Padîşah II, 5 - Kurmanji ÎncîlNaemanê Aramî ji kotîbûnê rizgar dibe 1 Naemanê fermandarê artêşa Padîşahê Aramê, li ba xweyê xwe zilamekî mezin û birûmet bû. Çimkî Xudan bi saya wî rizgarî dabû Aramê. Ew leşkerekî mêrxas bû, lê kotî bûbû. 2 Dema rêbirên Aramiyan ji bo talên çûbûn diyarê Îsraêliyan, keçikeke biçûk dîl girtibûn. Keçik xulama jina Naeman bû. 3 Rojekê keçik ji xatûna xwe re got: “Xwezî xweyê min, biçûya ba pêxemberê li Sameryayê! Wê pêxember wî ji kotîbûnê rizgar bikira.” 4 Naeman çû, ji xweyê xwe re hal û mesela keçika ji welatê Îsraêl got. 5 Padîşahê Aramê got: “De rabe here, ezê bi te re ji bo Padîşahê Îsraêlê nameyekê bişînim.” Rabû çû. Bi xwe re deh telant zîv, şeş hezar şekel zêr û deh bedil cil birin. 6 Ji Padîşahê Îsraêlê re name anî. Tê de wiha hat nivîsandin: “Ez bi vê nameyê re xulamê xwe Naeman dişînim ba te ku tu wî ji kotîbûnê rizgar bikî.” 7 Gava Padîşahê Îsraêlê name xwend, kincê xwe qetand û got: “Ma ez Xwedê me bikujim û vejînim? Ew çawa yekî kotî ji min re dişîne ku ez wî ji kotîbûnê rizgar bikim? Baş bizanibin ku ew li hinceta şerê min digere.” 8 Gava Êlîşayê zilamê Xwedê bihîst ku Padîşahê Îsraêlê kincê xwe qetandiye, xeber jê re şand û got: “Te çima kincê xwe qetand? Bila were ba min ku bizanibe li Îsraêlê pêxember heye.” 9 Naeman bi erebe û hespên xwe ve hat û li ber deriyê mala Êlîşa sekinî. 10 Êlîşa bi riya qasidekî jê re got: “Rabe here di Çemê Şerîayê de xwe heft caran bişo. Wê laşê te bibe wekî berê û tê pak bibî.” 11 Wî çaxî Naeman hêrs bû û got: “Ji min kirî, wê were ba min û wê bi navê Xwedayê xwe Xudan gazî bike, destê xwe li ser cihê kotîbûnê bihejîne û min baş bike. 12 Ma çemên Şamê Avana û Farpar ji hemû ava welatê Îsraêl ne çêtir in? Ma ez nikarim xwe tê de bişom û pak bibim?” Ew zivirî û bi xezebê çû. 13 Xulamên wî hatin ba wî û jê rê gotin: “Bavo, heke pêxember ji te re tiştekî zortir bigota, tê nekira? Bi tenê ji te re dibêje: ‘Xwe bişo û pak be.’” 14 Rabû û çû li gorî gotina zilamê Xwedê li Çemê Şerîayê heft caran noqî avê bû. Laşê wî wekî laşê zarokekî biçûk, vegeriya halê xwe yê berê û paqij bû. 15 Naeman û zilamên xwe vegeriyan ba zilamê Xwedê. Hat li pêşiya wî sekinî û got: “Va ye, niha ez êdî dizanim ku Xwedê li tevahiya dinyayê tuneye, tenê li welatê Îsraêl heye. Ez lava dikim, ji vî xulamê xwe xelatekê qebûl bike.” 16 “Lê bi navê Xudanê Jîndar ku ez niha li pêşberî wî sekinî me, ez tiştekî naxwazim.” Ji bo bistîne zorê lê kir lê wî nexwest. 17 Naeman got: “Lava dikim, qet nebe bila barê du hêstiran ax ji bo min bê dayîn. Çimkî êdî wê ev xulamê te, ji bilî Xudan, wê ji tu îlahekî re, ne qurbana şewitandinê ne jî qurbaneke din pêşkêş bike. 18 Bila Xudan di vî karî de xulamê xwe bibexişîne. Gava xweyê min ji bo perizînê, bikeve perestgeha Rîmmon û bixwaze ku ez hevaltiya wî bikim, li perestgeha Rîmmonê îlah ezê jî deverû herim erdê. Gava ez li perestgeha Rîmmon deverû çûm erdê, bila Xudan ji ber vî karî, xulamê xwe bibexişîne.” 19 Êlîşa jê re got: “Bi xêr û silamet here.” Gava Naeman ji wir hinek bi dûr ket, 20 Gêhazî xulamê Êlîşayê zilamê Xwedê got: “Va ye, xweyê min dil neda tiştên ku Naemanê Aramî anî jê bistîne. Bi navê Xudanê Jîndar, ezê bidim pey wî û ezê tiştekî jê bistînim.” 21 Gêhazî ket pey Naeman. Gava Naeman dît, kesek li pey wî dibeze, ji bo pêşwaziya wî bike, ji erebeyê peya bû û got: “Te xêr e?” 22 Gêhazî got: “Saxiya te! Xweyê min ez rêkirim ku ez bêjim: ‘Du xortên ji koma pêxemberan ji herêma çiyayî ya Efrayîmê hatine ba min, hêvî dikim telantek zîv, du bedil kinc bide wan.’” 23 Naeman got: “Kerem bike du telantan bigire.” Zorê lê kir. Du telant zîv, xist nav du kîsikan, tevî du bedlên kincan da du xulamên xwe. Xulaman tevî tiştan da pêşiya Gêhazî û bi hev re çûn. 24 Gava Gêhazî gihîşt serê gir, ew tişt ji destên xulaman standin û li malê veşartin. Paşê xulam şandin û ew jî çûn. 25 Paşê çû li ber xweyê xwe Êlîşa sekinî. Êlîşa jê re got: “Gêhazî, ev tu ji ku têyî?” Gêhazî got: “Xulamê te bi cihekî ve neçûbû.” 26 Li ser vê yekê Êlîşa jê re got: “Gava ew zilam ji bo pêşwaziya te bike, ji erebeyê peya bû, ma ruhê min jî bi te re nehat? Ma niha dema standina zîv û kincan, rez û bexçeyên zeytûnan, pez û dewaran, xulam û xadiman bû? 27 Ji ber vê yekê, heta hetayê wê kotîbûna Naeman, bi te û bi ziriyeta te re be.” Bi vî awayî Gêhazî, ji ba Êlîşa, bi laşekî wek berfê spî yê kotîbûyî derket. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey