Samûêl I, 14 - Kurmanji Încîl1 Rojekê Yonatanê kurê Şawûl, ji xizmetkarê xwe yê ciwan ku çeka wî hildigirt re got: “Were em derbasî wî alî bibin ku artêşa Filîstiyan li wir e.” Lê wî bavê xwe bi vê yekê agahdar nekir. 2 Şawûl li bajarê Gîvaya nêzîkî Mîgronê, di bin siya dara hinarê de rûdinişt. Bi qasî şeş sed leşker jî pê re bûn. 3 Ahiya jî bi wan re bû ku êfod dianî. Ahiya kurê Ahîtûv û Ahîtûv jî birayê Îxavod bû. Ahîtûv û Îxavod kurên Pînehas bûn. Pînehas jî kurê Eliyê kahinê Xudan bû ku li Şîloyê dima. Tu kes bi çûyîna Yonatan nehesiyabû. 4 Li du keviyên gelî ku Yonatan dixwest di wir re here artêşgeha Filîstiyan, du zinarên tûjik hebûn. Navê yekî Bosês, yê din jî Senne bû. 5 Zinarek diket bakurê Mîkmasê, yê din jî diket başûrê Gîvayê. 6 Yonatan ji xortê çekdarê xwe re got: “Were em herin nav artêşgeha van bêsinetan. Dibe ku Xudan ji me re li hev bîne. Çimkî ji bo Xudan ne zor e ku di kêmbûnê yan zêdebûnê de rizgar bike.” 7 Xortê çekdarê wî got: “Çawa zanî wisa bike, de here! Çawa zanî bike, ez bi te re me.” 8 Yonatan got: “De ka em herin ba wan û xwe nîşanî wan bidin. 9 Lê heke bibêjin: ‘Bisekinin heta em tên ba we,’ wê gavê emê di cihê xwe de bimînin heta ew hatin. 10 Lê heke ew bêjin: ‘Werin ba me,’ wê gavê emê herin. Çimkî evê bibe nîşaneke Xudan ku Filîstiyan teslîmî me dike.” 11 Bi vî awayî herduyan xwe nîşanî leşkerên Filîstiyan da. Filîstî gotin: “Binêrin Îbranî ji qulên xwe veşartine derdikevin.” 12 Ji Yonatan û xortê çekdarê wî re got: “De ka werin ba me, emê tiştekî ji we re bêjin.” Yonatan ji çekdarê xwe re got: “Bi min re were, Xudan ew dan destê gelê Îsraêl.” 13 Yonatan bi dest û piyên xwe hilkişiya jor. Çekdarê wî jî da pey wî. Yonatan zora Filîstiyan dibir. Çekdarê wî li pey wî diçû û Filîstî dikuştin. 14 Yonatan û çekdarê wî, di êrîşa pêşî de, li ser zeviyeke du cot erd de, li dora bîst leşkerên Filîstî kuştin. 15 Leşkerên Filîstî hem li artêşgehê hem jî li derveyî artêşgehê ditirsiyan. Ne tenê leşker, êrîşkarên mêrxas jî dilerizîn. Erd jî hejiya. Ev tirs ji Xwedê bû. 16 Nobedarên Şawûl dîtin ku li bajarê Gîvaya herêma Binyamîniyan qelebalixeke mezin virde wêde direve. 17 Şawûl ji kesên ba xwe re got: “Herin binêrin ka kê ji me çûye.” Çûn û dîtin ku Yonatan û çekdarê wî tuneye. 18 Şawûl ji Ahiya re got: “Sindoqa Xwedê bîne.” Çimkî wê rojê Sindoqa Xwedê li ba Îsraêliyan bû. 19 Gava Şawûl bi kahin re dipeyivî, xirecira li artêşgeha Filîstiyan her diçû zêde dibû. Şawûl ji kahin re got: “Bihêle.” 20 Şawûl û tevahiya leşkerên li ba wî kom bûn û çûn qada şer. Li wir xirecireke mezin hebû. Her kesî şûr ji hev re radikir. 21 Îbraniyên ku berê bi Filîstiyan re bûn û tevî artêşa şer dikirin, niha xwe spartibûn gelê Îsraêl û bûbûn hevalê Şawûl û Yonatan. 22 Îsraêliyên ku li herêma çiyayî ya Efrayîmê xwe veşartibûn, gava bihîstin Filîstî direvin, wan jî dane pey wan û şerê wan kirin. 23 Bi vî awayî Xudan wê rojê gelê Îsraêl serfiraz kir. Şer ji Bêtawenê wêdetir jî ajot. 24 Wê rojê Îsraêlî ji hal ketibûn. Çimkî Şawûl gel dabû sondê û gotibû: “Heta ez heyfa xwe ji dijminên xwe nestînim, nalet li wî ku heta êvarê nan bixwe!” Ji ber vê yekê jî tu kesî tiştek nexwaribû. 25 Gava leşker gihîştin daristanê, wan dît ku erd tije hingiv e. 26 Lê wan dest neda wî hingivî, çimkî sond xwaribûn û ji sondê ditirsiyan. 27 Haya Yonatan tunebû ku bavê wî gel daye sondê. Loma jî şivdarê xwe xist nav kewara hingiv. Çawa ku tehm kir, bi ser xwe ve hat. 28 Yekî li wir ji Yonatan re got: “Bavê te sond bi leşker da xwarin û got: ‘Nalet li wî ku heta êvarê nan bixwe!’ Loma jî leşker ji hal ketine.” 29 Yonatan got: “Bavê min tengasî da gel. Binêrin çawa ku min hinekî hingiv xwar, çawa bi ser xwe ve hatim. 30 Heke gel îro talanê dijminê xwe bixwara, wê zehf baştir bûya! Wî çaxî wê tekçûna Filîstiyan hêsantir nebûya?” 31 Wê rojê gelê Îsraêl ji Mîkmasê heta Ayalonê Filîstî têk birin. Lê leşker ji hal ketibûn. 32 Loma jî leşker êrîşî malê talên kir. Pez, dewar û golik hildan, hema di cih de serjê kirin û bi xwînê ve xwarin. 33 Wan xeber da Şawûl û got: “Va ye, leşker li ber Xudan guneh dike û goşt bi xwînê ve dixwe!” Şawûl got: “We guneh kir! Ka ji min re kevirekî mezin bînin.” 34 Paşê li gotina xwe zêde kir: “Herin nav gel û ji wan re bêjin: ‘Bila herkes gayê xwe, pezê xwe bîne. Bila li vir, li ba min serjê bikin û bixwin. Li ber Xudan guneh nekin û bi xwînê ve nexwin.’” Wê şevê her kesî gayê xwe anî li wir serjê kir. 35 Şawûl hema li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir. Ev gorîgeha pêşî bû ku wî ji bo Xudan çêkir. 36 Şawûl got: “Em bi şev bikevin pey Filîstiyan. Heta serê sibê em wan talan bikin û kit ji wan nehêlin.” Wan got: “Çawa dixwazî wisa bike.” Lê kahin got: “Ka em binêrin Xwedê çi dibêje.” 37 Şawûl ji Xwedê pirsî: “Ez bidim pey Filîstiyan? Tê wan bidî destê gelê Îsraêl?” Lê Xwedê wê rojê bersiva wî neda. 38 Şawûl got: “Hemû serekên gel werin vir. Bizanibin û bibînin ku ev gunehê kê ye? 39 Ez bi navê Xudanê Jîndar Rizgarkarê gelê Îsraêl sond dixwim, heke gunehkar kurê min Yonatan be, ewê jî esse bimire.” Lê tu kesî tiştekî negot. 40 Ji gel re got: “Hûn li aliyekî bin, ez û Yonatanê kurê xwe jî emê li aliyekî bin.” Gel ji Şawûl re got: “Çi baş be wê bike.” 41 Şawûl ji Xwedayê Îsraêl Xudan re got: “Rastiyê nîşan bide!” Pişk hat avêtin. Yonatan û Şawûl sûcdar, gel bêsûc derket. 42 Şawûl got: “Di navbera min û kurê min Yonatan de pişk bavêjin.” Yonatan sûcdar derket. 43 Şawûl ji Yonatan re got: “Ji min re bêje, te çi kiriye?” Yonatan jê re got: “Min bi şivdera destê xwe hinekî hingiv xwar. Va ye ez ji mirinê re amade me.” 44 Şawûl got: “Heke ez te nedim kuştin, bila Xwedê jê zêdetir bîne serê min. Tê esse bimirî.” 45 Gel ji Şawûl re got: “Çawa dibe Yonatan bimire ku ev serketina mezin ji gelê Îsraêl re kir? Ev qet nabe! Bi navê Xudanê Jîndar, divê mûyekî porê wî jî zirarê nebîne. Çimkî wî îro çi kiribe, bi alîkariya Xwedê kiriye.” Bi vî awayî gel, Yonatan ji mirinê rizgar kir. 46 Şawûl dev ji Filîstiyan berda û Filîstî vegeriyan cihên xwe. 47 Piştî Şawûl bû padîşahê gelê Îsraêl, wî li dijî hemû dijminên xwe şer kir; li dijî Moavî, Emmonî, Edomî, padîşahên Sovayê û Filîstiyan. Wî berê xwe dida ku bi ser diket. 48 Wî bi mêrxasî şer kir. Wî li Emalêqiyan xist û gelê Îsraêl ji destê talankarên wan rizgar kir. 49 Kurên Şawûl, Yonatan, Yîşwî û Malkî-Şûa bûn. Her du keçên wî jî ev bûn: Mêrav keça mezin, Mîkal jî ya biçûk bû. 50 Jina Şawûl, Ahînoema keça Ahîmaes bû. Fermandarê artêşa wî, Avnêrê kurê Nêr e. Nêr jî mamê Şawûl e. 51 Qîşê bavê Şawûl û Nêrê bavê Avnêr her du kurên Aviyêl bûn. 52 Di hemû rojên Şawûl de, bi Filîstiyan re şerekî dijwar hebû. Dema Şawûl mêrxasek, an jî zilamekî wêrek didît, ew hildida ba xwe. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey