Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Samûêl II, 14 - Kurmanji Încîl


Avşalom vedigere Orşelîmê

1 Kurê Serûyayê Yoav têgihîşt ku Dawidê Padîşah bêriya Avşalom kiriye.

2 Yekî şand ba jineke zana ku li Teqoayê dijî. Wî jinikê bi xwe re anî. Yoav ji jinikê re got: “Ji kerema xwe reş girê bide. Cilên xwe yê şînê li xwe bike. Rûn li xwe nede û çawa ku bi rojan e tu şîna miriyan dikî tevbigere.

3 Here ba padîşah û gotinên min jê re bêje.” Piştre Yoav jinikê şîret kir ku çi bêje.

4 Jinika Teqoayî çû ba padîşah. Li pêş wî deverû çû erdê û got: “Ya padîşah, alîkariya min bike!”

5 Padîşah pirsî: “Te xêr e?” Jinikê got: “Ez jinebiyeke belengaz im. Mêrê min mir.

6 Ez xulama te, min du kur hebûn. Herduyan jî li derve bi hev re şer kir. Kesekî ku li wir wan ji hev veqetîne tunebû. Yekî li yê din xist û kuşt.

7 Tevahiya binemal niha li dijî min, xulama te derdikeve û dibêje: ‘Yê ku birayê xwe kuştiye teslîmî me bike. Ji dêla ku birayê xwe kuştiye em jî wî bikujin. Bi vî awayî emê mîrasxurekî jî, ji holê rakin.’ Wê di dawiyê de ziriyeta min jî biqelînin, li rûyê erdê kesekî ku navê mêrê min bidomîne namîne.”

8 Padîşah got: “Tu bi xêr here mala xwe, ezê pirsa te çareser bikim.”

9 Jina Teqoayî got: “Padîşahê min ezbenî, bila sûcdarê vê pirsgirêkê ez û malbata bavê min bin. Bila padîşah û textê wî bêsûc bin.”

10 Padîşah got: “Kesê ji te re tiştekî bêje, wî bîne ba min. Careke din nikare te aciz bike.”

11 Jinikê wiha got: “Ji bo xatirê Xwedayê xwe Xudan lava dikim ku padîşah tolhildanê zêdetir neke. Nexwe wê kurê min bikujin.” Padîşah got: “Bi navê Xudanê Jîndar, tu kes nikare zirarê bide mûyêkî kurê te.”

12 Jinikê got: “Destûr bide ez ji xweyê xwe padîşah re gotineke din jî bêjim.” Padîşah got: “Bêje.”

13 Jinikê got: “Ji bo çi te li dijî gelê Xwedê fenekî wiha kir? Her ku padîşah wiha diaxive, wekî xwe sûcdar dibîne. Ji ber kesê ku şande sirgûnê bi paş ve neanî.

14 Helbet emê hemû bimirin. Em wekî avê ne ku tê rijandin û careke din berhev nabe. Lê Xwedê canekî nastîne, lê ji bo ku ji te dûr nemînin, fikrên çareseriya sirgûniyan li ba te hene.

15 “Ji bo ku gel ez tirsandime, min xwest ez van ji xweyê xwe padîşah re bêjim: ‘Min xwest ez bi padîşah re bipeyivim, dibe ku daxwaza xulama xwe pêk bîne’ ez bi vî rengî fikirîm,

16 ‘Hêviya min ji padîşah ew e ku min û kurê min ji destê wî kesî rizgar bike ku dixwaze me bikuje û ji welatê Xwedê veqetîne.’

17 Min xwest ku gotina xweyê min padîşah min rihet bike. Çimkî wekî milyaketê Xwedê, xweyê min padîşah qencî û xerabiyê ji hev derxe. Xwedayê te Xudan bi te re be!”

18 Padîşah got: “Ezê ji te pirsekê bikim, rastiyê ji min veneşêre.” Jinikê got: “Fermo xweyê min padîşah.”

19 Padîşah pirsî: “Kesê ku ev fen bi te da kirin Yoav e gelo?” Jinikê got: “Bi serê te kim ya xweyê min padîşah, ez tu caran ji pirsên te narevim. Erê yê ku li min emir kir û tevahiya van bi min koleya te da gotin, xulamê te Yoav e.

20 Yoav, ji bo ku çareseriyek ji van tiştan re bîne wisa kir. Xweyê min wekî milyaketekî Xwedê zana ye. Her tiştê ku li welêt çêdibe dizane.”

21 Li ser vê yekê padîşah ji Yoav re got: “Ezê daxwaza te bînim cih! Here Avşalomê ciwan vegerîne.”

22 Yoav deverû xwe avêt erdê, wî ew pîroz kir û got: “Ya xweyê min padîşah, îro ez dizanim ku dilê te bi min xweş e, ji ber ku te daxwaza xulamê xwe bi cih anî.”

23 Yoav bi lez çû Geşûrê, Avşalom anî Orşelîmê.

24 Lê padîşah got: “Avşalom bila here mala xwe, neyê ba min.” Wê gavê Avşalom çû mala xwe, wî padîşah nedît.


Dawidê Padîşah Avşalom efû dike

25 Li seranserê welatê Îsraêl kesekî bi qasî Avşalom ku ji bo bedewiya wî pesnê wî dihat dayîn tunebû, ji serî heta binî lihevhatî û bêqisûr bû.

26 Avşalom salê carekê tenê porê xwe diqusand ku dirêj bibe. Gava dikişand, li gorî pîvana padîşahiyê giraniya porê wî du sed şekel bû.

27 Sê kurên Avşalom û bi navê Tamar keçeke wî ya gelekî bedew hebû.

28 Avşalom du salan li Orşelîmê ma, lê wî padîşah nedît.

29 Piştre ji bo ku Yoav bişîne ba padîşah jê re xeber şand. Lê Yoav nexwest here. Avşalom cara diduyan xeber şand, Yoav dîsa nexwest here.

30 Avşalom ji xulamên xwe re got: “Binêrin, zeviya Yoav ya ceh bi zeviya min ve ye. Herin, agir berdin zeviya wî.” Li ser vê yekê çûn agir berdan zeviya wî.

31 Yoav rabû çû mala Avşalom, pirsî û got: “Xulamên te çima agir berdan zeviya min?”

32 Avşalom got: “Min ji te re xeber şand ku tu bêyî te bişînim ba padîşah. Minê ji te daxwaz bikira ku tu jê re wiha bêjî: ‘Ez çima ji Geşûrê hatim? Ez li wir bimama wê çêtir bûya. Êdî ez dixwazim padîşah bibînim. Heke sûcekî min hebe bila min bikuje.’”

33 Li ser vê yekê Yoav çû û gotinên Avşalom ji padîşah re got. Padîşah gazî Avşalom kir. Avşalom li pêş wî deverû çû erdê. Padîşah jî ew ramûsa.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ