Dubarekirina Şerîetê 6 - Kurmanji ÎncîlEmrê Herî Mezin 1 “Emir, qanûn û rêbazên ku Xwedayê we Xudan ji bo hînkirina we li min emir kir ku li welatê hûnê ji xwe re bikin milk pêk bînin, ev in. 2 Di tevahiya rojên xwe de hûn, zarok û neviyên we, wê ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin û hemû emir û qanûnên wî yên ku min ji we re got pêk bînin ku emrê we dirêj be. 3 Ya gelê Îsraêl, bibihîze! Hay ji xwe hebin ku hûn wan pêk bînin ku qencî bi we bê kirin û çawa ku Xwedayê bavkalên we Xudan soz daye, hûn li welatê şîr û hingiv jê diherike zêde bibin. 4 “Bibihîze, ya Îsraêl! Xwedayê me Xudan yek Xudan e. 5 Hûnê ji Xwedayê xwe Xudan bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hêza xwe hez bikin. 6 Ev gotinên ku îro ez li we emir dikim di dilê xwe de hilînin. 7 Hûnê wan ji dilê zarokên xwe re dubare bikin, çaxê hûn li mala xwe rûdinin, dimeşin, radizin û radibin, divê hûn li ser wan bipeyivin. 8 Wekî nîşanekê wan bi destê xwe ve girê bidin, wekî berenîkekê li ser eniya xwe bixin. 9 Wan li ser kêlekên deriyên malên xwe û dergehên bajarên xwe binivîsin. Hişyarkirina li ser serhişkiyê 10 “Gava Xwedayê we Xudan hûn anîn welatê ji bav û kalên we Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re soz dabû –ew welatê bi bajarên baş û mezin ên ku we ava nekirine, 11 bi xaniyên her cure tişt ku we tije nekirine, bi bîrên kolayî yên ku we nekolane, rez û zeytûnên ku we dananîne– gava hûn li vir bixwin û têr bibin, 12 hay ji xwe hebin ku hûn Xudan ji bîr nekin ku wî hûn ji welatê Misrê, ji warê koletiyê deranî. 13 “Hûnê ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin, tenê xulamiya wî bikin û tenê bi navê wî sond bixwin. 14 Hûnê li pey tu îlahên miletên derdora xwe nekevin. 15 Çimkî Xwedayê we Xudanê ku di nav we de ye, Xwedayekî xîretkêş e. Bila hêrsa Xwedayê we Xudan li we ranebe û we ji ser rûyê erdê tune neke. 16 Çawa ku we li Massayê kir, hûnê Xwedayê xwe Xudan neceribînin. 17 Hay ji xwe hebin ku hûn emir, şîret û qanûnên Xwedayê xwe Xudan pêk bînin ku wî li we emir kirine. 18 Ya ku di çavê Xudan de rast û qenc e bikin ku qencî bi we bê kirin û hûnê herin wî welatê qenc ê ku Xudan ji bav û kalên we re sond xwaribû, wî bikin milk 19 û çawa ku Xudan gotibû, hemû dijminên we li ber we biqewitîne. 20 “Sibê, gava zarokên we ji we bipirsin û bibêjin: ‘Wateya şîret, qanûn û rêbazên ku Xwedayê me Xudan li we emir kiriye çi ye?’ 21 Hûnê ji wan re bêjin: ‘Em li Misrê koleyên Firewn bûn, lê Xudan em bi destê xwe yê hêzdar ji Misrê deranîn. 22 Xudan li ber çavê me li dijî Misrê, Firewn û hemû mala wî nîşan û kerametên mezin û tirsdar kirin. 23 Wî em ji wir deranîn ku me bîne û bibe welatê ji bav û kalên me re sond xwaribû. 24 Wî ev qanûn li me emir kirin û xwest ku em ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin ku qencî her û her bi me bê kirin û wekî îro em sax bimînin. 25 Heke em hay jê hebin û çawa ku li me emir kiriye, em li ber Xwedayê me Xudan van emran pêk bînin, wî çaxî wê ji me re rastî bê hesibandin.’ |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey