Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Lêwiyî 6 - Kurmanji Încîl

1 Xudan ji Mûsa re got:

2 “Heke kesek bi vî awayî guneh û nedilsoziyê li dijî Xudan bike; di tiştekî ku lê hatiye emanetkirin, tiştekî ku danîne ba wî, yan di tiştekî ku hatiye dizîn de cîranê xwe bixapîne yan jî neheqiyê bike

3 yan tiştekî windabûyî bibîne û derewan bike, bi derewan sond bixwe, ango ji van sûcên ku mirov dikin yekî bike,

4 wî çaxî wî guneh kiriye û ew sûcdar e. Wê ya ku diziye yan bi neheqî bi dest xistiye, ya ku lê hatiye emanetkirin an tiştê windabûyî yê ku dîtiye

5 yan tiştê ku bi derewan li ser sond xwariye, ji pêncan yekî jî deyne ser û roja ku pêşkêşiya berdêlê tîne, bi şûn de bide xweyê wî.

6 Wê ji bo Xudan, wekî pêşkêşiya berdêlê beranekî bêqisûr ê ku hêja ye bîne û bide kahin.

7 Wê kahin ji bo wî li hizûra Xudan kefaretê bide û wê ew kes ji ber çi sûc kiribe, wê bê bexişandin.”


Rê û rêbazên pêşkêşiyan a) Qurbana Şewitandinê

8 Xudan ji Mûsa re got:

9 “Li Harûn û kurên wî emir bike û bêje: ‘Rê û rêbaza qurbana şewitandinê ev e: Wê qurbana şewitandinê tevahiya şevê, heta serê sibê li ser agirê gorîgehê bimîne. Wê agirê li ser gorîgehê netefe.

10 Wê kahin derpî û kincên xwe yên kitan li xwe bike. Wê xweliya ku ji ber qurbana şewitandinê li ser gorîgehê maye bide hev û deyne ber gorîgehê.

11 Wê kincên ser xwe biguhere û xweliyê bibe dereke paqij ya li derveyî artêşgehê.

12 Wê agirê ser gorîgehê pêketî bimîne û netefe. Wê kahin her sibe êzingan bavêje ser êgir, qurbana şewitandinê bavêje ser hev û li ser wê jî bezê perçeyên pêşkêşiyên aştiyê bişewitîne.

13 Wê agirê ser gorîgehê herdem pêketî bimîne, qet netefe.


b) Pêşkêşiya Dexlê

14 “‘Rê û rêbaza pêşkêşiya dexlê ev e: Wê kurên Harûn li ber gorîgehê, li hizûra Xudan pêşkêş bikin.

15 Wê kahin ji pêşkêşiya dexlê kulmeke arvanê hûr û zeytê, tevî guniya li ser wê hilîne û bi awayê bêhna ku bi Xudan xweş tê vê para diyarkirî li ser gorîgehê bişewitîne.

16 Ya ji ber mayî wê Harûn û kurên wî bixwin. Wekî nanê şikeva, wê li dereke pîroz, li hewşa Konê Hevdîtinê bixwin.

17 Divê ew bi hevîrtirş neyê pehtin. Min ev ji pêşkêşiyên min ên şewitandinê wekî para kahinan da. Wekî pêşkêşiya paqijiyê û pêşkêşiya berdêlê ev jî gelekî pîroz e.

18 Wê her zilamê ziriyeta Harûn jê bixwe. Ev di nav nifşên we de, wê ji pêşkêşiyên şewitandinê bibe para wan a herheyî. Her kesê li pêşkêşiyan bikeve, divê pîroz bibe.’”

19 Xudan ji Mûsa re got:

20 “Pêşkêşiya ku wê di roja ku kahin bê kifşkirin de Harûn û kurên wî pêşkêş bikin ev e: Dehyeka efaya arvanê hûr, nîvî serê sibê, nîvî jî êvarê bê pêşkêşkirin.

21 Wê pêşkêşî bi zeytê bê hevîrkirin û li ser sêlê bê pehtin. Wê pêşkêşiya dexlê bînin û wekî pariyên pehtî pêşkêş bikin ku bêhna wan bi Xudan xweş tê.

22 Wê kahinê kifşkirî yê ku ji ziriyeta Harûn e, pêşkêşî Xudan bike. Ev qanûna herheyî ya Xudan e. Wê bi tevahî bê şewitandin.

23 Wê hemû pêşkêşiyên dexlê yên kahinan bi tevahî bên şewitandin, wê jê neyê xwarin.”


c) Pêşkêşiya Paqijiyê

24 Xudan ji Mûsa re got:

25 “Ji Harûn û kurên wî re bêje: ‘Rê û rêbaza pêşkêşiya paqijiyê ev e: Wê pêşkêşiya paqijiyê li dera ku qurbanên şewitandinê tên serjêkirin, li hizûra Xudan bê serjêkirin. Ew gelekî pîroz e.

26 Kahinê ku pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş dike, wê li dereke pîroz, li hewşa Konê Hevdîtinê jê bixwe.

27 Her kesê li goştê wê bikeve, divê pîroz bibe. Heke xwîna wê bipeşke ser kincê yekî, divê kinc li dereke pîroz bê şûştin.

28 Dîzika ku goşt tê de hatiye kelandin, divê bê şikandin. Heke di tiştekî tûnc de hatibe pehtin, divê baş bê celandin û bi avê bê şûştin.

29 Her zilamê ji ziriyeta kahinan e, dikare jê bixwe. Ev gelekî pîroz e.

30 Lê ji pêşkêşiya paqijiyê ya ku xwîna wê tînin Konê Hevdîtinê û bi kefaret tê dayîn, nayê xwarin. Wê bê şewitandin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ