Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Helbesta Helbestan 1 - Kurmanji Încîl

1 Helbesta herî xweş a Silêman e.


Keçik

2 Bila ew min bi ramûsanên devê xwe maç bike. Hezkirina te ji şerabê çêtir e.

3 Bêhna miskên te çi xweş in, Navê te wekî miska rijiyayî ye. Loma keçik ji te hez dikin.

4 Bi destê min bigire, birevîne! Bila padîşah min bibe odeyên xwe. Emê bi te re şa û kêfxweş bibin. Emê ji şerabê zêdetir, Hezkirina te bi bîr bînin. Heqê wan heye ji te hez bikin.


Hevalên keçikê Keçik

5 Ez reşik im, lê xweşik im. Ya keçên Orşelîmê, Mîna konên Qêdarê, Mîna perdeyên konê Silêman im.

6 Li reşikbûna min nenêrin, Tavê ez şewitandim. Hêrs bûn ji min kurên diya min, Wan ez kirim nobedarê rezan, Lê min bala xwe neda rezê xwe.

7 De ka ji min re bêje evîndarê min, Tu pezê xwe li ku derê diçêrînî? Nîvro li ku mexel tînî? Çima li ba keriyên hevalên te Bibim jineke rûyê xwe dinixême?


Hevalên Keçikê

8 Ya delala nav jinan, Heke tu nizanî, Bide pey şopa pêz Li ber konên şivanan, Karikên xwe biçêrîne.


Lawik

9 Ez te dişibînim mehîna erebeyên Firewn, yara min.

10 Dêmên te bi xemlan, Stûyê te bi gerdeniyan çiqas xweşik e.

11 Emê ji te re xemlên zêrîn çêkin, Bi pariyên zîvîn.


Keçik

12 Gava padîşah li ser sifrê bû, Bêhna xweş a rûnê min ê simbilî fûriya.

13 Evîndarê min, kîsikê mûrê Ku di sing û berê min de veşartiye.

14 Evîndarê min, wekî qevdek kulîlka hinê ye, Li nav rezên Eyn-Gedî.


Lawik

15 Ax tu çiqas delal î, yara min! Ax tu çiqas delal î. Çavên te mîna kevokan in.


Keçik

16 Tu çiqas lihevhatî yî, yarê min! Çiqas şîrîn î. Mêrga kesk ji bo me nivîn e.


Lawik

17 Kêranên mala me ji darên sedrê ne, Textên banê me ji darên biyê ne.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ