Hejmartin 30 - Kurmanji ÎncîlRê û rêbazên li ser sozdanê 1 Mûsa ji serekên eşîrên Îsraêl re got: “Ya ku Xudan emir kir, ev e: 2 ‘Heke kesek ji Xudan re soz bide yan sond bixwe û xwe bi vî awayî bixe bin barekî, divê ew gotina xwe xera neke û li gorî her tiştê ku ji devê wî derketiye bike. 3 “‘Heke jineke ciwan a ku hê li mala bavê xwe ye, ji Xudan re soz bide û xwe bixe bin barekî, 4 bavê wê jî bibihîze ku wê soz daye û xwe xistiye bin barekî û herwiha bêdeng bimîne, wê soza ku jinikê daye û barê ku xwe xistiye binî li ser wê bimîne. 5 Lê heke bavê wê roja ku ev yek bihîst li dij derkeve, wê soza ku keçikê daye û barê ku xwe xistiye binî betal bibe. Wê Xudan keçikê bibexişîne, çimkî bavê wê li dij derketiye. 6 “‘Heke keçika ku soz da yan jî bêyî ku bifikire xwe bixe bin barekî û bizewice, 7 mêrê wê vê yekê bibihîze û roja ku bihîstiye bêdeng bimîne, ew soz û barê ku keçikê xwe xistiye binî wê li ser wê bimîne. 8 Lê heke mêrê wê bibihîze û li dij derkeve, wê soza li ser wê û gotina bêyî ku bifikire gotiye û bi vî awayî xwe xistiye bin bar betal bibe. Wê Xudan keçikê bibexişîne. 9 “‘Lê wê soza ku jinebî yan jina ku ji mêrê xwe qetiyaye soz daye yan barê ku xwe xistiye binî li ser wê bimîne. 10 “‘Heke jinek li mala mêrê xwe soz dabe û sond xwaribe û xwe xistibe bin barekî, 11 mêrê wê jî bibihîze, bêdeng bimîne û li dij dernekeve, wê hemû sozên wê û barên ku xwe xistiye binî li ser wê bimînin. 12 Lê gava mêrê wê vê yekê bibihîze, ew bi tevahî betal bike, wê tevahiya soza ku ji devê wê derketiye û barên ku wê xwe xistiye binî betal bibin. Mêrê wê ew betal kirine û wê Xudan wê bibexişîne. 13 Mêrê jinikê, her soz û barê ku jina wî, ji bo dev ji nefsa xwe berde, bi sond xwe xistiye binî, dikare qebûl bike yan jî betal bike. 14 Lê heke mêrê wê di wê rojê de li ber vê yekê bêdeng bimîne, ew hemû sozên wê û barên ku wê xwe xistiye binî li ser wê bimînin. Çimkî ew di roja ku bihîstiye de li dij derneketiye. 15 Lê heke mêrê wê tiştên ku bihîstine, piştî demekê betal bike, wê sûcê jinikê bikeve stûyê wî.’” 16 Qanûnên Xudan li ser jin û mêrê wê û li ser bav û keça wî gava ew ciwan û li mala bavê xwe ye li Mûsa emir kirine, ev in. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey