcê wan. Bila tu kes te kêm nebîne. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey