Samûêl I, 19 - Kurmanji ÎncîlŞawûlê Padîşah dixwaze Dawid bikuje 1 Şawûl ji Yonatanê kurê xwe û ji hemû xulamên xwe re got: “Dawid bikujin!” Lê Yonatan ji Dawid gelek hez dikir. 2 Loma Yonatan ji Dawid re got: “Bavê min Şawûl dixwaze te bikuje. Ez ji te lava dikim, sibê hay ji xwe hebe û xwe li cihekî bi ewle veşêre. 3 Ezê jî herim ba bavê xwe, zeviya ku tu lê yî. Ezê li wir derbarê te de bi bavê xwe re bipeyivim. Heke ez tiştekî bizanibim ezê ji te re bêjim.” 4 Yonatan li ser Dawid ji Şawûlê bavê xwe re tiştên baş gotin: “Bila padîşah xerabiyê li Dawidê xulamê xwe neke. Çimkî wî tu xerabî li te nekiriye. Hemû karên wî ji bo te gelekî baş bûne. 5 Wî xwe xist xeterê û Golyatê Filîstî kuşt. Bi vî awayî Xudan tevahiya gelê Îsraêl rizgar kir. Te jî ev yek dît û pê kêfxweş bûyî. Tê çima rabî Dawidê bêsûc bikujî û gunehê wî bixî stûyê xwe?” 6 Şawûl guhdariya Yonatan kir. Wî sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar, wê Dawid neyê kuştin!” 7 Yonatan gazî Dawid kir û hemû tiştên qewimî jê re gotin. Paşê her du bi hev re çûn ba Şawûl. Dawid wekî berê dîsa ket xizmeta Şawûl. 8 Şer careke din destpê kir. Dawid li dijî Filîstiyan şer kir û qira wan anî. Filîstiyên mayî ji ber wî reviyan. 9 Rojekê Şawûl li mala xwe rûdiniştibû û di destên wî de rimek hebû. Bi destûra Xudan ruhekî xerab hat ser Şawûl. Herçî Dawid bû li çengê dixist. 10 Şawûl xwest ku Dawid bi rima xwe bi diwêr ve bimîxîne. Lê Dawid xwe ji ber rimê da alî. Rim çû di dîwêr de daçikiya. Wê şevê Dawid reviya û xwe xilas kir. 11 Şawûl ji bo kuştina Dawid kes şandin mala wî ku çavdêriya wî bikin û serê sibê jî wî bikujin. Lê Mîkala jina wî pê hesiya û jê re got: “Heke tu îşev nerevî û xwe xilas nekî, tê sibê bêyî kuştin.” 12 Mîkal rabû Dawid di pencereyê re derxist derve. Ew jî reviya û xwe xilas kir. 13 Mîkal pûtê malê hilda, xist nav nivîna, gilokek ji mûyê bizinan danî ber serî û lihêfek pê dakir. 14 Gava zilamên Şawûl xwestin Dawid ji malê derxin, Mîkalê ji wan re got: “Ew nexweş e.” 15 Şawûl careke din ew şandin ba Dawid. Wî got: “Wî tevî nivînan bînin ku ez wî bikujim!” 16 Gava ew hatin malê, dîtin ku pûtek di nav nivînan e û balgîveke ji mûyê bizinan jî li ber serî ye. 17 Şawûl ji Mîkalê re got: “Te çima ez xapandim û te dijminê min berda?” Mîkalê jê re got: “Dawid ji min re got: Bihêle ez herim, an na ezê te bikujim?” 18 Dawidê ku reviya, çû Ramayê ba Samûêl. Hemû tiştên ku Şawûl bi serê wî anîn jê re got. Ew tevî Samûêl li taxa Nayotê ma. 19 Şawûl pê hesiya ku Dawid li Nayota Ramayê ye. 20 Rabû kes şandin ku Dawid bigirin û bînin. Dema dîtin ku komeke pêxemberan, pêxemberiyê dikin û Samûêl jî wekî serek li ser wan e, Ruhê Xwedê bi ser qasidên Şawûl ve jî hat û wan jî pêxemberî kir. 21 Gava behsa vê yekê ji Şawûl re kirin, rabû hinek kesên din şandin. Lê wan jî pêxemberî kir. Wî cara sisêyan kes şandin lê wan jî wisa kir. 22 Li ser vê yekê Şawûl rabû bi xwe çû Ramayê. Gava gihîşt ser bîra mezin a li Sêxûyê, ji kesên dorê pirsî: “Samûêl û Dawid li ku ne?” Yekî got: “Ew li Nayota Ramayê ne.” 23 Rabû çû Nayota Ramayê. Ruhê Xwedê bi ser wî ve jî hat. Heta gihîşt Nayota Ramayê, wî jî pêxemberî kir. 24 Şawûl kinc ji xwe kirin û li ber Samûêl pêxemberî kir. Temamiya şev û rojê bi awayekî rût û tazî pal da. Loma jî dibêjin: “Gelo Şawûl jî kete nava pêxemberan?” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey