Eyûb 18 - Kurmanji ÎncîlBîldadê Şûahî 1 Bîldadê Şûahî lê vegerand û got: 2 “Gelo tê heta kengê nêçîrvaniya peyvan bikî? Werin fêmdar bin ku em piştre biaxivin. 3 Çima em wekî heywanan tên hesibandin? Çima em li ber çavê te ehmeq in? 4 Tu ji ber hêrsa xwe perçe perçe dibî! Ma ji bo xatirê te wê terka dinyayê bê kirin? An wê zinar ji cihê xwe bên rakirin? 5 “Rast e, ronahiya xeraban ditefe Û pêta agirê wan ronî nake. 6 Ronahiya li konên wan tarî dibe Û qendîla li ba wan ditefe. 7 Hêza gavên wan kêm dibe, Pîlanên wan, wan li erdê dixe. 8 Erê lingên wan, wan dixe torê, Li ser dafikan birêve diçin. 9 Dafik pehniya wan digire, Kemîn wan zevt dike. 10 Hilboq ji bo wan di axê de hatine veşartin Û li ser rê kemînek heye. 11 Tirs û saw hawirdora wan dipêçin Û li pey pehniya wan dikevin. 12 Xela hêza wan dixwe, Felaket li benda terpilîna wan dimîne. 13 Her aliyê çermê wan tê xwarin, Wê mirin hestiyên wan daqurtîne. 14 Ew ji konê xwe yê ku pê ewle ne tên anîn Û deranîn pêş padîşahê sawê. 15 Agir li konê wan rûdine, Kukurd bi ser warê wan de tê rijandin. 16 Koka wan ji binî ve ziwa dibin Û ji jor ve çiqlên wan diçilmisin. 17 Bîranîna wan li dinyayê winda dibe, Di kuçeyan de navê wan namîne. 18 Ew ji ronahiyê ber bi tariyê ve tên kaşkirin, Ji dinyayê tên derxistin. 19 Di nav gelê wan de Ne kur, ne jî neviyê wan hene, Li warê wan tu kes namîne. 20 Kesên li rojava li tişta were serê wan şaş dimînin, Saw kesên li rojhilat digire. 21 Bi rastî warê neheqan wisa ye Û cihê xwedênenasan ev e.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey