Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Eyûb 42 - Kurmanji Încîl


Eyûbê Pêxember tobe dike

1 Eyûb bersiva Xudan da û got:

2 “Ez dizanim tu dikarî her tiştî bikî Û tu armanceke te nayê astengkirin.

3 Te got: ‘Ev zilam kî ye ku şêwrê bi nezanî reş dike?’ Rast e, min gotinên ku min jê fêm nedikirin gotin, Tiştên ku ji min zêde ne û min nizanibû.

4 “Te got: ‘Niha guhdar be, ez bêjim. Ez ji te bipirsim, tu bi min bide zanîn!’

5 Min li ser te bi guhan bihîstibû, Lê niha ez bi çavê xwe te dibînim.

6 Loma ez xwe kêm dibînim Û di nav toz û xweliyê de tobe dikim.”


Biryara Xudan

7 Piştî ku wî ji Eyûb re wiha got, Xudan ji Êlîfazê Têmanî re got: “Hêrsa min li dijî te û herdu hevalên te ye. Çimkî we wekî Eyûb nekir û li ser min ya rast negot.

8 Niha ji bo xwe heft conega û heft beranan bibin û herin ba Eyûbê xulamê min û ji bo xwe qurbana şewitandinê pêşkêş bikin. Bila Eyûbê xulamê min ji bo we dua bike. Ezê duaya wî qebûl bikim û bergîdana ehmeqiya we nedim. Çimkî we wekî Eyûb nekir û li ser min a rast negot.”

9 Êlîfazê Têmanî, Bîldadê Şûahî û Sofarê Naemayî çûn û bi ya Xudan kir. Xudan duaya Eyûb qebûl kir.


Xwedê Eyûbê Pêxember vedigerîne firehiya berê

10 Gava Eyûb ji bo hevalên xwe dua kir, Xudan Eyûb vegerand firehiya berê. Xudan du qatî hebûna wî ya berê da Eyûb.

11 Hemû xwişk, bira û nasên wî yên berê hatin ba wî. Li mala wî, wan pê re xwarin xwar. Wan êşa wî parve kir û ji ber hemû belayên ku Xudan anîn serê wî, ew teselî kir. Her yekî perçeyek zîv û gustîleke zêrîn dan wî.

12 Xudan Eyûb ji destpêkê bêtir bereket kir. Çardeh hezar pezên wî, şeş hezar deveyên wî, hezar cot gayên wî û hezar kerên wî çêbûn.

13 Heft kur û sê keçên wî çêbûn.

14 Wî navê keça xwe ya pêşî Yemîma, ya diduyan Qesiya û ya sisêyan Qeren-Happûk danî.

15 Li tevahiya welêt delalên wekî keçên Eyûb tunebûn. Bavê wan, tevî birayên wan, mîras da wan jî.

16 Paşê Eyûb sed û çil salan jiya û wî çar nifş ji kur û neviyên xwe dîtin.

17 Eyûb kal bû û ji jiyanê têrbûyî mir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ