Helbesta Helbestan 5 - Kurmanji ÎncîlLawik 1 Ez ketim bexçeyê xwe, dotmama min, bûka delal! Min mûra xwe da hev bi biharata xwe, Min şana xwe, tevî hingivê xwe xwar. Min şeraba xwe, tevî şîrê xwe vexwar. Hevalno bixwin, vexwin! Ji hezkirinê kêfxweş bin, evîndarno! Hevalên Keçikê Keçik 2 Ez radizam, lê dilê min şiyar bû. Guhdar bin, evîndarê min li derî dixe! “Derî li min veke, dotmama min, yara min, Kevoka min a bêqisûr! Ji xunavê şil bû serê min, Ji dilopên şevê porê min.” 3 Min kirasê xwe deranî, Ezê çawa dîsa li xwe bikim? Min lingên xwe şûştin, Ezê çawa dîsa wan qirêj bikim? 4 Evîndarê min destê xwe di qula derî re deranî, Dilê min ji bo wî hilperikî. 5 Rabûm ku derî ji evîndarê xwe re vekim. Mûr bi ser destê min de herikî, Bi ser tiliyên min de rijiya Ser destiyê şopikê. 6 Min derî ji evîndarê xwe re vekir, Lê evîndarê min rabûbû çûbû. Gava peyivîbû, min xwe winda kiribû. Ez lê geriyam, lê min nedît. Min gazî wî kir, lê bersiv neda. 7 Nobedar li bajêr rastî min hatin. Li min xistin, ez birîndar kirim. Wan nobedarên sûran, xêliya min rakir. 8 Ya keçên Orşelîmê! Ez sond bi we didim xwarin, Heke we evîndarê min dît, Jê re bêjin, ez nexweşê hezkirinê me. Hevalên Keçikê 9 Ma ferqa evîndarê te ji yên din çi ye? Jina herî delal! Ferqa evîndarê te ji yên din çi ye Ku tu me wisa didî sondê? Keçik 10 Evîndarê min rûsor û spî ye, Di nav deh hezaran de bijare ye. 11 Serê wî ji zêrê xas e. Porê wî jî xelekî ye Û wekî rengê qijakê reş e. 12 Çavên wî, wekî kevokên li ber çeman in Ku bi şîr hatine şûştin. Herdu jî lihevhatî ne 13 Dêmên wî wekî mişara kulîlkên bêhnxweş e, Lêvên wî sosinî ne Ku wekî rûnê mûrê diherike. 14 Zendên wî, wekî lûleyên zêrîn ên bi fîrûze nexşkirî ne. Gewdeya wî, wekî ji diranê fîlan çêkirî Ya bi kevirên lapîsê xemilandî ye. 15 Teşkên wî stûnên mermerî ne, Li ser piyên zêrê xas danîne. Bejn û bala wî wekî Lubnanê, Wekî dara sedrê ya bijare ye. 16 Devê wî gelek şîrîn e, Her dera wî xweş e. Wisa ye evîndarê min, Wisa ye hevalê min, Ya keçikên Orşelîmê. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey