Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Dubarekirina Şerîetê 5 - Kurmanji Încîl


Deh Emir
( Derketin 20:1-17 )

1 Mûsa gazî tevahiya gelê Îsraêl kir û ji wan re got: “Ya gelê Îsraêl! Guh bidin qanûn û rêbazên ku îro ji we re dibêjim. Hûnê hînê wan bikin. Hay ji van tiştan hebin û pêk bînin.

2 Xwedayê me Xudan li Çiyayê Horêvê bi me re peymanekê çêkir.

3 Xudan ev peyman ne bi bav û kalên me re, lê bi me hemûyan re çêkir ku îro li vir sax in.

4 Xudan li çiyê ji nav êgir rû bi rû bi we re peyivî.

5 Wê gavê ez di navbera we û Xudan de disekinîm ku gotina Xudan ji we re bêjim. Çimkî hûn ji êgir ditirsiyan û hilnedikişiyan çiyê. Xudan wiha got:

6 “‘Ez Xwedayê te Xudan im ku tu ji welatê Misrê, ji warê koletiyê deranî.

7 “‘Wê ji min pêve tu îlahên te tunebin.

8 “‘Tê ji xwe re pûtê tu tiştan çênekî ku dişibe tiştekî li ezmanan, li ser erdê yan jî di avên di bin erdê de ye.

9 Tê li ber wan neçî ser çokan û xulamiya wan nekî. Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Xwedayekî xîretkêş im. Ez hesabê sûcên kesên ji min nefret dikin, ji zarokên wan, ji neviyên wan, ji nifşê sisêyan û çaran jî dipirsim.

10 Lê kesên ji min hez dikin û emrên min pêk tînin, ez bi hezar nifşan ji bo wan dilsoz im.

11 “‘Tê navê Xwedayê xwe Xudan vala neyînî ser zimanê xwe. Çimkî Xudan kesên navê wî vala tînin ser zimanê xwe bêceza nahêle.

12 “‘Tê Roja Septê pêk bînî û pîroz bihesibînî çawa ku Xwedayê te Xudan li te emir kiriye.

13 Tê şeş rojan bixebitî û hemû karên xwe bikî,

14 lê roja heftan, ji bo Xwedayê te Xudan Sept e. Wê rojê tu, kurê te, keça te, xulamê te, xadima te, gayê te, kerê te, hemû heywanên te yên din û xerîbên di nav te de, hûnê tu karî nekin ku wekî te, xulam û xadimên te jî bêhna xwe vedin.

15 Tê bi bîr bînî ku tu li welatê Misrê kole bûyî û Xwedayê te Xudan, tu ji wê derê bi destê xwe yê hêzdar û zendê xwe yê dirêjkirî deranî. Xwedayê te Xudan ji ber vê yekê pîrozkirina Roja Septê li te emir kir.

16 “‘Çawa ku Xwedayê te Xudan li te emir kiriye, qedrê dê û bavê xwe bigire ku emrê te dirêj be û li welatê ku Xwedayê te Xudan dide te, qencî bi te bê kirin.

17 “‘Tê kuştinê nekî.

18 “‘Tê zinayê nekî.

19 “‘Tê nedizî.

20 “‘Tê li dijî cîranê xwe şahidiya derewîn nekî.

21 “‘Tê çav bernedî jina cîranê xwe. Tê nexwazî mal, zevî, xulam, xadim, ga, ker an jî tu tiştekî cîranê xwe.’

22 “Xudan ev gotin li çiyê, ji nav êgir, ji nav ewr û tariya kûr, ji tevahiya civaka we re bi dengekî bilind gotin. Wî tiştekî din lê zêde nekir. Wî ev gotin li ser du lewheyên kevirîn nivîsîn û dan min.

23 “Gava çiya dişewitî û we ji nav tariyê deng bihîst, hemû rîspî û serekên eşîrên we nêzîkî min bûn.

24 We got: ‘Xwedayê me Xudan rûmet û mezinahiya xwe nîşan da. Me ji nav êgir dengê wî bihîst. Me îro dît dibe ku Xwedê bi mirov re peyivî û ew mirov nemir.

25 Lê ji bo çi emê niha bimirin? Wê ev agirê mezin me daqurtîne. Heke em careke din dengê Xwedayê xwe Xudan bibihîzin, emê bimirin.

26 Ma ji hemû beşerê, kî wekî me dengê Xwedayê Jîndar ji nav êgir bihîst û sax ma?

27 Tu nêzîk bibe û hemû tiştên ku Xwedayê me Xudan bêje, guhdarî bike. Paşê her tiştê ku Xwedayê me Xudan wê ji te re bêje, ji me re bêje û emê guh bidin û pêk bînin.’

28 “Gava hûn bi min re peyivîn, Xudan dengê gotinên we bihîst û ji min re got: ‘Min dengê gotinên vî gelî ji te re gotiye, bihîst. Her tiştê hat gotin rast e.

29 Xwezî dilekî wisa bi wan re hebûya ku ji min bitirsiyana û hergav hemû emrên min pêk bianiyana! Xwezî qencî her û her bi wan û zarokên wan bihata kirin!

30 “‘Here ji wan re bêje: Bizivirin konên xwe.

31 Lê tu li vir li ba min bisekine. Ezê hemû emir, qanûn û rêbazên ku tê hînî wan bikî, ji te re bibêjim ku li wî welatê ezê bi milkî bidim wan, pêk bînin.’

32 Hay jê hebin! Çawa ku Xwedayê we Xudan li we emir kir, wan jî wiha pêk bînin. Ji wan bi milê çep û rastê ve averê nebin.

33 Di hemû riya ku Xwedayê we Xudan li we emir kir de bimeşin ku hûn sax bimînin, qencî bi we bê kirin û li wî welatê ku hûnê ji xwe re bikin milk, emrê we dirêj be.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ