Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Dubarekirina Şerîetê 9 - Kurmanji Încîl

1 “Ya gelê Îsraêl, bibihîze! Hûnê îro ji Çemê Şerîayê derbas bibin, herin, miletên ji te mezintir û hêzdartir biqewitînin. Hûnê bajarên wan ên mezin û sûrên wan ên digihîjin ezmanan ji xwe re bikin milk.

2 Ev gelên hêzdar û bejinbilind in. Ew ji Enaqiyan in ku hûn dizanin. We bihîst ku ji bo wan dibêjin: ‘Kî dikare li dijî Enaqiyan bisekine?!’

3 Îro bizanibin, yê ku li pêşiya we wekî agirekî ku dixwe û tune dike, Xwedayê we Xudan e. Wê wan tune bike û li ber we nizim bike. Çawa ku Xudan ji we re got, hûnê zû wan biqewitînin û tune bikin.


Serhişkiya gel

4 “Çaxê Xwedayê we Xudan li ber we miletan biqewitîne, di dilê xwe de nebêjin: ‘Ji ber rastiya me, Xudan em anîn vir ku em ji xwe re bikin milk.’ Çimkî Xudan ji ber xerabiya van miletan li ber we wan diqewitîne.

5 Hûn ji ber rastî yan dirustiya dilê xwe naçin welatê wan ku ji xwe re bikin milk. Ji ber xerabiya wan, Xwedayê we Xudan wan li ber we diqewitîne û bi vî awayî ew gotina ku bi sondxwarin dabû bavkalên we, Îbrahîm, Îshaq û Aqûb pêk bîne.

6 Baş bizanibin ku Xwedayê we Xudan ji ber rastiya we vî welatê qenc nade we ku hûn ji xwe re bikin milk. Çimkî hûn miletekî serhişk in.

7 “Ji bîr nekin û bi bîr bînin ka we çawa li beriyê Xwedayê xwe Xudan hêrs kir. Ji roja ku hûn ji welatê Misrê derketin û heta hatin vir hûn li dijî Xwedê serî radikin.

8 We li Çiyayê Horêvê jî Xudan hêrs kir. Ew bi qasî ku we tune bike hêrs bû.

9 Dema ez lewheyên kevirîn bînim ez hilkişiyam çiyê –lewheyên kevirîn ên ku peymana Xudan a ku bi we re çêkiribû– ez çil şev û çil rojan li çiyê mam. Min ne nan xwar, ne jî av vexwar.

10 Xudan du lewheyên kevirîn ên ku bi tiliya Xwedê hatine nivîsandin dan min. Li ser wan, hemû gotinên Xudan ên ku roja civînê li çiyê, ji nav êgir ji we re gotibû nivîsandî bûn.

11 Piştî çil şev û çil rojan Xudan du lewheyên kevirîn, lewheyên peymanê dan min.

12 “Xudan ji min re got: ‘Rabe, zû ji vir dakeve! Çimkî gelê te yê ku te ji Misrê deranî xera bû. Ew zû ji riya min li wan emir kiribû averê bû. Wan ji xwe re pûtekî rijandî çêkir.’

13 Herwiha Xudan ji min re got: ‘Min ev gel dît, va ye ev gelekî serhişk e.

14 Bihêle ez wan tune bikim û navê wan ji bin ezmanan rakim. Ezê te bikim gelekî ji wan mezintir û hêzdartir.’

15 “Ez zivirîm, ji çiyê berjêr bûm. Çiya bi êgir dişewitî. Du lewheyên peymanê di herdu destên min de bûn.

16 Min dît ku we li dijî Xwedayê xwe Xudan guneh kiriye. We ji xwe re golikekî rijandî çêkiribû û we zû ji riya ku Xudan li we emir kiribû, xwe da alî.

17 Loma min herdu lewhe hildan û ew avêtin. Ew li ber çavên we şikestin.

18 Ji ber ku we li ber çavê Xudan ev guneh kirin û ew hêrs kir, min careke din çil şev û çil rojan xwe li ber Xudan avêt erdê, min ne nan xwar, ne jî av vexwar.

19 Ez tirsiyam ku hêrs û xezeba Xudan a li dijî we ewqasî bû ku ew we tune bike. Lê Xudan wê gavê jî lavakirina min bihîst.

20 Xudan bi qasî Harûn tune bike jê hêrs bûbû. Lê wê gavê min ji bo Harûn jî lava kir.

21 Min gunehê we, ew golikê ku we çêkiribû hilda, şewitand û perçe kir. Min heta ku ew bû toz perçiqand û toza wî avêt newala ji çiyê diherike.

22 “We li Tavêrayê, li Massayê û li Qîvrot-Hattaawayê Xudan hêrs kir.

23 Çaxê Xudan hûn ji Qadêş-Barnêayê şandin û ji we re got: ‘Herin, wî welatê min daye we ji xwe re bikin milk,’ hûn li dijî fermana devê Xwedayê xwe Xudan derketin. We ne bawerî pê anî û ne jî guhdariya dengê wî kir.

24 Ji roja ez we nas dikim heta îro hûn hergav li dijî Xudan derketin.

25 “Gava Xudan niyet dikir ku we tune bike û min çil şev û çil rojan li ber wî xwe davêt erdê,

26 min ji Xudan lava kir û got: ‘Ya Reb Xudan, gelê xwe, mîrasa xwe ya ku te bi mezinahiya xwe rizgar kir û bi destê xwe yê hêzdar ji Misrê deranî tune neke.

27 Xulamên xwe Îbrahîm, Îshaq û Aqûb bi bîr bîne. Li serhişkî, xerabî û gunehê vî gelî nenêre.

28 Yan na wê welatê ku te em jê deranîn bêje: Ji ber ku Xudan nikaribû wan bibe welatê ji wan re soz daye û ji wan nefret dikir, ew ji Misrê deranîn ku li beriyê bimirin.

29 Ew, gelê te û mîrasa te ye ku te bi hêza xwe ya mezin û zendê xwe yê dirêjkirî deranî.’

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ