Lêwiyî 27 - Kurmanji ÎncîlLi ser pêşkêşiyên sozdanê 1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Heke kesek soz bide ku kesekî din ji Xudan re kifş bike, wê li gorî berdêla te bê kifşkirin. 3 Berdêla mêrekî ji bîst salî heta şêstan, li gorî şekelê Pîrozgehê, wê pêncî şekel be. 4 Heke jin be, wê berdêla wê sî şekel be. 5 Heke kes ji pênc salî heta bîst salî be, wê ji bo kur bîst şekel, ji bo keçikê deh şekel be. 6 Heke ji yekmehî heta pêncsalî be, wê berdêla kur pênc şekel zîv, berdêla keçikê jî sê şekel zîv be. 7 Heke şêst salî yan mezintir be, wê berdêla mêr panzdeh şekel, berdêla jinê jî deh şekel be. 8 Heke kesek feqîr û hêza wî têra berdêlê neke, wê li pêş kahin bisekine û wê kahin bi qasî hêza kesê ku ji Xudan re kifş kir, berdêlê diyar bike. 9 “‘Heke kesek soz bide ku wê heywanekî pêşkêşî Xudan bike, wê ew heywan ji bo Xudan pîroz bê hesibandin. 10 Kesê soz daye nikare wî biguherîne yan ji bo wî berdêlê bide. Wê xerab bi baş re, baş jî bi xerab re neguherîne. Heke ew bixwaze ji bo wî heywanekî din bide jî, wê herdu heywan pîroz bên hesibandin û pêşkêşkirin. 11 Heke li ser heywanekî qirêj ku ji Xudan re nayê pêşkêşkirin be, wê wî bibin pêşberî kahin. 12 Heywan baş an xerab be, wê kahin berdêla wî bihesibîne û berdêlê diyar bike. 13 Lê heke xweyî bixwaze wî bi şûn ve bistîne, wê ji pêncan yekê berdêla ku kahin diyar kiriye jî deyne ser. 14 “‘Heke kesek xaniyekî ji Xudan re kifş bike, wê kahin berdêla wî diyar bike. Çi baş çi xerab be, wê li gorî berdêla ku kahin diyar kiriye, be. 15 Heke ew kes bixwaze xênî bi şûn de bistîne, wê ji pêncan yekê berdêla kahin diyar kiriye jî deyne ser. 16 “‘Heke kesek soz bide ku zeviyeke ji milkê wî ji Xudan re kifş bike, wê berdêla wê li gorî tovê ku ew direşînin be. Wê ji bo homerek cehê tov re, pêncî şekel bê hesibandin. 17 Heke ew soza zeviyê di Sala Azadiyê de bide, wê berdêla ku hatiye hesibandin derbas bibe. 18 Heke wî soza zeviyê piştî Sala Azadiyê dabe, wê kahin li gorî salên ku ji Sala Azadiyê re mane berdêla zeviyê bihesibîne. Wî çaxî wê berdêla zeviyê kêmtir be. 19 Heke kesê ku soza zeviyê daye bixwaze wê bi şûn de bistîne, wê ji pêncan yekê berdêla ku kahin diyar kiriye jî deyne ser û wê zevî jê re bimîne. 20 Heke berdêla di ber zeviyê de nehatibe dayîn an wî zevî firotibe kesekî din, êdî ew bi şûn ve nayê standin. 21 Lê gava zevî di Sala Azadiyê de tê kirîn, wê wekî zeviya hatiye veqetandin ji Xudan re pîroz be û bibe milkê kahin. 22 “‘Heke kesek soz bide ku zeviyeke ne milkê wî ye lê bi pere kiriye, ji Xudan re kifş bike, 23 wê kahin heta Sala Azadiyê berdêla zeviyê bihesibîne û berdêlê diyar bike. Wê ew kes berdêlê di wê rojê de bide. Ew berdêl ji Xudan re pîroz e. 24 Di Sala Azadiyê de, wê zevî li xweyê milkê ku jê hatiye kirîn vegere. 25 Hemû berdêlên ku tên hesibandin wê li gorî şekelê Pîrozgehê bin. Bîst gera şekelek e. 26 “‘Her heywanê pêşî ku hatiye dinyayê, yê Xudan e. Tu kes nikare heywanekî pêşî ji Xudan re kifş bike. Çi dewar, çi pez, hemû êdî yê Xudan in. 27 Heke ji nav heywanên qirêj be, kesê ku dikire wê berdêla ku kahin diyar dike bide û ji pêncan yekan jî deyne ser. Heke berdêla wî neyê dayîn, wê li gorî berdêla ku kahin kifş kiriye bê firotin. 28 “‘Çi mirov, çi heywan û çi jî zeviya ku bi milkî maye, her tişta kesekî ku ji Xudan re hatiye veqetandin, wê neyê firotin û bi şûn de neyê standin. Çimkî her tişta veqetandî ji Xudan re bi zêdebarî pîroz e. 29 Wê tu berdêla kesê ku ji Xudan re hatiye veqetandin neyê dayîn. Wê esse bê kuştin. Pêşkêşiyên dehyekê 30 “‘Tovê erdê be yan jî tovê fêkiyê darê be, hemû dehyeka ji erdê ya Xudan e. Ew ji Xudan re pîroz e. 31 Heke kesek bixwaze berdêla pareke dehyekên xwe bide ku bi şûn de bistîne, wê ji pêncan yekê wê deyne ser. 32 Hemû dehyekên pêz û dewêr, her heywanê dehan ê di hejmartinê de ku di bin darê şivan re derbas dibe, ji bo Xudan pîroz e. 33 Wê xweyê pêz, ya baş û xerab, ji hev neqetîne û bi hev neguherîne. Heke biguherîne, wê herdu heywanên ku hatine guhertin jî pîroz bên hesibandin. Li ser vê yekê berdêlên wan wê neyên dayîn û wê bi şûn de neyên standin.’” 34 Emrên ku Xudan li Çiyayê Sînayê ji bo gelê Îsraêl dan ev in. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey