Dubarekirina Şerîetê 18 - Kurmanji ÎncîlPara Lêwiyî û Kahinan 1 “Wê par û mîrasa kahinên Lêwiyî –hemû eşîra Lêwî– bi gelê Îsraêl re tunebe. Wê pêşkêşiyên şewitandinê ku ji Xudan re tên pêşkêşkirin bixwin, 2 lê çawa ku Xudan jê re got, wê di nav birayên wan de mîrasa wan tunebe. 3 “Wê heqê kahinan ev be: Kesekî ji nav gel ku pez an dewar pêşkêş dike, wê hêt, ser û pê û ûr û roviyan bide wan. 4 Hûnê ji berê pêşî yê dexlê xwe, ji şeraba xwe ya nû, ji rûnê xwe yê zeytê û ji hiriya pêşî ya pezê hevring bûye, bidin kahinan. 5 Çimkî Xwedayê we Xudan ew ji nav hemû eşîran hilbijart ku ew û kurên wî hergav li hizûra wî bin û bi navê wî xizmetê bikin. 6 “Heke Lêwiyiyekî ji bajarekî welatê Îsraêl ku lê dima, bi daxwaza xwe bê dera ku Xudan wê hilbijêre, 7 wê li wir, wekî birayên xwe yên Lêwiyî yên li wir rûnin, li hizûra Xwedayê xwe Xudan dimînin, bi navê Xudan xizmetê bike. 8 Ji xeynî pereyê ji milkê bav hatiye, wê bi kahinên din re bi wekhevî li hev parve bikin. Kirêtiyên miletan 9 “Gava hûn hatin wî welatê ku Xwedayê we Xudan dide we, adetên kirêt ên wan miletan hîn nebin û pêk neyînin. 10 Bila di nav we de kesê ku keç an kurê xwe di êgir de dike qurban an kesê falbaz, sêrbaz, remildar, efsûnkar, 11 cinbaz an kesê ji ruh an miriyan zanînê dixwaze, tunebe. 12 Çimkî kesên van tiştan dikin ji Xudan re kirêt in. Xwedayê we Xudan ji ber van karên kirêt, wan miletan li ber we diqewitîne. 13 Li hizûra Xwedayê xwe Xudan kamil bin. Li ser pêxemberan 14 “Ev miletên ku hûnê biqewitînin, guhdariya sêrbaz û falbazan dikin. Lê Xwedayê we Xudan destûr nade we ku hûn wiha bikin. 15 Wê Xwedayê we Xudan ji nav we, ji nav birayên we pêxemberekî wekî min derîne. Hûnê guhdariya wî bikin. 16 We di roja civînê de, li Horêvê ji Xwedayê xwe Xudan ev daxwaz kiribû û gotibû: ‘Em careke din ne dengê Xwedayê xwe Xudan bibihîzin û ne jî vî agirê mezin bibînin. An na emê bimirin.’ 17 Xudan ji min re got: ‘Gotina wan rast e. 18 Ezê ji bo wan, ji nav birayên wan pêxemberekî wekî te derînim. Wê gotina min ji devê wî bibihîzin û her tişta ez lê emir dikim wê ji wan re bêje. 19 Ezê bixwe wî kesî ceza bikim ku guhdariya gotina pêxemberê bi navê min dipeyive nake. 20 Lê heke pêxemberekî ku min lê emir nekiriye bi quretî bi navê min bibêje yan bi navê îlahan bibêje, wê bê kuştin.’ 21 “Dibe ku hûn di dilê xwe de bêjin: ‘Ezê çawa bi gotina Xudan negotiye bizanibim?’ 22 Heke pêxember bi navê Xudan bipeyive û gotina kiriye neyê cih û rast dernekeve, ew gotin ne ji Xudan e. Pêxember bi quretî gotiye. Jê netirsin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey