Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Eyûb 24 - Kurmanji Încîl

1 “Çima Karîndar ji bo dîwanê deman kifş nake? Ji bo çi kesên wî nas dikin rojên wî nabînin?

2 Xwedênenas kevirên sînoran ji cihê wan radikin Û keriyan didizin û diçêrînin.

3 Ew kerê sêwiyan diqewitînin Û gayê jinebiyê gerew digirin.

4 Ew hejaran ji rê averê dikin, Tevahiya bindestên welêt tev xwe vedişêrin.

5 Va ye, wekî kerên çolê ew diçin kar Û ji bo nêçîr û xwarina zarokên xwe, li beriyê digerin.

6 Ew êmê xwe li zeviyê didin hev, Efareya rezê kesekî xerab kom dikin.

7 Ew şeva xwe tazî û bêkinc derbas dikin, Di sermayê de lihêfa wan tuneye.

8 Bi taviya barana çiyê şil dibin, Ji ber tunebûna sitarê xwe dispêrin zinaran.

9 Kesê sêwî ji pêsîrê dikin Û zarokê bindest gerew digirin.

10 Ew tazî û bêkinc digerin, Birçî ne lê gurzan hildigirin.

11 Ew di nav latikên wan de zeytûnan diperçiqînin, Li mehseran tirî diguvêşin lê tî ne.

12 Nalîna mirovan ji bajêr tê, Canê birîndaran dike hewar. Lê Xwedê li vê neheqiyê nanêre.

13 “Ev kes serî li dijî ronahiyê radikin. Ew bi riyên wê nizanin Û li ser rêçikên wê naçin.

14 Kujer bi ronahiyê re radibe. Ew bindest û hejaran dikuje, Bi şev ew wekî dizan e.

15 Zinakar jî li benda avabûna rojê ye. Ew dibêje: ‘Kes min nabîne’ Û rûyê xwe dinixême.

16 Di tariyê de dîwarên xaniyan qul dikin. Bi roj xwe vedişêrin, Ew nizanin ronahî çi ye.

17 Li gorî wan taristan ronahiya sibê ye, Ew hevalên sawa taristanê ne.

18 “Hûn dibêjin: ‘Ew li ser avê bi lez winda dibin. Para wan a welêt nalet e, Tu kes berê xwe nade riya rezan.

19 Çawa ku ziwahî û germahî ava berfê dibe, Diyarê miriyan jî gunehkaran hiltîne.

20 Zikê dayikên wan jî wan ji bîr dike, Ew ji kurman re şîrîn dibin. Êdî neyên bibîranîn, Neheqî wekî daran tên birîn.

21 Ew zirarê didin jina kordunde ku zarokê wê tuneye Û qenciyê bi jinebiyê nakin.

22 Lê Xwedê zordaran bi hêza xwe dibe, Gava radibin ser piyan, wê ne ewle bin.

23 Gava ew ewlehiyê dide wan, ew tên piştgirîkirin, Çavê wî li ser riyên wan e.

24 Ew ji bo demeke kurt bilind dibin, Piştre tune dibin. Wekî hemû kesên din, wê bikevin û biçilmisin. Wekî serikê simbilan tên jêkirin.’

25 “Heke ne wiha ye, Kî dikare min derewkar derîne Yan nîşan bide ku gotinên min vala ne?”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ