Îşaya 18 - Kurmanji ÎncîlPêxemberiya li dijî Kûşê 1 Wey li welatê ku vizîna perê kuliyan jê tê, Li wî welatê li aliyê din ê çemên Kûşê! 2 Welatê bi kelekên ji zilan hatiye çêkirin Û di Nîlê re qasidan dişîne. Ya qasidên bi lez û bez! Herin ba miletekî bejindirêj û çermhilû, Ba wî gelê ku dûr û nêzîk jê ditirsin, Miletekî gelekî hêzdar ku di bin lingan de diperçiqîne Û welatê wî, çeman ji hev vediqetîne. 3 Hûn hemû şêniyên dinyayê, Mirovên li ser rûyê erdê rûdinin, Gava al li serê çiyayan tê daçikandin, binêrin! Gava dengê boriyê tê, guhdar bin! 4 Çimkî Xudan ji min re wiha got: “Wekî tava zelal di ronahiya rojê de, Mîna ewrê xunavê di germa dema palehiyê de, Ezê bi bêdengî ji cihê xwe mêze bikim.” 5 Çimkî beriya çinîna tirî, Çaxê kulîlk jê weşiyan Û cûr bû tirî, Wê rezvan bi kêra xwe çiqlan bibire Û şivikan jêke û bajêve. 6 Wê hemûyan ji teyrên dirinde yên çiyayan Û heywanên erdê re bihêle. Wê teyrên dirinde li ser wan havînê biborînin Û hemû heywanên erdê li ser wan zivistanê derbas bikin. 7 Wî çaxî wê miletekî bejindirêj û çermhilû diyariyan ji Xudanê Karîndar re bîne. Ew milet hêzdar e, dûr û nêzîk jê ditirsin. Ew di bin lingan de diperçiqîne û welatê wî çeman ji hev vediqetîne. Ev milet wê ji wir diyariyan bîne Çiyayê Siyonê, dera navê Xudanê Karîndar tê de ye. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey