Eyûb 29 - Kurmanji ÎncîlEyûbê Pêxember 1 Eyûb peyama xwe berdewam kir û got: 2 “Xwezî ez wekî mehên berê bûma, Rojên ku Xwedê ez diparastim, 3 Dema qendîla wî li ser serê min dibiriqî Û ez di tariyê de bi ronahiya wî rêve diçûm, 4 Rojên min ên firehiyê Ku dostaniya Xwedê li ser konê min bû, 5 Hê jî Karîndar bi min re bû Û zarokên min li dora min bûn, 6 Çaxê riya min bi nivişkê dihat şûştin Û zinêr zeyt ji min re diherikand. 7 “Dema ez di dergehê bajêr re derbas dibûm Û min li meydanê kursiyê xwe datanî, 8 Xortan ez didîtim û xwe didan alî Û kal radibûn ser piyan û disekinîn. 9 Serekan jî dengên xwe dibirîn Û destên xwe didan ber devên xwe. 10 Dengê mîran dihate birîn Û zimanê wan bi jora devên wan ve dizeliqî. 11 Gava guh dibihîst, pesnê min dida, Çaxê çav didît, ez pîroz û bereket dikirim. 12 Çimkî min, bindestê dikir hewar Û sêwiyê bêpişt, rizgar dikir. 13 Bereketa kesê li ber mirinê, dihat ser min Û min dilê jinebî, bi kêfê şa dikir. 14 Min rastî wekî cil li xwe dikir, Xiftan û şaşika min wekî edaletê bûn. 15 Ez ji koran re çav, Ji kulekan re pî bûm. 16 Ez ji bo hejaran bav bûm Û min doza nenasan dikir. 17 Min erçenên neheqan dişikandin Û nêçîr ji nav diranên wan derdixist. 18 “Min digot: ‘Ezê hilma dawî li hêlîna xwe bidim Û rojên xwe wekî sêlakê zêde bikim. 19 Koka min digihîşt avê Û xunav hemû şevê li ser çiqlên min dima. 20 Rûmeta min herdem teze Û kevanê di destê min de hergav nû dibû.’ 21 “Mirovan guhdariya min dikir, Ew disekinîn û li ber şêwra min bêdeng diman. 22 Piştî gotina min, dengê xwe nedikirin, Peyva min li ser wan dilop dilop diket. 23 Çawa ku li benda baranê bin, li benda min diman, Wekî ku barana paşî vedixwarin, wan devên xwe vedikirin. 24 Gava ewlehiya wan tunebû, ez li wan dibişirîm, Wan ronahiya rûyê min reş nekir. 25 Min riya wan hildibijart û dibûm serwerê wan Di nav leşkeran de wekî padîşahek rûdiniştim, Ez wekî teselîkarê şîndaran bûm. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey