Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Îşaya 28 - Kurmanji Încîl


Wey li Efrayîmê

1 Wey li taca quretiya serxweşên Efrayîmê Û kulîlka çilmisî ya xweşikî û rewnaqiya wê Ku li ser deşta bi ber e. Wey li taca wan kesan ku li ber şerabê têk çûne.

2 Va ye! Zilamekî hêzdar û wêrek ê Reb heye! Ew wekî taviya zîpikê, Wekî bahoza ku hildiweşîne, Wekî bahoza lehiyên rabûyî yên mezin e. Wê bi destê wî wan li erdê bixe.

3 Wê taca quretiya serxweşên Efrayîmê Di bin lingan de bê perçiqandin.

4 Kulîlka çilmisî ya xweşikî û rewnaqiya wê Ku li ser deşta bi ber e, Wê bibe wekî hejîra beriya havînê. Kesê bibîne wê dest bavêjê û daqurtîne.

5 Wê rojê wê Xudanê Karîndar Ji gelê xwe yê mayî re Bibe taca xweşik û tacegula rewnaq!

6 Wê ji kesê ji bo dadbariyê rûdine re Bibe ruhê edaletê Û ji kesên li ber dergehê bajêr Êrîşkaran dişikênin re bibe hêz.


Hişyariyên kahin û pêxemberên xerab

7 Kesên ji ber şerabê dişewişin Û ji ber meyê diterpilin jî ev in, Kahin û pêxember ji ber meyê dişewişin, Ji ber şerabê tevlihev dibin, Ji ber meyê diterpilin. Gava dîtinî dibînin, dişewişin. Gava dadbarî dikin, diterpilin.

8 Her sifre bi pîsîtî û vereşînê tije bû, Dereke paqij nema.

9 Dibêjin: “Ma wê zanînê hînê kê bike? Ma wê ji kê re pêxemberiyê bike? Ji kesên ji şîr hatine vekirin? Ji pêsîrê hatine kirin?

10 Çimkî ya wan wisa ye: Emir li ser emran, emir li ser emran, Rêzik li ser rêzikan, rêzik li ser rêzikan, Piçek ji vir, piçek ji wir!”

11 Wê Xudan esse bi lêvên jê nayê fêmkirin, Bi zimanekî din Ji vî gelî re bêje.

12 Wî ji wan re got: “Rihetî ev e, Vê rihetiyê bidin kesên westa. Bêhnvedan ev e.” Lê gelê wî nexwest guhdarî bike.

13 Wê gotina Xudan ji wan re wisa bibe: Emir li ser emran, emir li ser emran, Rêzik li ser rêzikan, rêzik li ser rêzikan, Piçek ji vir, piçek ji wir! Wê herin, li ser piştê bikevin, Bişikên, bikevin dafikê û bên girtin.

14 Loma bibihîzin gotina Xudan, tinazkarno! Hûn ên li Orşelîmê, serweriya vî gelî dikin!

15 Ji ber ku we got: “Me bi mirinê re peyman çêkir, Me bi diyarê miriyan re li hev kir. Gava belaya mezin derbas bibe Wê negihîje me. Çimkî me derewan ji xwe re kir sitargeh, Me xwe di bin hîleyê de veşart.”

16 Loma Reb Xudan wiha dibêje: “Va ye ez li Siyonê kevirekî bingehîn, Kevirekî ceribandî, Kevirekî hêja yê riknê yê ewle datînim. Kesê bawer dike wê telaşê neke.

17 Ezê heqiyê bikim benê pîvanê Û rastiyê bikim şaqul. Wê zîpik sitargeha derewan bimale û bibe. Wê lehî dera ku we xwe lê veşartiye dagire.”

18 Wê peymana we ya bi mirinê re xera bibe, Wê lihevkirina we ya bi diyarê miriyan re jî rabe. Çaxê belaya mezin derbas bû, Wê ew we di bin lingan de biperçiqîne.

19 Her gava ev bela bê, Wê we bigire. Wê sibe li ser sibê Wê bi şev û roj derbas bibe. Wê fêmdariya vê xeberê Tenê bibe tirs û saw.

20 Çimkî dewşek ji bo xwedirêjkirinê kin e, Lihêf ji bo xwenixamtinê berteng e.

21 Çimkî Xudan Çawa li Çiyayê Perasîmê rabû, Wê rabe. Çawa li Deşta Gîvonê hêrs bû, Wê hêrs bibe. Wê karê xwe temam bike, Karekî wî çiqas ecêb e! Wê xebata xwe temam bike, Xebata wî ewqas balkêş e!

22 Êdî tinazên xwe nekin, An na, wê werîsên we bên şidandin. Çimkî min fermana helakirina seranserê welêt Ji Reb Xudanê Karîndar bihîst.

23 Guh bidin, dengê min bibihîzin! Guhdar bin, gotina min bibihîzin!

24 Ma cotkar hergav diçîne? Ma hergav axa xwe dikole û tevrik dike?

25 Piştî ku wî rûyê axê sererast kir, Tovê çorekê najo? Kîmyonê jî nareşîne? Ma ew genim rêz bi rêz, Ceh li dera kifşkirî Û genimê sor danayîne cihê wî?

26 Çimkî Xwedayê wî, Wê wî bîne riya edaletê Û hînî wî dike.

27 Çimkî giyayê çorekê bi cercera bênderê gêre nabe, Tekelê erebeyê jî di ser kîmyonê re nayê gerandin. Giyayê çorekê bi dar, Kîmyon jî bi şivikê tê kutan.

28 Genim ji bo nan tê hêrandin, Lê hergav nayê kutan. Tekelê erebeyê û hesp Di ser wî re derbas jî bibin, Genim naperçiqînin.

29 Ev yek jî, ji Xudanê Karîndar tê. Şîretên wî nûwaze ne, Ew di şehrezayiyê de mezin e.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ