Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Dubarekirina Şerîetê 7 - Kurmanji Încîl


Gelê Xwedê bi xwe
( Derketin 34:11-16 )

1 “Gava Xwedayê we Xudan we bibe wî welatê ku hûnê bikine milk û li pêş we gelek miletan biqewitîne –heft miletên ji we mezintir û hêzdartir in; Hîtîtî, Gîrgaşî, Amorî, Kenanî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan–

2 gava Xwedayê we Xudan ew dan destê we û we li wan xist, hûnê wan bi tevahî tune bikin. Hûnê bi wan re peymanekê çênekin û li ber wan nekevin.

3 Hûnê bi wan re merivatiyê jî nekin. Keçên xwe nedin kurên wan û keçên wan ji kurên xwe re neyînin.

4 Çimkî wê ev yek kurên we ji pey min bide zivirandin, wê xulamiya îlahên din bikin, wê hêrsa Xudan li dijî we rake û bi zû we tune bike.

5 Lê ya ku hûnê ji wan re bikin ev e: Hûnê gorîgehên wan hilweşînin, kevirbelan perçe bikin, pûtên wan ên Aşêrayê bidin ber biviran û pûtên wan bişewitînin.

6 Hûn miletekî ji Xwedayê xwe Xudan re pîroz in. Xwedayê we Xudan ji bo ku hûn bibin gelê wî bi xwe, hûn ji nav hemû gelên li ser rûyê erdê hilbijartin.

7 “Sedema Xudan ji we hez kir û hûn hilbijartin, ne ji ber ji gelên din zêdetirbûna we bû. Çimkî hûn ji hemû gelan kêmtir bûn.

8 Lê Xudan bi rastî hez kir û bi sonda ku ji bav û kalên we re xwaribû ve girêdayî ma. Ji ber vê yekê wî bi destê xwe yê hêzdar hûn ji warê koletiyê, ji destê Firewnê Padîşahê Misrê deranîn.

9 Bizanibin ku Xwedayê we Xudan, Xwedê ye. Ew Xwedayê dilsoz e û ji bo kesên ku jê hez dikin û emrên wî pêk tînin, heta hezar nifşî bi peymana xwe ve girêdayî dimîne

10 û kesên jê nefret dikin bergîdana wan dide û tune dike. Ew di tunekirina kesên jê nefret dikin de dereng namîne.

11 Loma hay ji xwe hebin ku hûn emir, qanûn û rêbazên ku ez îro li we emir dikim pêk bînin.


Bereketa Guhdariyê
( Dubarekirina Şerîetê 28:1-14 )

12 “Heke hûn guh bidin van rê û rêbazan, heke hay ji xwe hebin ku wan bikin, wê Xwedayê we Xudan ji we re dilsoz be ku peymana ji bav û kalên we re sond xwaribû pêk bîne.

13 Wê ji we hez bike, we pîroz û bereket bike û we zêde bike. Wê li welatê ku ji bo dayîna we ji bav û kalên we re sond xwaribû, berê zikê we û berê axa we; dexil, şeraba nû, zeyt, golikên dewaran û karik û berxikên pezê we pîroz û bereket bike.

14 Hûnê ji hemû gelên din bêtir bên pîrozkirin. Di nav we de, çi mêr çi jin wê kesê bêber an kordunde nebe. Wê heywanên we jî stewr nebin.

15 Wê Xudan her cure nexweşiyê ji we dûr bixe. Ew nexweşiyên ku hûn ji Misrê dizanin, wê yek ji wan jî bi ser we de neyîne. Wê tevahiya van nexweşiyan bide kesên ku ji we nefret dikin.

16 Hûnê hemû gelên ku wê Xwedayê we Xudan bide destê we tune bikin. Li ber wan nekevin û xulamiya îlahên wan nekin. Çimkî wê ev ji bo we bibe dafik.

17 “Heke hûn di dilê xwe de bibêjin: ‘Ev miletên ji min zêdetir in, ezê çawa milkê wan bistînim?’

18 Lê hûnê ji wan netirsin. Ya ku Xwedayê we Xudan bi Firewn û tevahiya Misrê kir bînin bîra xwe.

19 Xwedayê we Xudan hûn bi ceribandinên mezin ên ku we bi çavê xwe dîtin, bi nîşan û kerametan, bi destê wî yê hêzdar û zendê wî yê dirêjkirî ji Misrê deranîn. Wê Xwedayê we Xudan vê bîne serê hemû miletên ku hûn niha jê ditirsin.

20 Herwiha, heta ku her kesê xwe ji we veşartiye û li paş maye tune be, wê Xwedayê we Xudan dehşetê bişîne ser wan.

21 Hûnê ji wan netirsin. Çimkî Xwedayê we Xudan ku di nav we de ye, Xwedayê mezin û biheybet e.

22 Wê Xwedayê we Xudan hindik hindik wan miletan ji pêş we biqewitîne. Hûnê nikaribin wan zû biqedînin, yan na wê heywanên çolê li dora we zêde bibin.

23 Wê Xwedayê we Xudan wan bide ber we. Wê heta ku tune bin, bi saweke tirsdar şaş bikin.

24 Wê padîşahên wan bide destê we û hûnê navê wan li bin ezmanan tune bikin. Heta ku hûn wan tune bikin, wê tu kes li ber we nesekine.

25 Hûnê pûtên îlahên wan bişewitînin. Hûnê çav bernedin zêr û zîvên ser wan û ji bo xwe hilnedin. An na hûnê bikevin dafikê. Çimkî ev ji Xwedayê we Xudan re kirêt in.

26 Wan tiştên kirêt nebin malên xwe, yan na hûnê jî wekî wan bi tevahî tune bibin. Ji wan nefretê bikin û kirêt bihesibînin, çimkî ew tişt heram in.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ