Padîşah II, 6 - Kurmanji ÎncîlBivir bi ser avê dikeve 1 Koma pêxemberan ji Êlîşa re got: “Ezbenî, cihê em li ber te lê dijîn, li me teng e. 2 Bi destura te em herin ber Çemê Şerîayê û ji wê derê jî, her yek ji me bila kêranek hilde û ji bo rûniştinê, ji xwe re cihek çêke.” Êlîşa got: “Herin!” 3 Yekî ji wan got: “Lava dikim tu jî rabe bi van xulamên xwe re were.” Wî got: “Baş e, ezê bêm.” 4 Ew bi wan re çû. Gava ew gihîştin Çemê Şerîayê, dar birîn. 5 Gava yekî ji wan dar dibirî, bivir ji destî pekiya û ket nava avê. Bi dengekî bilind got: “Hey wax! Ezbenî min ew bi emanet standibû.” 6 Zilamê Xwedê got: “Ket ku derê?” Wî cih nîşan da. Êlîşa darek birî, avêt wir û hesin derket ser avê. 7 Êlîşa got: “Wê rake!” Wî destê xwe dirêj kir û ew rakir. Êlîşayê Pêxember û artêşa Aramê 8 Padîşahê Aramê li dijî Îsraêlê şer dikir. Bi peywirdarên xwe şêwirî û got: “Ezê li filan derê artêşgeh ava bikim.” 9 Zilamê Xwedê ji Padîşahê Îsraêlê re xeber şand û got: “Di wir re derbas nebin, çimkî Aramî ber bi wir ve tên.” 10 Padîşahê Îsraêlê zilam şandin cihê ku zilamê Xwedê behsa wê kiribû. Bi vî awayî zilamê Xwedê çend caran Padîşahê Îsraêlê hişyar kir. Padîşah jî hevza xwe ji wê derê kir. 11 Ji ber vê yekê, Padîşahê Aramê gelekî hêrs bû. Wî gazî peywirdarên xwe kir û ji wan re got: “Ji nav me kesên pişta Padîşahê Îsraêlê digirin kî ne, ma hûnê ji min re nebêjin?” 12 Peywirdarekî wî got: “Ne wisa ye, xweyê min padîşah, ne kesekî ji me ye jî. Lê Êlîşayê Pêxemberê Îsraêlê tiştên tu li odeya xwe ya razanê dibêjî, digihîne Padîşahê Îsraêlê.” 13 Padîşahê Aramê got: “Herin binêrin ew li ku ye, ezê wî bidim girtin.” Wan got: “Ew li Dotanê ye.” 14 Wî hesp û erebeyên şer û gelek leşker şandin wê derê. Ew bi şev hatin. Wan bajar dorpêç kir. 15 Xulamê zilamê Xwedê zû rabû, çû û li derdora bajêr leşker, hesp û erebe hebûn. Xulamê wî jê re got: “Hey wax ezbenî! Niha emê çi bikin?” 16 Wî got: “Netirse, çimkî yên me, ji yên wan zêdetir in.” 17 Êlîşa lava kir û got: “Ya Xudan, lava dikim, çavên wî veke ku bibîne.” Gava Xudan çavên xulam vekirin, wî dît ku çiyayên derdora Êlîşa ji hespên agirî û erebeyên agirî tije bûye. 18 Aramiyan berê xwe dan wî. Êlîşa lavayî Xudan kir û got: “Lava dikim, tu van kor bike.” Li ser gotina Êlîşa, Xudan ew kor kirin. 19 Êlîşa ji wan re got: “Rê ne ev e, bajar jî ne ev e, bidin pey min ku ez we bibim ba zilamê ku hûn lê digerin.” Paşê wî ew birin Sameryayê. 20 Gava ew ketin Sameryayê Êlîşa got: “Ya Xudan çavên van veke ku bibînin.” Xudan çavên wan vekirin û wan dît ku ew li Sameryayê ne. 21 Gava Padîşahê Îsraêlê ew dîtin ji Êlîşa re got: “Bavo, li wan bixim? Ez li van bixim?” 22 Wî got: “Na! Tê çawa li wan kesan bixî ku te ew bi şûr û kevanê xwe dîl girtine? Nan û av deyne ber wan ku bixwin û vexwin û paşê jî vegerin ba xweyê xwe.” 23 Ji bo wan sifreyeke mezin danî, xwarin û vexwarin. Paşê wî ew şandin. Ew çûn ba xweyê xwe. Rêbirên Aramê careke din nehatin welatê Îsraêl. Xelaya li Sameryayê 24 Piştî van tiştan, Padîşahê Aramê Ben-Hadad tevahiya artêşa xwe da hev û çû. Wî Sameryayê dorpêç kir. 25 Gava li Sameryayê dorpêçkirin hebû, xelayeke mezin rabû. Loma serê kerekî bi heştê şekel zîvan û çarîka firaxekî çîrtê kevokê jî bi pênc şekel zîvan hate firotin. 26 Gava Padîşahê Îsraêlê di ser sûran re derbas dibû, jinekê bi dengekî bilind got: “Xweyê min padîşah, alîkariya min bike!” 27 Padîşah got: “Heke Xudan alîkariya te neke, ezê çawa alîkariya te bikim? Tu ji bênderê yan ji mehserê dixwazî?!” 28 Padîşah jê re got: “Derdê te çi ye?” Jinikê got: “Vê jinikê ji min re gotibû: ‘Kurê xwe bide me ku em îro bixwin, emê kurê min jî sibê bixwin.’ 29 Bi vî awayî me kurê min pijand û me ew xwar. Roja din min jê re got: ‘Ka tu kurê xwe bide me ku em wî bixwin.’ Lê wê kurê xwe veşart.” 30 Gava padîşah gotinên jinikê bihîstin, kincên xwe çirandin. Wê demê ew di ser sûran re derbas dibû. Gelê wî ew dît, ji navê ve li ser bedena wî çûx hebû. 31 Padîşah got: “Heke îro serê Êlîşayê kurê Şafat jê nekim, bila Xwedê wiha û jê xerabtir bîne serê min.” 32 Êlîşa li mala xwe rûniştibû. Rîspî jî pê re rûniştibûn. Padîşah beriya xwe qasidekî şand. Lê beriya ku qasid bê ba wî, Êlîşa ji rîspiyan re got: “Hûn dibînin, ji bo serê min jê bikin, ev kurê mêrkujan bi çi awayî qasid şand? Binêrin, gava qasid bê, derî bigirin û asê bikin. Çimkî piştî wî wê xweyê wî jî bê.” 33 Hê Êlîşa bi wan re dipeyivî, qasid ev xeber anî û got: “Ev bela ji Xudan e, ezê çima hê li benda Xudan bimînim?” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey