Dubarekirina Şerîetê 34 - Kurmanji ÎncîlMirina Mûsayê Pêxember 1 Piştre Mûsa ji deştên Moavê hilkişiya Çiyayê Neboyê û derket serê Pîsgayê ku li pêşberî Erîhayê ye. Xudan tevahiya welêt nîşanî wî da; ji welatê Daniyan heta Gîladê, 2 tevahiya axa Nefteliyiyan, welatê Efrayîmî û Minaşşeyiyan, hemû welatê Cihûdayiyan heta Derya Spî, 3 Negev û Deştê –ku herêma Erîhaya Bajarê Xurmeyan e– û ji wir heta Soarê. 4 Xudan jê re got: “Ev welat ew e ku min ji Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwar û got: ‘Ezê bidim ziriyeta te.’ Min ew bi çavên te nîşanî te da, lê belê tê neçî wê derê.” 5 Li ser fermana devê Xudan, Mûsayê xulamê Xudan li wir, li welatê Moavê mir. 6 Ew li newaleke welatê Moavê, li pêşberî Bêtpeorê hat veşartin. Lê heta îro jî kes cihê gora wî nizane. 7 Gava Mûsa mir sed û bîst salî bû. Ne çavê wî qels, ne jî hêza wî kêm bûbû. 8 Gelê Îsraêl li deştên Moavê, sî rojan şîna Mûsa kir. Paşê rojên şîn û girîna Mûsa temam bûn, 9 Yêşûyê kurê Nûn bi ruhê şehrezayî tije bû. Çimkî Mûsa destê xwe danîbû ser wî. Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû, gelê Îsraêl guhdariya Yêşû dikir. 10 Ji wê rojê vir ve, li welatê Îsraêl pêxemberekî wekî Mûsa yê ku Xudan rû bi rû pê re dipeyivî ranebû. 11 Xudan ew şandibû ku ew li welatê Misrê ji Firewn, karmendên wî û tevahiya welatê wî re nîşan û kerametan pêşkêş bike. 12 Mûsa li ber çavê tevahiya gelê Îsraêl kirinên hêzdar û tirsdar kirin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey