Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Padîşah II, 12 - Kurmanji Încîl


Yoaşê Padîşahê Cihûdayê perestgehê nû dike
( Dîrok II, 24:1-27 )

1 Gava Yoaş bû padîşah heft salî bû. Wî di heft saliya padîşahiya Yêhûyê Padîşahê Îsraêlê de bû Padîşahê Cihûdayê. Wî li Orşelîmê çil salan padîşahî kir. Diya wî Sîvyaya Beêr-Şevayî bû.

2 Wî di tevahiya rojên xwe de, tiştên di çavê Xudan de rast in kirin, çimkî Yehoyadayê Kahin hînî wî dikir.

3 Wî bi tenê bilindciyên perizînê ji holê ranekirin. Gel hê jî li bilindciyan qurban serjê dikirin û bixûr pêdixistin.

4 Yoaş ji kahinan re got: “Pereyê tevahiya pêşkêşiyên pîroz yê dikeve Mala Xudan, pereyê ji serjimariya her kesî û tevahiya pereyê bi dilxwazî dihat Mala Xudan,

5 bila kahin van pereyan ji peywirdarên xezîneyê bistînin û li Mala Xudan li nûkirina her dera xerabe xerc bikin.”

6 Heta bîst û sê saliya padîşahiya Yoaş, kahinan hê jî dest bi temîra Malê nekiribûn.

7 Li ser vê yekê Yoaşê Padîşah bi Yehoyadayê Kahin re gazî wan kahinên din kir û ji wan re got: “Hûn çima Malê nû nakin? Êdî ji peywirdarên xezîneyê pere nestînin, pereyên we standin li nûkirina Malê xerc bikin.”

8 Kahin razî bûn ku êdî ji gel pere nestînin û ew bi xwe Malê nû nekin.

9 Yehoyadayê Kahin rahişt sindoqekê û di deriyê wê de qulek vekir. Wî sindoq li ber gorîgehê, gava mirov dikeve Mala Xudan li milê rastê danî. Dergevan tevahiya pereyên hatine Mala Xudan xistin nava wê sindoqê.

10 Gava didîtin ku di sindoqê de pere gelek e, nivîsendeyê padîşah û Serkahin diçûn, pereyên li Mala Xudan dihejmartin û dixistin kîsikan.

11 Pereyên dihatin jimartin, didan destên serkarên Mala Xudan. Wan jî ew didan necar û karkerên Mala Xudan

12 û didan kevirbir û hosteyên dîwaran. Herwiha ji bo nûkirina Mala Xudan dar, kevirên qewartî û çi lazim bûya li wan xerc dikirin.

13 Lê ji pereyên hatina Mala Xudan, bi tasikên zîvîn, meqesên fitîlan, tas, borî û tiştên ku ne ji zêr û zîv hatine çêkirin nehat xerckirin.

14 Çimkî pere dane kesên ku dixebitîn û bi wan Mala Xudan nû dikirin.

15 Serkarên pere didan karkerên Mala Xwedê, ewqas dirust bûn ku kesek ji wan hesab nedipirsiya.

16 Pereyên pêşkêşiyên berdêlê û paqijiyê neanîn Mala Xudan, çimkî ew para kahinan bû.


Hazaêlê Padîşahê Aramê li dijî Orşelîmê radibe

17 Wê demê Hazaêlê Padîşahê Aramê rabû li dijî Gatê şer kir, ew stand û Hazaêl ji bo ku bistîne berê xwe da Orşelîmê.

18 Yoaşê Padîşahê Cihûdayê, tevahiya diyariyên pîroz ên ku padîşahên Cihûdayê; Yehoşafat, Yehoram û Ahazyayê bav û kalên wî, ew pîroz kiribûn, tevî diyariyên pîroz ên xwe, tevahiya zêrê xezîneyên Mala Xudan û qesrê standin û ew ji Hazaêlê Padîşahê Aramê re şandin. Hazaêl jî, ji Orşelîmê dûr ket.

19 Qewimînên din ên padîşahiya Yoaş û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.

20 Xulamên Yoaş fen lê kir û ew li ser riya diçe Sîllayê, li Bêtmîlloyê kuştin.

21 Xulamên wî Yozavadê kurê Şîmat û Yehozavadê kurê Şomêr lê xist û ew mir. Wan ew li Bajarê Dawid, li ba bav û kalên wî veşart. Kurê wî Amatsya li cihê wî bû padîşah.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ