Hejmartin 17 - Kurmanji ÎncîlGopalê Harûnê Kahin 1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Ji gelê Îsraêl re bêje, bila ji bo her serekê eşîrekê gopalekî hebe, ji bo duwanzdeh eşîran, duwanzdeh gopal bînin. Navê her serekî li ser gopalê wî binivîse. 3 Tê li ser gopalê eşîra Lêwî navê Harûn binivîsî. Wê ji bo serekê her eşîrekê gopalek hebe. 4 Tê wan di Konê Hevdîtinê yê ku ez bi we re dicivim de deynî ber Sindoqa Şahidiyê. 5 Wê gopalê zilamê ku ezê hilbijêrim şax bide. Wî çaxî ezê dawî li gazinên gelê Îsraêl bînim ku hergav li we dikin.” 6 Mûsa bi gelê Îsraêl re peyivî û serekên wan ji bo her eşîrekê gopalekî dan Mûsa. Wan bi awayê ku ji her serekekî re yek bikeve, duwanzdeh gopal danê. Gopalê Harûn jî di nav wan de bû. 7 Mûsa gopal li konê ku Sindoqa Şahidiyê lê ye danîn hizûra Xudan. 8 Dotira rojê Mûsa çû Konê Peymanê. Dît ku gopalê Harûnê ku Mala Lêwiyiyan temsîl dike, şax vedaye, kulîlk vekiriye û behîv şîn bûne. 9 Mûsa hemû gopal ji hizûra Xudan hildan û nîşanî gelê Îsraêl da. Wan lê nêrî û her kesî gopalê xwe hilda. 10 Xudan ji Mûsa re got: “Ji bo li dijî kesên serî hildidin bibe nîşanek, tu gopalê Harûn hilde û deyne ber Sindoqa Şahidiyê. Wê ev bibe dawiya gazina wan a li dijî min ku ew nemirin.” 11 Mûsa wiha kir. Çawa ku Xudan lê emir kir, wî wiha kir. 12 Gelê Îsraêl ji Mûsa re got: “Va ye, em tune dibin! Em dimirin! Emê hemû tune bibin! 13 Her kesê nêzîkî Meskenê Xudan dibe, tune dibe. Ma emê hemû bimirin?” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey