Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Dubarekirina Şerîetê 4 - Kurmanji Încîl


Gelê Îsraêl, guh bide!

1 “Gelê Îsraêl! Niha qanûn û rêbazên ez hînî we dikim bibihîzin ku hûn bijîn, bikevin welêt û wî ji xwe re bikin milk ku Xwedayê bavkalên me Xudan dide we.

2 Wan emrên ku ez didim we, ne tiştekî jê kêm bikin, ne jî tiştekî zêde bikin. Divê hûn emrên Xwedayê xwe Xudan pêk bînin ku ez li we emir dikim.

3 “We bi çavê xwe dît ku Xudan li Baal-Peorê çi kir. Xwedayê we Xudan her kesê li pey Baalê li wir ji nav we tune kir.

4 Lê hûn hemû kesên bi Xudan ve girêdayî ne, îro jî sax in.

5 “Va ye, çawa ku Xwedayê min Xudan li min emir kir, niha ez qanûn û rêbazan hînî we dikim ku li wî welatê hûn bikevinê û ji xwe re bikin milk, pêk bînin.

6 Hay jê hebin ku wan pêk bînin. Çimkî wê ev yek, li ber çavê gelan fêmdarî û şehrezayiya we nîşan bide. Wê tevahiya van qanûnan bibihîzin û bibêjin: ‘Bi rastî jî ev milet, mezin, fêmdar û şehreza ye.’

7 Gelo îlahê kîjan miletê mezin heye ku wekî Xwedayê me Xudan gava em gazî dikin, nêzîkî me dibe?

8 Qanûn û rêbazên kîjan miletê mezin hene ku wekî vê şerîeta ez îro datînim ber we?

9 “Lê hay ji xwe, hay ji canê xwe baş hebin ku tiştên we bi çavê xwe dîtin ji bîr nekin û di hemû rojên jiyana xwe de ji dilê xwe dernexin. Van bi zarok û neviyên xwe bidin zanîn.

10 Wê roja ku hûn li Horêvê li pêş Xwedayê xwe Xudan sekinîn, bi bîr bînin. Wî çaxî Xudan ji min re got: ‘Ji bo ku peyvên min guhdarî bikin gel bicivîne û bila di tevahiya jiyana xwe de ji min bitirsin û vê hînî zarokên xwe jî bikin.’

11 “Hûn nêzîk bûn û li qûntara çiyê sekinîn. Çiya bi pêtên êgir ên ku digihîjin ezmanan, dişewitî û di nav ewrên tarî û taristanê de mabû.

12 Xudan ji nav êgir bi we re peyivî. We deng bihîst lê we sûret nedît. Tenê deng hebû.

13 Wî peymana xwe ragihand we. Erê wî emir li we kir ku hûn Deh Emran pêk bînin û ew li ser du lewheyên kevirîn nivîsandin.

14 Wê gavê Xudan hînkirina qanûn û rêbazan li min emir kir ku hûnê li welatê ji xwe re bikin milk, pêk bînin.


Pûtperestî tê qedexekirin

15 “Ji ber ku gava Xudan li Horêvê ji nav êgir bi we re peyivî, we sûretek nedît, baş hay ji canê xwe man

16 ku dilê we xera nebe û hûn ji bo xwe pûtekî di tu sûretî de çênekin. Hûn pûtekî di sûretê mêr an jinan de,

17 di sûretê heywanekî erdê yan sûretê çivîkekê ezmanan de,

18 di sûretê afirîdekî dişêle yan sûretê masiyekî di ava bin erdê de çênekin.

19 Gava hûn bala xwe bidin ezmanan û roj, heyv, stêr û hemû nexşên li ezmanan bibînin, ji rê dernekevin! Li ber wan xwe netewînin û ji wan re xulamiyê nekin. Jixwe van tiştan Xwedayê we Xudan wekî par da hemû gelên bin ezmanan.

20 Lê Xudan hûn ji êtûna helandina hesin, ji Misrê deranî ku wekî îro hûn bibin gelê mîrasa wî.

21 “Xudan ji ber we li min hêrs bû û sond xwar ku ez ji Çemê Şerîayê derbas nebim û nekevim nav welatê qenc ê ku Xwedayê we Xudan bi milkî dide we.

22 Ezê li vî welatî bimirim. Ezê Çemê Şerîayê derbas nekim, lê hûnê derbas bibin û wî welatê qenc ji xwe re bikin milk.

23 Hay ji xwe hebin ku hûn peymana ku Xwedayê we Xudan bi we re çêkir ji bîr nekin û wekî ku Xwedayê we Xudan qedexe kiriye, pûtekî di sûretê tiştekî de ji xwe re çênekin.

24 Çimkî Xwedayê we Xudan agirekî wisa ye ku dixwe û tune dike. Ew, Xwedayê xîretkêş e.

25 “Gava kur û neviyên we çêbûn û hûn demeke dirêj li welêt bûn, heke dilê we xera bibe û hûn pûtekî di sûretê tiştekî de ji xwe re çêkin –tiştên di çavê Xwedayê xwe Xudan de xerab in bikin û wî hêrs bikin–

26 îro li dijî we erd û ezman şahid in ku li wî welatê hûn ji xwe re bikin milk, gava hûn Çemê Şerîayê derbas bikin, hûnê esse di demeke kin de tune bibin. Li wir wê emrê we dirêj nebe, hûnê esse helak bibin.

27 Wê Xudan we di nav gelên din de belav bike. Di nav wan miletên ku Xudan we dişîne de, wê hejmara we kêm bibe.

28 Hûnê li wir xulamiya îlahan bikin ku bi destê mirovan hatine çêkirin. Ew ji dar û keviran in, ew nabînin, nabihîzin, naxwin û bêhn nakin.

29 Lê li wir, hûnê li Xwedayê xwe Xudan bigerin. Heke hûn bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe lê bigerin, hûnê wî bibînin.

30 Di rojên pêş de, dema hûnê bikevin tengasiyê û wê tevahiya van tiştan bên serê we, hûnê li Xwedayê xwe Xudan vegerin û guh bidin dengê wî.

31 Çimkî Xwedayê we Xudan, Xwedayê dilrehm e. Ew we bernade û helak nake. Wê peymana ku bi sond ji bav û kalên we re kiriye ji bîr neke.

32 “Li rojên borî yên beriya hatina xwe ya dinyayê bipirsin, ji dema Xwedê mirov li dinyayê afirandine û heta niha bipirsin. Ji serî heta binê ezmanan bipirsin ka tiştekî evqas mezin çêbûye yan jî tiştekî wekî vê yekê hatiye bihîstin?

33 Ma tu miletekî wekî we heye ku dengê Xwedê ji nav êgir bihîstiye û dijî?

34 Ma tu îlahekî wekî ku Xwedayê we Xudan li ber çavê we li Misrê kir, bi ceribandinan, bi nîşanan, bi kerametan, bi şer, bi destê hêzdar û zendê dirêjkirî, bi kirinên mezin û tirsdar, çû û ji nav miletekî, ji bo xwe miletekî din deranî?

35 “Ev tiştên hanê bi we hatin nîşandan ku hûn bizanibin Xudan, Xwedê ye û ji xeynî wî yekî din tuneye.

36 Wî ji ezmanan dengê xwe bi we da bihîstin ku we terbiye bike. Wî li rûyê erdê agirê xwe yê mezin nîşanî we da û we ji nav êgir peyvên wî bihîstin.

37 Ji ber ku wî ji bav û kalên we hez kir, ziriyeta wan hilbijart. Wî bi xwe, bi hêza xwe ya mezin hûn ji Misrê deranî.

38 Wî miletên ji we mezintir û hêzdartir ji ber we qewitandin ku we bixe welatê wan û wekî îro, wî welatî bi milkî bide we.

39 “Loma îro bizanibin û bixin dilê xwe ku Xudan, Xwedayê li jor, li ezmanan û li jêr, li erdê ye û ji xeynî wî yekî din tuneye.

40 Van qanûn û emrên ez îro ji we re dibêjim pêk bînin ku ji we û ziriyetên we re baş be û emrê we yê li ser vê axa ku Xwedayê we Xudan ji bo herdemî dide we, dirêj be.”


Bajarên Sitargehê
( Hejmartin 35:6-28 ; Dubarekirina Şerîetê 19:1-13 ; Yêşû 20:1-9 )

41 Piştî vê yekê Mûsa li rojhilatê Çemê Şerîayê sê bajar veqetandin

42 ku kesekî bêyî hemdê xwe bûbe sedema mirina cîranê xwe, bireve wan bajaran. Kesê ku kîndariya wî ji berê ve ji cîranê wî re tuneye û bûbe sedema mirinê, dibe ku bireve bajarekî ji wan û bijî.

43 Ew bajar ev in: Besera ku li beriyê, li deşta welatê Rûbêniyan, Ramota li Gîladê ya Gadiyan û Golana li Başanê ya Minaşşeyiyan.


Destpêka Şerîetê

44 Şerîeta ku Mûsa danî ber Îsraêliyan ev e.

45 Şîret, qanûn û rêbazên ku Mûsa gava ew ji Misrê derketin ji gelê Îsraêl re got ev in.

46 Ew li aliyê rojhilatê Çemê Şerîayê, li pêşberî Bêtpeorê, li deştê bûn. Ew der di welatê Sîhonê Padîşahê Amoriyan de bû ku Mûsa û Îsraêlî têk biribûn.

47 Wan welatê du padîşahên Amorî yên li rojhilatê Çemê Şerîayê, welatê Sîhon û welatê Ogê Padîşahê Başanê ji xwe re kirin milk.

48 Ev welat, ji Eroêra li kêleka Geliyê Arnonê heta Çiyayê Siyonê ku navê din Çiyayê Hermonê ye

49 û tevahiya Eravaya li rojhilatê Çemê Şerîayê, heta Gola Eravaya di palên Çiyayê Pîsgayê de ye.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ