Îşaya 55 - Kurmanji ÎncîlGaziya Xwedê 1 “Ya her kesên ku tî bûne, werin avê! Ya kesên bêpere! Werin, bikirin û bixwin! Werin! Bêpere û bêbergîdan Şîr û şerabê bikirin! 2 Hûn çima pereyê xwe ji bo tiştê ku ne nan e didin? Hûn çima keda xwe ji bo tiştê ku têr nake dirijînin? Baş min bibihîzin! Bila hûn tiştên qenc bixwin, Bila bi xwarina dewlemendan canê we zewqê bistîne. 3 “Guh bidin, werin ba min. Bibihîzin ku canê we bijî! Ezê peymaneke herheyî bi we re çêkim, Ji bo xatirê dilovaniya min a dilsoz a ji Dawid re. 4 Va ye, min ew kir şahid ji bo neteweyan, Min ew kir serwer û fermandar ji bo neteweyan. 5 Va ye, tê gazî miletekî bikî ku te nas nake. Miletê ku bi te nizane, Wê ji bo Xwedayê te Xudan, Ji bo Pîrozê Îsraêl baz bidin werin ba te. Çimkî Xudan tu birûmet kirî.” 6 Hê ku fersenda dîtina wî heye, li Xudan bigerin, Hê ku nêzîk e gazî wî bikin. 7 Bila kesê xerab dev ji riya xwe, Bila kesê neheq dev ji fikrên xwe berde. Bila ew li Xudan vegerin Ku ew li wan were rehmê. Bila ew li Xwedayê me vegerin, Çimkî wê bi zêdebarî bibexişîne. 8 “Çimkî fikrên min ne fikrên we ne Û riyên we ne riyên min in.” Ev e gotina Xudan. 9 “Çimkî çawa ku ezman ji erdê bilind in, Riyên min ji riyên we, Fikrên min ji fikrên we bilindtir in. 10 Çawa ku berf û baran ji ezmanan tê xwarê Û bêyî ku erdê av bide nazivire jorê ku Bihêle erd şîn bibe û ber bide, Tov dide cotkaran û nan dide kesên dixwin, 11 Wê peyva ji devê min derdikeve jî wisa be. Wê vala nezivire ba min, Lê wê daxwaza min pêk bîne Û di karê ku min dayê de bi ser bikeve. 12 “Hûnê esse bi şahî derkevin Û Bi xêr û silamet rêberiya we bê kirin. Wê gir û çiya li pêş we bi şahî biqîrin, Wê hemû darên mêrgan li çepikan bixin. 13 Wê di şûna devî û diriyan de çam, Di şûna gezgezkê de dara mêrsînê şîn bibe. Wê ev yek ji bo Xudan bibe nav û deng, Bibe nîşaneke herheyî ku nayê avêtin.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey