Padîşah II, 9 - Kurmanji ÎncîlYêhû dibe Padîşahê Îsraêla Bakur 1 Êlîşayê Pêxember gazî yekî ji koma pêxemberan kir û got: “Pişta xwe girê bide, rahêje vê qafikê rûn û here Ramot-Gîladê. 2 Gava tu gihîştî wir, Yêhûyê kurê Yehoşafatê kurê Nîmşî bibîne. Here wî ji nav birayên wî rake û bibe odeyeke hundir. 3 Rahêje qafikê rûn, bi serê wî de birijîne û bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Min tu kifş kirî û li ser Îsraêlê kirî padîşah.’ Paşê derî veke û bireve, nesekine.” 4 Xulamê pêxember çû Ramot-Gîladê. 5 Gihîşt wê derê û dît ku fermandar rûniştî ne. Wî got: “Ya fermandar, gotineke min li te heye.” Yêhû got: “Ji nav me ji kê re ye?” Xulam got: “Ji te re ya fermandar.” 6 Yêhû rabû ket hundir. Xulam rûn bi serê wî de rijand û got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Min tu kifş kirî û li ser Îsraêla gelê Xudan kirî padîşah.’ 7 Tê li Mala Ahavê xweyê xwe bixî, ji bo xwîna xulamên min ên pêxember û ji bo tevahiya xwîna xulamên Xudan, ezê ji Îzabelê heyfa xwe bistînim. 8 Wê tevahiya Mala Ahav tune bibe û li Îsraêlê, ji Mala Ahav çi ciwan çi jî kal, ezê koka hemû mêran rakim. 9 Ezê Mala Ahav bikim wek Mala Yarovamê kurê Nevat û Mala Baeşayê kurê Ahiya. 10 Li erdên Yîzreyêlê, wê kûçik Îzabelê bixwin û wê kesekî wê veşêre jî tunebe.” Xulam derî vekir û reviya. 11 Yêhû derket derve, ba xulamên xweyê xwe. Yekî jê re got: “Te xêr e? Ev dîn çima hat ba te?” Wî ji wan re got: “Hûn wî zilamî nas dikin û gotinên wî yên beredayî jî dizanin.” 12 Gotin: “Ev derew e, niha ji me re bêje.” Wî got: “Ji min re wiha got: ‘Xudan wiha dibêje: Min tu kifş kirî û li ser gelê Îsraêl kirî padîşah.’” 13 Her kesî bi lez rahişt kincên xwe û li bin Yêhû raxistin ku li ser derenceyan bû. Li boriyê xistin û gotin: “Yêhû bû padîşah!” Yêhû Yoramê Padîşahê Îsraêla Bakur dikuje 14 Yêhûyê kurê Yehoşafatê kurê Nîmşî, li dijî Yoram fen kir. Wê demê Yoram û tevahiya gelê Îsraêl, li dijî Hazaêlê Padîşahê Aramê, Ramot-Gîladê diparast. 15 Lê Yoramê Padîşah, gava li dijî Padîşahê Aram şer kiribû, ji ber birînên ku Aramiyên lê kirin baş bibe, vegeriyabû Yîzreyêlê. Yêhû got: “Heke bi ya we jî rast be, destûrê nedin ku kesek bi dizî ji bajêr derkeve û li Yîzreyêlê xeberê bide.” 16 Yêhû li erebeyê siwar bû û çû Yîzreyêlê. Çimkî Yoram li wê derê nexweş bû. Padîşahê Cihûdayê Ahazya, ji bo Yoram bibîne çûbû wê derê. 17 Li Yîzreyêlê li ser bircê çavdêrek hebû. Gava wî dît ku artêşa Yêhû tê, got: “Ez qelebalixekê dibînim.” Yoram got: “Siwarekî bişîne pêşiya wan, bila ji wan bipirse: ‘We xêr e?’” 18 Siwar çû pêşiya wî û got: “Padîşah dipirse: ‘We xêr e?’” Yêhû got: “Ma te çi ji xêrê ye? Bide pey min.” Çavdêr ragihand û got: “Qasid çû ba wan, lê venagere.” 19 Wî siwarekî din şand. Siwar hat ba wan û got: “Padîşah dipirse: ‘We xêr e?’” Yêhû got: “Ma te çi ji xêrê ye? Bide pey min.” 20 Çavdêr rewşê ji padîşah re got: “Qasid gihîşt ba wan, lê ew venagere. Ajotin, dişibe ajotina Yêhûyê kurê Nîmşî. Çimkî wek dînan dajo.” 21 Yoram got: “Erebeya min amade bikin.” Erebeya wî amade kirin. Yoram Padîşahê Îsraêlê û Padîşahê Cihûdayê Ahazya, her yek ji wan, li erebeyên xwe siwar bûn û çûn pêşiya Yêhû. Di nav erdê Navotê Yîzreyêlî de rastî wî hatin. 22 Gava Yoram Yêhû dît, pirsî: “Te xêr e Yêhû?” Yêhû got: “Sêrbazî û zinakariya diya te Îzabelê ewqasî zêde bin, wê çawa xêr be?” 23 Yoram hefsar zivirand, baz da û ji Ahazya re got: “Ev xiyanet e, Ahazya!” 24 Yêhû bi tevahiya hêza xwe, kevanê xwe tikand û li nava herdu polên Yoram xist. Tîr, di nav dilê wî re derbas bû. Yoram, li nav erebeya xwe ket xwarê. 25 Yêhû ji fermandarê xwe Bîdqar re got: “Rahêje cendekê wî û bavêje nav erdê Navotê Yîzreyêlî. Bîne bîra xwe, gava ez û te em li cem hev, li pey bavê wî Ahav bi siwarî diçûn şer, Xudan ev peyam ji bo wî gotibû: 26 ‘Duh min xwîna Navot û xwîna kurên wî dît.’ Ev e gotina Xudan. ‘Ezê li nav vî erdî cezayê wî bidim te.’ Niha li gorî gotina Xudan, cendekê Yoram rake û bavêje nav erdê Navot.” Kuştina Ahazyayê Padîşahê Cihûdayê ( Dîrok II, 22:7-9 ) 27 Gava Ahazyayê Padîşahê Cihûdayê ev yek dît, ber bi riya Bêthagganê ve reviya. Yêhû da pey wî û got: “Wî jî bikujin.” Li nêzîkî Yîvleamê, di hevrazê Gûrê de, di erebeyê de lê xistin. Bi birîndarî heta Megîddoyê reviya û li wê derê mir. 28 Xulamên wî bi erebeyê ew birin Orşelîmê. Wan li Bajarê Dawid, li ba bav û kalên wî, di gora wî de veşartin. 29 Di yanzdeh saliya padîşahiya Yoramê kurê Ahav de Ahazya li ser Cihûdayê bû padîşah. Kuştina Îzabelê 30 Paşê Yêhû hat Yîzreyêlê. Gava Îzabel bi vê hesiya, çavên xwe kil kirin, porê xwe şe kir û ji pencereyê mêze kir. 31 Gava Yêhû derket dergehê bajêr, Îzabelê got: “Te xêr e, Zîmriyê ku xweyê xwe kuşt?!” 32 Yêhû berê xwe da pencereyê û got: “Kî bi min re ye?” Du sê nemêran lê mêze kirin. 33 Yêhû got: “Wê bavêjin jêr!” Wan ew avêtin jêr. Peşkên xwîna wê pijiqî ser sûran û hespên ku ew perçiqandin. 34 Yêhû ket hundir, xwar û vexwar. Paşê got: “Niha li vê jinika naletî binêrin û wê veşêrin. Çimkî ew keça padîşah e.” 35 Rabûn çûn ku wê veşêrin. Lê ji bilî ser, dest û piyên wê tiştek jê nedîtin. 36 Vegeriyan û behsa rewşê ji Yêhû re kirin. Yêhû ji wan re got: “Gotina Xudan ku bi riya xulamê xwe Êlyasê Tîşbeyî got, ev e: ‘Wê di nav erdên Yîzreyêlê de kûçik goştê Îzabelê bixwin. 37 Wê cendekê Îzabelê li nav erdên Yîzreyêlê, li ser rûyê erdê bibe zibil ku kesek nebêje: Ev Îzabel e.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey