Eyûb 11 - Kurmanji ÎncîlSofarê Naemayî 1 Sofarê Naemayî lê vegerand û got: 2 “Gelo ewqas gotin wê bêbersiv bimîne? Kesê zimandirêj wê mafdar bê hesibandin? 3 Gelo wê mirov li dijî gotinên te yên vala bêdeng bimînin? Gava tu tinazan bikî, wê kes te nede şermê? 4 Tu dibêjî: ‘Hînbûna min xas e, Ez di çavê te de pak im.’ 5 Lê xwezî Xwedê bigota Û devê xwe li dijî te vekira. 6 Wî sirên şehrezabûnê ji te re bigota, Çimkî têgihîştina wî qat bi qat e. Tu bizanibe ku Xwedê hinek sûcên te ji bîr jî kirin. 7 “Gelo tu dikarî sirên Xwedê yên kûr fêm bikî Û bigihîjî sînorên Karîndar? 8 Ew bi qasî ezmanan bilind in, tu dikarî çi bikî? Ji diyarê miriyan kûrtir in, tu çi jê fêm dikî? 9 Pîvana wan ji dinyayê dirêjtir, Ji deryayan firehtir e. 10 “Heke ew derbas bibe û te bixe girtîgehê, Heke ew te derxe ber dîwanê, kî dikare jê re bibe asteng? 11 Çimkî ew zilamên derewkar dizane, Gava ew xerabiyê bibîne bêceza dihêle? 12 Kengê ji kera çolê mirov bizê, Wî çaxî wê mirov jî serwext be. 13 “Heke tu dilê xwe rast bikî Û destên xwe jê re vekî, 14 Heke di destê te de xerabî hebe, wî ji xwe dûr bixe Û nehêle neheqî li konê te rûne. 15 Tê esse bêqisûr serê xwe rakî, Tê saxlem û bêtirs bî. 16 Tê derdê xwe ji bîr bikî, Wekî ava herikî û çûyî ji bîr bikî. 17 Wî çaxî wê jiyana te ji tava nîvro bêtir bibiriqe Û tarîbûna wê bibe wekî sibehê. 18 Tê ewle bî, çimkî hêvî heye, Li derdora xwe binêrî Û di nava ewlehiyê de rakevî. 19 Tê razî, wê kes te netirsîne Û wê gelek kes lavayî qenciya te bikin. 20 Lê wê ronahiya çavên xeraban bitefe, Cihê reva wan tunebe Û tekane hêviya wan, hilma dawî be.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey