Padîşah II, 8 - Kurmanji ÎncîlVegera jinika Şûnêmî 1 Êlîşa ji jina ku kurê wê ji mirinê rakiribû re gotibû: “Rabe tu bi maliyên xwe re here û li devera tê bikarî lê bibî mêvan, bibe mêvan. Çimkî Xudan heft salan li ser welêt kir xela.” 2 Jinik bi gotina zilamê Xwedê kir. Ew tevî maliyên xwe çû û li welatê Filîstiyan heft salan bû mêvan. 3 Piştî heft salan jinik ji welatê Filîstiyan vegeriya. Rabû çû ji bo mal û zeviyê xwe ji padîşah lava kir. 4 Di vê navberê de padîşah bi Gêhazî xulamê zilamê Xwedê re digot: “De ka ji min re behsa hemû karên mezin ên Êlîşa bike.” 5 Gava wî behsa Êlîşa dikir bê çawa miriyekî rakiriye ser piyan, jinika ku kurê wê ji mirinê hişyar kiribû, ji bo mal û zeviyê xwe, lava ji padîşah kir. Gêhazî got: “Xweyê min padîşah, jina ku min behs dikir ev e. Kurikê li ba wê jî, ew kurik e ku Êlîşa ji mirinê rakiribû.” 6 Li ser pirsa padîşah jinikê jê re got. Padîşah gazî karmendekî kir û ev emir dayê: “Her tiştê wê, ji roja ku wê welatê xwe berdaye heta niha, hemû berê zeviya wê lê vegerînin.” Êlîşayê Pêxember û Padîşahê Aramê Ben-Hadad 7 Êlîşa hat Şamê. Padîşahê Aramê Ben-Hadad nexweş bû. Jê re hat gotin ku zilamê Xwedê hatiye vir. 8 Padîşah ji Hazaêl re got: “Diyariyekê bide destê xwe û here pêşiya zilamê Xwedê. Ji wî şîreta Xudan bixwaze û bêje: ‘Gelo ezê ji vê nexweşiyê baş bibim an na?’” 9 Hazaêl çû pêşwaziya wî, wekî diyarî jê re bi barê çil deveyan tiştên herî baş ên Şamê birin, hat li pêşiya wî sekinî û got: “Kurê te, Ben-Hadadê Padîşahê Aramê ez şandim ba te ku bipirsim: ‘Gelo ezê ji vê nexweşiyê baş bibim an na?’” 10 Êlîşa jê re got: “Here jê re bêje: ‘Tê esse baş bibî.’ Lê Xudan diyar kir ku wê esse bimire.” 11 Êlîşa wisa kûr û dûr lê mêze kir ku Hazaêl şerm kir. Paşê zilamê Xwedê giriya. 12 Hazaêl got: “Ezbenî, tu çima digirî?” Êlîşa got: “Çimkî ez zanim tê çi xerabiyê bînî serê Îsraêliyan. Tê êgir bi sûrên wan bixî û xortên wan ên bijare bi şûran bikujî. Tê zarokên wan li erdê bixî û perçe bikî. Tê zikên jinên bizaro jî biqelişînî.” 13 Hazaêl got: “Ez xulamê te çi se me ku van tiştên xerab bikim?” Êlîşa got: “Xudan nîşanî min da ku tê bibî Padîşahê Aramê.” 14 Hazaêl ji ba Êlîşa rabû hat ba xweyê xwe. Ben-Hadad jê re pirsî: “Êlîşa çi ji te re got?” Hazaêl got: “Wî got ku tê esse baş bijî.” 15 Dotira rojê Hazaêl, çarşefekê şil kir, danî ser rûyê wî û ew xeniqand. Hazaêl li cihê wî bû padîşah. Yehoramê Padîşahê Cihûdayê 16 Di pênc saliya padîşahiya Yoramê kurê Ahavê Padîşahê Îsraêlê de –wî çaxî Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê bû– Yehoramê kurê Yehoşafat bû Padîşahê Cihûdayê. 17 Gava Yehoram bû padîşah, sî û du salî bû. Wî li Orşelîmê heşt salan padîşahî kir. 18 Wekî Mala Ahav, ew jî di riya padîşahên Îsraêlê de meşiya, çimkî jina wî keça Ahav bû. Wî tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin. 19 Lê ji bo xatirê xulamê xwe Dawid, Xudan nexwest gelê Cihûda helak bike. Çimkî wî soz dabû ku qendîleke herheyî bide wî û kurên wî. 20 Di rojên wî de Edomiyan serî hilda, ji bin destê Cihûdayê derket û li ser xwe padîşahek kifş kir. 21 Li ser vê yekê Yehoram bi hemû erebeyên şer çû Saîrê. Ew bi şev rabû êrîşî Edomî û siwarên wan kir. Lê ew dor li Yehoram pêça bûn û gel reviya çû konên xwe. 22 Bi vî awayî Edomî heta îro jî ne di bin li bin destê gelê Cihûda de ne. Bajarê Lîvnayê jî wê demê wisa kir. 23 Qewimînên din ên padîşahiya Yehoram û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin. 24 Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Bajarê Dawid, li ba pêşiyên xwe hat veşartin. Kurê wî Ahazya li cihê wî bû padîşah. Ahazyayê Padîşahê Cihûdayê 25 Di duwanzdehsaliya padîşahiya Yoramê kurê Ahavê Padîşahê Îsraêlê de Ahazyayê kurê Yehoram bû Padîşahê Cihûdayê. 26 Gava Ahazya bû padîşah bîst û du salî bû. Wî li Orşelîmê salekê padîşahî kir. Diya wî Etalyaya neviya Omriyê Padîşahê Îsraêlê bû. 27 Ew di riya Mala Ahav de meşiya. Çawa ku Mala Ahav kiribûn, wî jî tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin. Çimkî ew zavayê Mala Ahav bû. 28 Ahazya bi Yoramê kurê Ahav re çû Ramot-Gîladê ku li dijî Hazaêlê Padîşahê Aramê şer bike. Aramiyan Yoram birîndar kir. 29 Yoramê Padîşah vegeriya Yîzreyêlê ku ji birînên xwe baş bibin ku gava wî li Ramayê li dijî Hazaêlê Padîşahê Aramê şer dikir, Aramiyan kiribûn. Ahazyayê kurê Yehoramê Padîşahê Cihûdayê jî çû Yîzreyêlê ku Yoramê kurê Ahav bibîne. Çimkî ew birîndar bû. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey