Samûêl II, 19 - Kurmanji ÎncîlYoav erzê Dawidê Padîşah dibe 1 Yoav bihîst ku Dawidê Padîşah ji bo Avşalom digirî û şînê dike. 2 Wê rojê serketina artêşê bû wekî şînê. Çimkî gel bihîst ku padîşah şîna kurê xwe dike. 3 Ji ber vê yekê, wê rojê leşker çawa ku ji şer reviyane, bi şermokî ketin nav bajêr. 4 Padîşah serê xwe xist nav herdu destên xwe û bi dengekî bilind kir qîrîn û gazî: “Lawo Avşalom! Avşalom, lawo, ax kuro lawo!” 5 Yoav çû ba padîşah û jê re got: “Te îro hemû zilamên xwe dane şermê ku canê te û canên kur, keç, jin û cariyeyên te rizgar kirine. 6 Tu ji kesên ji te nefret dikin, hez dikî û ji hezkiriyên xwe jî nefret dikî. Îro te nîşan da ku zilam, leşker û fermandarên te, li ber çavên te bêqîmet in. Erê, min îro fêm kir ku Avşalom sax bima û em tev bimirana, wê ji bo te baştir bûya! 7 “De rabe, here bide ber dilê zilamên xwe. Ez bi navê Xudan sond dixwim, heke tu neçî, îşev kesek jî li dora te namîne. Ev jî, ji ciwaniya te heta niha, tiştê ku hatiye serê te, wê tiştê herî xerab be.” 8 Li ser vê yekê padîşah çû li ber dergehê bajêr rûnişt. Ji hemû leşkeran re xeber şand û got: “Va ye padîşah li ber dergehê bajêr rûdine!” Rabûn hatin ba wî. Di vê navberê de leşkerên gelê Îsraêl reviyabûn konên xwe. Dawidê Padîşah vedigere Orşelîmê 9 Hemû kesên eşîrên Îsraêl tev bi hev re nîqaş dikir û digot: “Padîşah em ji destê dijminên me xilas kir. Yê ku em ji destê Filîstiyan xilas kir jî ew e. Niha jî, ji ber Avşalom dev ji welêt berda û reviya. 10 Avşalomê ku ji bo bibe padîşah me ew rûn kiribû, di şer de mir. Lê hûn çima bi derengî dixin û padîşah nayînin?” 11 Dawidê Padîşah ji Sadoqê Kahin û ji Aviyatarê Kahin re xeber şand û got: “Ji rîspiyên Cihûdayê re bêjin: ‘Li gorî gotinên ku heta qesra padîşah, li seranserê welatê Îsraêl tên gotin, ji bo çi hûn li paş dimînin? 12 Hûn birayên min in, xwîn û goştê min! Ji bo ku padîşah vegerînin, hûn çima dereng dimînin?’ 13 “Ji Emasa re jî bêjin: ‘Tu xwîn û goştê min î! Heke niha ez te li cihê Yoav nekim fermandar, bila Xwedê min wekî wî, jê jî xerabtir bike!’” 14 Bi vî awayî Dawid hemû Cihûdayiyan, bi xwe ve girê da. Cihûdayiyan ji padîşah re got: “Bi hemû zilamên xwe re vegerin!” 15 Padîşah rabû çû. Di rê de hat ber Çemê Şerîayê. Cihûdayiyan ji bo ku padîşah pêşwazî bikin û ji Çemê Şerîayê derbas bikin, hatin Gîlgalê. 16 Şîmiyê kurê Gêrayê Binyamînî yê ji Bahûrîmê ji bo Dawidê Padîşah pêşwazî bike, bi Cihûdayiyan re lezand û hat. 17 Li ba wî ji eşîra Binyamîn hezar kes hebûn. Sîvayê xulamê Mala Şawûl jî, bi panzdeh kurê xwe û bîst xulamên xwe ve, hat ba padîşahê li keviya Çemê Şerîayê. 18 Ji bo ku malbata padîşah ji avê derbas bikin û daxwaza wî bi cih bînin, di bihora çem re derbasî aliyê din bûn. Gava padîşah dixwest Çemê Şerîayê derbas bike, Şîmiyê kurê Gêra xwe li ber wî avêt erdê. 19 Ji padîşah re got: “Ezbenî, min sûcdar neke! Ya xweyê min padîşah, sûcê ku roja tu ji Orşelîmê derketî min kir, neyîne bîra xwe û nexe dilê xwe. 20 Ji ber ku xulamê te dizane ku guneh kiriye. Ji bo xweyê xwe padîşah pêşwazî bikim, ji tevahiya Mala Ûsiv, yê pêşiyê hatiye ez im.” 21 Avîşayê kurê Serûyayê got: “Niha divê Şîmî bê kuştin, ji ber ku wî naletê li kifşkiriyê Xudan anî.” 22 Dawid got: “Ya kurên Serûya! Ev ne karê we ye! Îro çima hûn neyartiya min dikin?! Ma ez nizanim ku ez padîşahê gelê Îsraêl im?! Wê îro li welatê Îsraêl mirovek jî neyê kuştin.” 23 Padîşah ji Şîmî re sond xwar û got: “Tê nemirî.” 24 Neviyê Şawûl Mefîboşet jî çû ku pêşwaziya padîşah bike. Ji roja ku padîşah çû û heta bi xêr û silamet vegeriya, lingê xwe, cilên xwe neşûştibû, rihê xwe nequsandibû. 25 Dema ji bo padîşah pêşwazî bike ji Orşelîmê hatibû, padîşah wiha pirsî: “Mefîboşet, tu çima bi min re nehatî?” 26 Mefîboşet got: “Ya xweyê min padîşah! Xulamê te, ji ber ku kulek bû min ji Sîvayê xulamê xwe re got: ‘Kerê palan bike ku ez lê siwar bibim û bi padîşah re herim’ lê wî ez xapandim. 27 Herwiha li ber xweyê min padîşah, çavreşî avêt xulamê te. Lê tu ya xweyê min padîşah, tu mîna milyaketekî Xwedê yî. Ya ku di çavên te de rast e bike. 28 Ji ber ku hemû kesên malbata kalê min mirinê heq kirine, te li ser sifreya xwe cihekî taybet da xulamê xwe. Ji vê bêtir ma heqê min ku tiştekî ji te daxwaz bikim heye padîşahê min?” 29 Padîşah got: “Ne lazim e derbarê karê xwe de tu zêdetir biaxivî. Min biryara xwe da ku tu û Sîva erdê xwe li hev parve bikin.” 30 Mefîboşet got: “Madem xweyê min padîşah, bi xêr û silamet vegeriya qesra xwe, bila tevahiya erd ji Sîva re be.” 31 Barzîllayê Gîladî jî, di derbasbûna Çemê Şerîayê de li ba padîşah bû û ji bo oxirkirina wî ji Rogelîmê hatibû. 32 Barzîllay kalekî pîrê heştê salî bû. Gava padîşah li Mahanayîmê bû, Barzîllay debara wî kiribû. Çimkî hebûna Barzîllay pir bû. 33 Padîşah ji Barzîllay re got: “Were bi min re derbasî aliyê din bibe, ezê li Orşelîmê te xweyî bikim.” 34 Lê Barzîllay wiha got: “Çiqas temenê min maye ku ez bi te re bêm Orşelîmê? 35 Ez heştê salî me. Ezê çawa bikaribim qencî û xerabiyê ji hev derxim? Çawa tehma xwarin û vexwarînê bikim? Ezê çawa dengê stranbêjên jin û mêran ji hev derxim? Ez çima ji xweyê xwe padîşah re, bibim bar û piştî? 36 Wê xulamê te bi te re Çemê Şerîayê derbas bike. Ji bo çi padîşah min wiha xelat dike? 37 Destûr bide ku ez vegerim, li bajarê xwe, li ber kêleka gora dê û bavê xwe bimirim. Lê xulamê te Kîmham li vir e. Bila ew bi te re derbasî aliyê din bibe, çi li ber çavên te baş e, tê jê re bikî.” 38 Padîşah got: “Kîmham wê bi min re derbas bibe û tiştê ku te ji bo wî baş dîtiye, ezê jê re bikim. Tu ji min çi bixwazî ezê bînime cih.” 39 Piştî vê yekê, padîşah û tevahiya gel Çemê Şerîayê derbas kirin. Padîşah Barzîllay ramûsa û ew pîroz kir. Piştre Barzîllay vegeriya mala xwe. 40 Padîşah derbasî Gîlgalê bû. Kîmham jî pê re çû. Hemû Cihûdayî û nîvê Îsraêliyan pê re hevalbendî kirin. 41 Piştre tevahiya gelê Îsraêl çû ba padîşah û got: “Ji bo çi Cihûdayiyên birayên me tu ji me vedizî? Ji bo çi, tevî te, malbata te û hemû zilamên te, ji Çemê Şerîayê derbasî aliyê din kirin?” 42 Li ser vê yekê, Cihûdayiyan ji gelê Îsraêl re got: “Ji ber ku padîşah yekî ji me ye, hûn çima ji vê yekê hêrs dibin? Ma me ji hebûna padîşah tiştek xwariye? Me ji xwe re tiştek hildaye?” 43 Îsraêliyan wiha gotin: “Em li ba padîşah deh eşîr in. Heqê me ji we bêtir li ser Dawid heye. Baş e çima hûn me biçûk dibînin? Yên ku cara pêşî behsa anîna padîşahê me kiriye, ma ne em bûn?” Lê belê gotina Cihûdayiyan bi ser ya Îsraêliyan ket. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey