Samûêl I, 25 - Kurmanji ÎncîlMirina Samûêlê Pêxember 1 Di vê navberê de Samûêl mir. Tevahiya Îsraêliyan kom bûn û şîna wî kirin. Wan ew li mala wî ya Ramayê veşart. Dawid rabû çû Beriya Maonê. Dawid, Naval û Avîgayil 2 Li Maonê zilamekî gelek dewlemend hebû. Karê wî li Karmelê bû. Sê hezar mih û hezar bizinên wî hebûn. Wê demê li Karmelê pezê xwe hevring dikin. 3 Navê mêrik Naval, navê jina wî jî Avîgayil bû. Jinik serwext û bedew bû. Lê mêrê wê ku ji ziriyeta Kalêv dihat, yekî serhişk û cirnexweş bû. 4 Dema Dawid li beriyê bû bihîst ku Naval pezê xwe hevring dike. 5 Deh xulam şandin ba wî û wiha emir kir: “Li Karmelê herin ba Naval. Silavê min lê bikin û jê re bêjin: 6 ‘Her hebî, malî ava! Silamet li malê te be. 7 Min bihîst ku vê gavê dema qusandina mihan e. Gava şivanê te bi me re bûn, me ew neêşandin. Gava li Karmelê bûn, tu tiştên wan winda nebûn. 8 Ji xulamên xwe bipirse, wê ji te re bêjin. Ji wan re keremdar be. Çimkî ew di rojeke şahiyê de hatine ba te. Tişta ji destê te bê, bide xulamên xwe û kurê xwe Dawid.’” 9 Gava zilamên Dawid hatin, wan bi navê Dawid hemû ev gotin gihandin Naval û li wir sekinîn. 10 Lê Naval bersiveke wiha da xulamên Dawid: “Dawid kî ye? Kî ye ev kurê Yêşa? Van rojan gelek xulam xweyên xwe dihêlin û direvin. 11 Ez nanê xwe, ava xwe, goştê ku min ji bo pezbirên xwe serjê kiriye, çima bidim van kesan ku nizanim ji ku hatine?” 12 Zilamên Dawid, ji riya ku hatine vegeriyan û hemû gotinên Naval ji Dawid re gotin. 13 Dawid ferman da zilamên xwe û got: “Bila herkes şûrê xwe girê bide!” Dawid jî zilamên wî jî şûrên xwe girê dan. Nêzîkî çar sed kes bi Dawid re çûn, du sed kes jî li ba hûr-mûrên wan man. 14 Di vê navberê de xulamekî Naval, ji Avîgayila jina wî re got: “Dawid ji bo li hal û rewşa xweyê me Naval bipirse, ji beriyê jê re qasid şandin. Lê Naval erzê wan şikand. 15 Tevahiya van zilaman ji me re pir baş bûn. Wan em neêşandin. Li derve dema ku em bi wan re bûn tu tiştekî me winda nebû. 16 Wextê ku me mihên xwe diçêrandin û em li ba wan bûn, wan bi şev û roj em parastin. 17 Niha tê çi bikî baş bifikire. Ji ber ku amadekarî dikin ku xerabiyan li xweyê me û tevahiya malbata wî bikin. Xweyê me jî ewqas cirnexweş e ku kesek nikare jê re tiştekî bêje.” 18 Li ser vê yekê, Avîgayil yekser du sed nan, du meşk şerab, goştê pênc mihên amadekirî, pênc sea genimê qelandî, sed weşî mêwîj û du sed kadikên bastîqê hejîran hildan û li keran bar kirin. 19 Piştre jî, ji xulamên xwe re got: “Hûn beriya min herin, ez li pey we têm.” Ji mêrê xwe Naval re tu tişt negot. 20 Avîgayil li kerê siwar bûbû, ji riya din a çiyê dadiket, Dawid û zilamên wî jî ber pê ve dimeşiyan. Avîgayil rastî wan hat. 21 Dawid gotibû: “Bi rastî, min malê wî mirovî li çolê bêsedem parast. Tu tiştê wî kêm nebû, lê wî ji dêla qenciyê, ji min re xerabî kir. 22 Heke heta serê sibê min ji hemû zilamên wî yekî jî sax hişt, bila Xwedê eynî tiştî bi min bike. Heta jê xerabtir bîne serê min!” 23 Avîgayil dema ku Dawid dît, yekser ji kerê peya bû, xwe avêt ber lingê Dawid. 24 Piştî ku xwe li ber wî tewand wiha got: “Ezxulam, sûcdar ez im, bi tenê ez sûcdar im. Destûrê bide ku xulama te ji te re bibêje. Li gotinên wê guhdarî bike. 25 Lava dikim ezbenî, guh nede Naval, ew mirovekî cirnexweş e. Ji ber ku cira wî jî wekî navê wî ye. Navê wî tê wateya bêaqil. Ew ehmeq e. Ezxulam, min qasidên xweyê xwe Dawid nedîtin. 26 “Ezxulam, Xudan nehişt ku tu xwîn birijînî û bikevî pey tol û heyfan. Bi navê Xudanê Jîndar û bi serê te hêvî dikim ku dijminên te û kesên dixwazin xerabiyê li te bikin, bila bibin wekî Naval. 27 Ezxulam, ev diyariyên ku min ji te, xweyê xwe re aniye, bila bidine zilamên te. 28 Ezbenî, tu xulama xwe bibexişîne. Wê Xudan binemala xweyê min bidomîne. Ji ber ku xweyê min, şerê Xudan pêş de dibe. Heta tu hebî, bila xerabî ji te dûr be. 29 Heke kesek ji bo kuştinê bikeve pey te, wê Xwedayê te Xudan te di kîsekê de veşêre û jiyana te biparêze. Wê dijminên te bavêje, çawa ku bi berkaniyê kevir tê avêtin. 30 Dema Xudan hemû sozên qenc ji bo xweyê min pêk bîne û te li ser gelê Îsraêl bike serwer, 31 tê poşman û xemgîn nebî. Çimkî tu neketî pey tolhildan û xwînrijandinê. Çaxê Xudan tu serfiraz kirî, vê xulama xwe bîne bîra xwe.” 32 Dawid lê vegerand û got: “Xwedayê Îsraêl Xudan pîroz be ji ber ku îro tu derxistî pêşberî min! 33 Pîroz be ev serwextiya te! Îro te nehişt ku ez bi destê xwe tolhildanê xwînê birijînim. 34 Ez bi navê Xudanê Jîndar ê Xwedayê Îsraêl ku wî ez parastim sond dixwim, heke te nelezanda û pêşwaziya min nekira, heta berê sibê ji zilamên Naval kitek jî sax nedima.” 35 Dawid hemû diyariyên Avîgayilê qebûl kir û jê re got: “Bi xêr û silamet here malê. Min guhdariya te kir û qedrê te girt.” 36 Avîgayil çû ba Naval. Naval li malê sifre û şahiyeke padîşahan danîbû. Gelek vexwaribû û serxweş bû. Loma jî heta berê sibê Avîgayilê tu tiştî jê re negot. 37 Dotira rojê gava Naval hat ser hişê xwe, jina wî yek bi yek her tiştî jê re got. Wî çaxî dilê Naval sekinî û bû mîna kevirekî. 38 Deh roj paşê Xudan li Naval xist û ew mir. 39 Gava Dawid bihîst ku Naval miriye, wî got: “Xudan pîroz be! Wî dadgeriya min kir û min li dijî Navalê ez bêrûmet kirim, parast. Xudan xerabiya Naval anî serê wî.” Piştre Dawid qasid şandin ba Avîgayilê û daxwaza zewacê lê kir. 40 Qasidên Dawid çûn Karmelê ba Avîgayilê. Wan got: “Dawid em şandine ku te jê re bixwazin.” 41 Avîgayil deverû çû erdê û got: “Ezxulam, niha amade me ku bibim xizmetkar û lingên qasidên xweyê xwe bişom.” 42 Bi lez rabû ser xwe û li kerê siwar bû. Pênc xizmetkarên xwe jî hilda û da pey qasidan. Paşê bû jina Dawid. 43 Dawid Ahînoema Yîzreyêlî jî, ji xwe re xwest û herdu bûne jinên wî. 44 Şawûl jî Mîkala keça xwe ya jina Dawid da Paltiyê kurê Layîşê Gallîmî. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey