Dubarekirina Şerîetê 12 - Kurmanji ÎncîlTenê dereke perizînê heye 1 “Li welatê Xwedayê bavkalên we Xudan da we ku hûn ji xwe re bikin milk, divê hûn van qanûn û rêbazan di tevahiya jiyana xwe de pêk bînin. 2 “Divê hûn hemû derên perizînê yên miletên hûnê biqewitînin, tune bikin. Hûnê hemû derên xulamiya îlahên wan; çi li serê çiyayên bilind, çi li ser giran, çi jî li bin her dara pelgur, tune bikin. 3 Hûnê gorîgehên wan hilweşînin, kevirbelan perçe bikin, pûtên wan ên Aşêrayê bişewitînin, pûtên îlahên wan bidin ber biviran û li wan deran navê wan ji holê rakin. 4 “Hûnê bi awayê wan neperizin Xwedayê xwe Xudan. 5 Lê divê hûn herin wê derê ku wê Xwedayê we Xudan ji bo navê wî tê de be, ji nav hemû eşîrên we hilbijêre. 6 Hûnê qurbanên xwe yên şewitandinê, qurbanên xwe yên din, dehyekên xwe, bexişandinên xwe, nedrên xwe yên sozdanê, pêşkêşiyên xwe yên dilxwaziyê û pez û dewarên xwe yên pêşî bînin wê derê. 7 Hûnê li wir, li hizûra Xwedayê xwe Xudan bixwin. Hûn û maliyên we bi her keda destê xwe şa bibin ku Xwedayê we Xudan bereket kiriye. 8 “Em îro li vir her tiştên di çavê xwe de rast in dikin, lê hûnê wisa nekin. 9 Çimkî hê hûn negihîştin cihê rihetiyê, milkê ku Xwedayê we Xudan dide we. 10 Gava hûn ji Çemê Şerîayê derbas bibin, li welatê ku wê Xwedayê we Xudan bi milkî dide rûnin û gava Xudan we ji hemû dijminên derdora we rizgar bike ku hûn di nav ewlehiyê de rûnin, 11 wê gavê hûnê her tiştên ez li we emir dikim bînin dera wê Xwedayê we Xudan ji bo navê wî tê de be hilbijêre. Hûnê qurbanên şewitandinê, qurbanên xwe yên din, dehyekên xwe, bexişandinên xwe û hemû nedrên xwe yên bijare yên sozdanê bînin wê derê. 12 Hûnê tevî kur û keçên xwe, xulam û xadimên xwe û Lêwiyiyên li bajarên we rûnin –çimkî tu par û mîrasa Lêwiyiyan bi we re tuneye– li hizûra Xwedayê xwe Xudan şa bibin. 13 Hay jê hebin ku qurbanên xwe yên şewitandinê li her derê pêşkêş nekin. 14 Çimkî hûnê li dera ku wê Xudan ji nav eşîrên we hilbijêre pêşkêş bikin. Hûnê li wê derê her tiştên ez li we emir dikim, bikin. 15 “Lê belê gava Xwedayê we Xudan we bereket bike, di hemû bajarên we de, çawa û kengê hûn dixwazin, hûnê pêz serjê bikin û bixwin. Çawa ku goştê xezal an pezkoviyekê dixwin, ji aliyê dînî ve kesên qirêj û paqij dikarin jê bixwin. 16 Lê hûnê li wir jî xwînê nexwin. Hûnê wekî avê birijînin erdê. 17 Hûnê dehyeka dexlê xwe, şeraba xwe ya nû, rûnê xwe yê zeytê, pez û dewarên xwe yên pêşî, hemû nedrên sozdanê, pêşkêşiyên dilxwaziyê, bexişandinên xwe, li bajarên xwe nexwin. 18 Hûnê tevî kur û keçên xwe, xulam û xadimên xwe û Lêwiyiyên li bajarên we rûnin, wan li hizûra Xwedayê xwe Xudan, li dera ku wê hilbijêre bixwin. Di her keda destê xwe de, hûnê li hizûra Xwedayê xwe Xudan şa bibin. 19 Hay jê hebin, di hemû emrê xwe yê li welêt de, Lêwiyiyan tenê nehêlin. 20 “Gava Xwedayê we Xudan li gorî wê soza ku daye we sînorê we fireh bike, çaxê we got: ‘Emê goşt bixwin,’ çawa û kengê dixwazin hûn dikarin bixwin. 21 Heke dera ku wê Xwedayê we Xudan ji bo navê wî tê de be hilbijêre ji we pir dûr be, bi awayê ku min li we emir kiriye, hûnê ji pez û dewarên ku Xudan daye we, li bajarên xwe serjê bikin û têra xwe jê bixwin. 22 Erê, çawa ku goştê xezal an pezkoviyekê dixwin, hûnê bixwin. Ji aliyê dînî ve kesên qirêj û paqij dikarin jê bixwin. 23 Lê hay jê hebin û xwîn nexwin. Çimkî canê wî xwîn e. Divê hûn bi goşt re can nexwin. 24 Hûnê xwînê nexwin, wekî avê birijînin erdê. 25 Hûnê xwînê nexwin û ji ber ku hûn tiştê di çavê Xudan de rast e dikin, wê qencî bi we û zarokên we yên li pey we bên, bê kirin. 26 “Lê pêşkêşiyên xwe yên pîroz û nedrên xwe yên sozdanê, hûnê bibin dera ku wê Xudan hilbijêre. 27 Hûnê qurbanên xwe yên şewitandinê, hem goşt hem xwînê li gorîgeha Xwedayê xwe Xudan pêşkêş bikin. Wê xwîna qurbanên we birije gorîgeha Xwedayê we Xudan, lê hûnê goştê wan bixwin. 28 Baş guhdariya tevahiya van gotinên ez li we emir dikim bikin ku qencî bi we û zarokên li pey we tên bibe. Çimkî hûnê wan tiştan bikin ku di çavê Xwedayê we Xudan de qenc û rast in. Xulamiya îlahan nekin 29 “Gava Xwedayê we Xudan miletên ku hûnê herin welatê wan û ji xwe re bikin milk li ber we tune bike, çaxê hûnê wan biqewitînin û li welatê wan rûnin, 30 hay jê hebin ku paşê ew tune bibin, hûn nekevin dafikên wan. Li îlahên wan negerin û nebêjin: ‘Van miletan çawa xulamiya îlahên xwe kir, em jî wekî wan bikin.’ 31 Hûnê ji Xwedayê xwe Xudan re wisa nekin. Çimkî wan her tiştê kirêt ê ku Xudan jê nefret dike ji îlahên xwe re kirin. Wan kur û keçên xwe jî, ji îlahên xwe re dişewitandin. 32 “Hay jê hebin ku hûn her emrên li we dikim pêk bînin. Tiştekî li wan zêde nekin û tiştekî ji wan dernaxin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey