Eyûb 28 - Kurmanji ÎncîlHelbesta li ser lêgerîna şehrezayiyê 1 Bi rastî zîv li kana madenê, Cihê safîkirina zêr jî heye. 2 Hesin ji axê tê derxistin, Sifir ji kevir tê helandin. 3 Mirov dawî li tariyê tînin Û di taristan û şevereşê de Heta sînorê dawî li van keviran dikolin. 4 Dûrî dera kes lê dijî, ew kanan dikolin, Li dera lingê mirov jî, ji bîr kiriye, Ji her kesî dûr xwe davêje werîs û dihejîne. 5 Nan ji erdê dertê, Lê binê erdê bi êgir serobino dibe. 6 Di kevirên wê de lapîs, Tê de toza zêr jî heye. 7 Teyrê dirinde wê riyê nizane, Çavên teyrê baz nedîtiye. 8 Heywanên qure pê li wê derê nekiriye, Şêrek di wir re derbas nebûye. 9 Ew destê xwe dirêjî kevirê heste dike, Çiyayan ji kokê ve serobino dike. 10 Di nav zinaran re coyan vedike, Çavê wî her tiştê hêja dibîne. 11 Ji bo ku av neherike, çeman girê dide Û ya tarî dertîne ronahiyê. 12 Lê şehrezayî li ku derê dikare bê dîtin? Cihê fêmdariyê li ku ye? 13 Mirov qîmeta wê nizane Û ew li diyarê zindiyan nayê dîtin. 14 Ava kûr dibêje: “Ew ne di min de ye.” Derya dibêje: “Ne li ba min e.” 15 Berdêla wê bi zêrê xas nayê dayîn, Bihayê wê bi zîv nayê kişandin. 16 Bihayê wê bi zêrê Ofîrê, Bi onîksê hêja û lapîsê nayê pîvandin. 17 Ne zêr, ne jî cam wekî wê ye, Ew bi taximên zêrê xas jî nayê guhertin. 18 Li ba wê behsa mircan û krîstalê nabe, Bihayê şehrezayiyê di ser cewheran re ye. 19 Topazê Kûşê nabe wekî wê Bihayê wê bi zêrê xas nayê pîvan. 20 Şehrezayî ji ku derê tê? Cihê fêmdariyê li ku der e? 21 Ew ji çavê hemû jîndaran Û ji teyrên ezmanan hatiye veşartin. 22 Warê helakê û diyarê miriyan dibêjin: “Me xebera wê bi guhê xwe bihîst.” 23 Xwedê riya wê fêm dike, Ew bi cihê wê dizane. 24 Çimkî ew heta binê dinyayê dinêre Û her tiştên di bin seranserê ezmên de dibîne. 25 Gava wî hêz da bayê Û bi pîvekê av pîva, 26 Çaxê wî ji baranê re qanûn çêkir Û riya brûskên ezmanan danî, 27 Wî çaxî şehrezayî dît û eşkere kir, Wî ew ava kir û lê kola. 28 Wî ji mirov re got: “Va ye, tirsa Reb! Ev e şehrezayî! Fêmdarî jî, xwedûrxistina ji xerabiyê ye.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey