Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Hejmartin 9 - Kurmanji Încîl


Cejna Derbasbûnê

1 Di meha pêşî ya sala diduyan a derketina ji welatê Misrê de, Xudan li Beriya Sînayê ji Mûsa re got:

2 “Bila gelê Îsraêl di dema kifşkirî de Cejna Derbasbûnê pîroz bike.

3 Hûnê di dema kifşkirî, di çardehê vê mehê de, ber êvarê vê bikin. Hûnê li gorî hemû qanûn û rêbazên wê, Cejna Derbasbûnê pîroz bikin.”

4 Mûsa li gelê Îsraêl emir kir ku Cejna Derbasbûnê pîroz bikin.

5 Îcar wan li Beriya Sînayê, di çardehê meha pêşî de, ber êvarê Cejna Derbasbûnê pîroz kir. Gelê Îsraêl her tiştî bi awayê ku Xudan li Mûsa emir kiriye pêk anî.

6 Lê hinek kes hebûn ku dest dabûn miriyan û qirêj bûbûn. Wan wê rojê nikaribûn Cejna Derbasbûnê pîroz bikin. Wê rojê hatin ba Mûsa û Harûn.

7 Wan ji Mûsa re got: “Ji ber ku me dest daye miriyan, em qirêj bûne. Lê çima destûr tuneye ku em di dema kifşkirî de bi Îsraêliyên din re ji Xudan re pêşkêş bikin?”

8 Mûsa ji wan re got: “Ka bisekinin, ez bibihîzim Xudan ji bo we çi emir kiriye.”

9 Xudan ji Mûsa re got:

10 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Yekî ji we yan jî yekî ji ziriyeta we ji ber ku dest dabe miriyan û qirêj bûbe yan li rêwîtiyeke dûr be, dîsa dikare Cejna Derbasbûnê ya Xudan pîroz bike.

11 Wê di çardehê meha diduyan de ber êvarê wê bike. Wê bi nanê şikeva û bi giyayên tehl re bixwe.

12 Wê ew heta serê sibê ji xwarinê tiştekî nehêlin û hestiyekî wê neşikênin. Wê Cejna Derbasbûnê li gorî hemû rê û rêbazên wê pîroz bikin.

13 Lê yekî ku paqij e û ne li rêwîtiyê ye û Cejna Derbasbûnê pîroz neke, wê ji nav gelê xwe bê avêtin. Madem wî di dema kifşkirî de pêşkêşî Xudan nekiriye, wê cezayê gunehê xwe bikişîne.

14 “‘Heke xerîbek di nav we de bimîne û bixwaze ji Xudan re Cejna Derbasbûnê pîroz bike, wê li gorî qanûn û rêbazên wê, bike. Wê ji bo we, qanûneke welatiyan û xerîban hebe.’”


Ewrê li ser Konê Hevdîtinê
( Derketin 40:34-38 )

15 Roja ku mesken hat danîn, ewran meskên ango Konê Şahidiyê nixamt. Ji êvarê heta serê sibê di şiklê êgir de li ser meskên sekinî.

16 Ev hergav wiha bû. Ewr mesken dinixamt û bi şev şiklê êgir hebû.

17 Gava ewr ji ser kon radibû, gelê Îsraêl koç dikir. Ewr li ku derê bisekiniya, Îsraêliyan li wê derê kon vedida.

18 Li gorî fermana devê Xudan, gelê Îsraêl koç dikir û li ser fermana devê Xudan kon vedida. Di hemû rojên ku ewr li ser meskên dima de, ji cihê xwe ranedibûn.

19 Gava ewr demeke dirêj li ser meskên dima, gelê Îsraêl fermana Xudan pêk dianî û bi rê nediketin.

20 Carna ewr ji bo çend rojan li ser meskên dima. Wî çaxî li ser fermana devê Xudan li cihê xwe diman û li ser fermana devê Xudan jî wan koç dikir.

21 Carna ewr ji êvarê heta serê sibê dima û gava serê sibê radibû, wan koç dikir. Bi şev an bi roj, gava ewr ji ser kon rabûya wan koç dikir.

22 Dixwazî du roj, dixwazî mehek an demeke dirêj, heta ewr li ser meskên dima, Îsraêlî li cihê xwe diman û bi rê nediketin. Lê gava ewr radibû wan koç dikir.

23 Wan li ser fermana devê Xudan kon vedida û li ser fermana devê Xudan koç dikir. Bi vî awayî wan fermana Xudan ku bi riya Mûsa hat dayîn, pêk anî.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ