Padîşah II, 7 - Kurmanji Încîl1 Êlîşa got: “Guh bidin gotina Xudan! Xudan wiha dibêje: ‘Sibê vî wextî, li ber dergehê Sameryayê seayek arvanê hûr wê bi şekelekî û du sea ceh wê bi şekelekî bê firotin.’” 2 Fermandarê ku padîşah xwe dispartê, ji zilamê Xwedê re got: “Heke Xudan di ezmanan de pencereyan jî veke, ma wê ev tişt bibe?” Êlîşa got: “Tê bi çavên xwe bibînî, lê tê jê nexwî.” Rakirina dorpêçkirinê 3 Li cihê dergehê bajêr ê ketinê, çar zilamên kotî hebûn. Wan ji hev re got: “Çima heta mirinê em li vê derê rûnin? 4 Heke em bêjin: ‘Em bikevin bajêr,’ li bajêr jî xela heye û emê li wê derê bimirin. Heke em li vir rûnin jî, emê bimirin. Qet nebe em niha bikevin destê artêşa Aramiyan. Heke ew me sax bihêlin, emê bijîn û heke bikujin jî bila bikujin.” 5 Ji bo ew herin artêşgeha Aramiyan, di tariya êvarê de rabûn û hatin ber keviya artêşgehê. Lê tu kes li wê derê tunebû. 6 Çimkî Reb ji artêşa Aramiyan re dengê qelebalixa erebe, qelebalixa hespan û qelebalixeke mezin a leşkeran dabû guhdarîkirin. Wan ji hev re got: “Va ye Padîşahê Îsraêlê, padîşahên Hîtîtiyan û padîşahên Misriyan kirê kirine ku bi ser me de werin.” 7 Di tariya êvarê de rabûn û bazdan. Artêşgeha xwe wekî berê, bi konên xwe ve, bi hesp û kerên xwe ve wisa hiştin û çûn. Ji bo canên xwe rizgar bikin reviyan. 8 Zilamên kotîbûyî, hatin keviya artêşgehê, ketin nava konekî, xwarin û vexwarin û ji wê derê ji xwe re rahiştin zêr, zîv û kincan û çûn ji xwe re veşartin û vegeriyan. Ketin nava konekî din. Ji wê derê jî tiştên dîtin hildan, birin û veşartin. 9 Wan ji hev re got: “Em tiştekî baş nakin, îro roja mizgîniyê ye û em dengê xwe nakin. Heke em heta ronahiya sibê bisekinin, wê xerabî bigihîje me. Niha werin, em herin ji maliyên padîşah re bêjin.” 10 Ew hatin û ji dergevanên bajêr re qîriyan. Wan got: “Em çûn artêşgeha Aramiyan, tu kes li wê derê tunebû, dengê mirovan tune bû. Lê tenê hespên girêdayî, kerên girêdayî hebûn û konên xwe jî hiştibûn.” 11 Dergevan qîriyan, li hundir ji maliyên padîşah re gotin. 12 Bi şev padîşah rabû ji xulamên xwe re got: “Niha tiştê ku Aramiyan bi me kir, ezê ji we re bêjim. Ew dizanin ku em birçî ne. Loma ji artêşgehê derketine, xwe li derve veşartine û gotine: ‘Gava ew ji bajêr derketin, emê wan sax bigirin û paşê bikevin bajêr.’” 13 Yek ji xulamên wî bersiv da û got: “Ez lava dikim, bila pênc hespên li bajêr mayî bistînin. Ewê jî wekî tevahiya koma Îsraêliyên li bajêr dimînin, wê bimirin. Loma wan bişînin ka em bizanin rewş çi ye.” 14 Hesp û du erebe hildan. Paşê padîşah ji wan re got: “Herin bibînin!” Wî ew şandin pey artêşa Aramiyan. 15 Heta Çemê Şerîayê dane pey wan. Tevahiya rê bi cil û tiştên avêtî tije bûbû gava Aramî bi lez reviyabûn. Qasid vegeriyan û ji padîşah re gotin. 16 Gel rabû artêşgeha Aramiyan talan kir. Li gorî gotina Xudan, seayek arvanê hûr bi şekelekî û du seayên ceh jî bi şekelekî hate firotin. 17 Padîşah, fermandarê ku xwe dispartê danîbû ber dergehê bajêr. Gel ew li ber dergeh perçiqand. Gava padîşah çû ba zilamê Xwedê, wekî ku wî gotibû mir. 18 Gotina zilamê Xwedê ku ji padîşah re gotibû: “Sibê van çaxan li dergehê Sameryayê wê du seayên ceh bi şekelekî û seayek arvanê hûr jî bi şekelekî bê firotin” pêk hat. 19 Fermandar, bersiva zilamê Xwedê dabû û gotibû: “Heke Xudan di ezmanan de pencereyan jî veke, ma wê ev pêk bê?” Êlîşa jî gotibû: “Tê bi çavên xwe bibînî, lê tê jê nexwî.” 20 Tiştê hat gotin pêk hat, gel ew li dergehê bajêr perçiqand û ew mir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey