Tîmotʼêyo I 2 - Kurmanji ÎncîlLi ser Dua û Civînê 1 Îcar berî her tiştî ez ji we dixwazim ku ji bo hemû mirovan lava, dua, mehder û spasî bê kirin, 2 wisa jî ji bo padîşahan û ji bo hemû serweran bikin, da ku em bi hemû tirsa Xwedê û bi rêz û edeb jiyaneke bêhengame û bê teq û req bijîn. 3 Li ber Xilaskarê me Xwedê ev qenc e û bi dilê wî ye; 4 ew dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê. 5 Çimkî tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û mirovan de jî bi tenê navberkarek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e, 6 yê ku xwe ji bo hemûyan kir berdêl. Şahidiya ku di wextê xwe de hatiye dayîn ev e. 7 Û ez ji bo vê yekê peyvbêj û Şandî hatim kifşkirin – ez rast dibêjim, ez derewan nakim – ku ez ji miletan re bûme mamosteyê bawerî û rastiyê. 8 Loma ez dixwazim ku zilam li her derê destên xwe yên ji guneh bêrî hildin, bê hêrs û bê gotûbêj dua bikin. 9 Bi vî awayî jî bila jin bi wergirtina xwerû, bi şerm û bi edeb xwe bixemilînin, ne bi honandina porê xwe, bi zêr, an duran, an jî bi cilên biha, 10 lê bi kirinên qenc, wek li wan jinan tê, yên ku eşkere dikin ku ew di riya Xwedê de diçin. 11 Bila jin bêdeng û tam bi guhdanê hîn bibe. 12 Ez destûrê nadim jinê ku hîn bike, an jî serweriyê li mêran bike, lê bila bêdeng be. 13 Çimkî pêşî Adem hat afirandin û paşê Hawa. 14 Adem nehat xapandin, lê jin hat xapandin û sûc kir. 15 Lê eger bi edebê di bawerî, hezkirin û pîroziyê de bimîne, bi anîna zarokan wê xilas bibe. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey