Îşaya 15 - Kurmanji ÎncîlPêxemberiya li dijî Moavê ( Yêremya 48:29-36 ) 1 Peyama li ser Moavê: Di şevekê de Er-Moav wêran û tune bû! Di şevekê de Qîr-Moav wêran û tune bû! 2 Mala Dîvon rabû, Ji bo girînê çû bilindciyên perizînê. Moav li ser Nebo û Mêdevayê dike zarîn, Her kes porê xwe, rihê xwe kur dike. 3 Di kuçeyan de çûx li xwe dikin. Li serban û meydanan, Zarîna hemûyan, lehiya hêsiran. 4 Heşbon û Êlele dikin hewar, Dengê wan digihîje heta Yahasê. Loma çekdarên Moavê diqîrin, Canê wan dilerize. 5 Dilê min ji bo Moavê dike hewar, Filitiyên wan direvin Soarê, Direvin Eglat-Şelîşiyayê. Di Hevrazê Lûhîtê de, Bi girî hildikişin. Di riya Horonayîmê de, Hewarê li ser şikestina xwe dikin. 6 Avên Nimrîmê ziwa bûn. Giya çilmisî, Giyayê teze nema, Şînahî êdî tune bû. 7 Loma serweta wan stand û da hev, Di ser Geliyê Spîndaran re hildidin û dibin. 8 Hewara wan sînorên Moavê rapêça. Zarîna wan gihîşt Eglayîmê, Zarîna wan gihîşt Beêr-Elîmê. 9 Ava Dîmonê bi xwînê tije bû, Lê ezê hê zêdetir bînim serê wê, Ezê şêrekî bişînim ser filitiyên Moavê, Ser kesên li welêt sax mane. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey