Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Samûêl I, 28 - Kurmanji Încîl

1 Wê gavê Filîstiyan yekîneyên xwe yên leşkerî kom kirin ku li dijî gelê Îsraêl şer bikin. Axîş ji Dawid re got: “Divê tu bizanibî ku tê bi zilamên xwe re, li ba min şer bikî.”

2 Dawid got: “Wê gavê tê jî bibînî ku xulamê te dikare çi bike.” Axîş got: “Baş e. Heta ku ez bijîm, ezê te ji bo xwe bikim peywirdarê parastinê.”


Şawûlê Padîşah jineke cinbaz dixwaze

3 Samûêl miribû, tevahiya gelê Îsraêl ji bo wî ketibû şînê. Wî li bajarê wî Ramayê binax kiribûn. Şawûl jî cinbaz û kesên bi ruhan dişêwirîn ji welêt qewitandibû.

4 Filîstî kom bûn û çûne Şûnêmê û li wir artêşgehek danîn. Şawûl jî tevahiya gelê Îsraêl kom kir û li Çiyayê Gilboayê artêşgeh danî.

5 Şawûl dema ku artêşa Filîstî dît, gelekî tirsiya.

6 Her çiqas bi Xudan şêwirî be jî, Xudan ne bi xewnan, ne bi Ûrîm, ne jî bi riya pêxemberan bersiva Şawûl da.

7 Li ser vê yekê Şawûl wiha emir da peywirdarên xwe: “Ji min re jineke cinbaz bibînin ku ez bi saya wê şîretê bixwazim.” Peywirdaran got: “Li Eyn-Dorê jineke cinbaz heye.”

8 Şawûl cil û bergên cuda li xwe kirin û xwe guhert. Bi şev bi du kesan re çû û hat ba jina cinbaz. Ji jinikê re got: “Lava dikim ji bo min şêwra xwe bi ruhan bike û kesê ku ezê navê wî bidim, gazî wî bike.”

9 Lê jinikê jê re got: “Tu dizanî Şawûl çi kir? Kesên şêwra xwe bi cin û ruhan dikin ji welêt dûr xist. Tu dixwazî min jî bidî kuştin?”

10 Şawûl sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar ji vê tu xerabî nagihêje te.”

11 Li ser vê yekê jinikê pirsî: “Ji bo te gazî kê bikim?” Şawûl got: “Ji bo min gazî Samûêl bike.”

12 Gava wê Samûêl dît, jinik bi dengekî bilind qîriya û got: “Tu Şawûl î! Te çima ez xapandim?”

13 Padîşah jê re got: “Netirse! Tu çi dibînî?” Jinikê got: “Ez îlahekî dibînim ku ji bin erdê derdikeve.”

14 Şawûl pirsî: “Dişibe çi?” Jinikê got: “Pîremêrekî ku xiftan li xwe kiriye, ber bi jor ve hildikişe.” Wê gavê Şawûl fêm kir ku ew Samûêl e. Deverû çû erdê.

15 Samûêl ji Şawûl re got: “Te çima gazî min kir û ez aciz kirim?” Şawûl wiha got: “Ez di nava tengasiyeke mezin de me. Filîstî li dijî min şer dikin, Xwedê jî pişta xwe da min. Êdî ji bo min ne bi riya pêxemberan, ne jî bi riya xewnan bersiv nade. Ji bo şêwrê min gazî te kir gelo ez çi bikim?”

16 Samûêl got: “Madem Xudan pişta xwe daye te û êdî ne bi te re ye, tu çima bi min dişêwirî?

17 Xudan bi riya min gotina xwe bi cih anî, padîşahiya te ji te stand û da Dawidê cîranê te.

18 Çimkî te guh neda dengê Xudan, te hêrsa wî ya dijwar nîşanî Emalêqiyan neda. Loma Xudan ev yek anî serê te.

19 Xudan wê te û gelê Îsraêl bide destê Filîstiyan. Sibê tu û kurên xwe, hûnê tevli min bibin. Wê Xudan artêşa gelê Îsraêl jî bide destê Filîstiyan.”

20 Şawûl jinişkave li erdê dirêj bû. Ji gotinên Samûêl pir tirsiya. Ji taqetê ketibû. Çimkî tevahiya şev û rojê nan nexwaribû.

21 Jinik nêzîkî Şawûl bû, dît ku ew di nav ecêbmayîneke mezin de ye. Jê re got: “Binêre koleya te li gotina te guhdarî kir. Min jiyana xwe avête xeterê û tiştê ku te ji min xwest min kir.

22 Lava dikim niha guhdariya vê koleyê bike. Bihêle ez hinekî xwarin deynim ber te. Ji bo ku tu bidî rê, divê tu xwarinê bixwî.”

23 Lê Şawûl got: “Ez naxwazim bixwim.” Lê bi zora xizmetkarên xwe û jinikê, bi ya wan kir, ji erdê rabû û li ser nivînan rûnişt.

24 Li mala jinikê golikekî qelew hebû. Jinikê ew bi lez serjê kir. Hevîr kir û nanê şikeva çêkir.

25 Danî ber Şawûl û peywirdarên wî. Wan jî xwarin. Paşê wê şevê rabûn û çûn.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ