Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Dîrok I, 29 - Kurmanji Încîl


Diyariyên ji bo avakirina Perestgehê

1 Dawidê Padîşah ji tevahiya civakê re got: “Xwedê kurê min Silêman, wî tenê ew hilbijart. Xort û xeşîm e, lê kar mezin e. Çimkî ev perestgeh, ne ji bo mirov e, lê ji bo Xwedê Xudan e.

2 Bi tevahiya hêza xwe, ji bo Mala Xwedayê xwe, min ji bo tiştên zêrîn, zêr; ji bo tiştên zîvîn, zîv; ji bo tiştên tûncîn, tûnc; ji bo tiştên hesinî, hesin; ji bo tiştên darîn, dar; kevirên onîks, kevirên qewartî, kevirên zeynetî, kevirên rengorengo û kevirên hêja û gelek mermer amade kirin.

3 Ji bilî van, ji her tiştên ku min ji bo Mala Pîroz amade kirin zêdetir, ji ber ku xezîneya min a zêr û zîvan heye, ji bo hezkirina min a ji bo Mala Xwedayê min, ez van didim:

4 Sê hezar telant zêrê Ofîrê. Ji bo seyandina dîwarên xaniyên Perestgehê heft hezar telant zîvê xas.

5 Ji bo tiştên zêrîn, zêr; ji bo tiştên zîvîn, zîv; didim karên ku hoste bi destê xwe bikin. Îro kî dixwaze ji dil tevî diyariyan xwe pêşkêşî Xudan bike?”

6 Li ser vê yekê serekên binemalan, serekên eşîrên gelê Îsraêl, serekên sedan û serekên hezaran û serekên li ser karên padîşah, bi dilxwazî diyarî birin.

7 Ji bo xizmeta Mala Xwedê, pênc hezar telant û deh hezar darîk zêr, deh hezar telant zîv, hijdeh hezar tûnc û sed hezar telant jî hesin dan.

8 Kesên ku pê re kevirên hêja hebûn, bi destê Yehiyêlê Gêrşonî dan xezîneya Mala Xudan.

9 Gel ji bo ku ji dil pêşkêş dikir şa bû. Çimkî wan bi yek dilî, pêşkêşiyên dilxwaziyê pêşkêşî Xudan kirin. Dawidê Padîşah jî gelek şa bû.


Pesindariya Dawidê Padîşah

10 Dawid li ber çavê tevahiya civakê pesindariya Xudan kir. Dawid got: “Tu ji herheyiyê heta hetayê pîroz bî, Xwedayê bavkalê me Îsraêl Xudan!

11 Ya Xudan, mezinahî, hêzdarî, rûmet, Serketin û heşmet, yên te ne! Çimkî her tiştên li erdê û li ezmanan ên te ne. Ya Xudan, Padîşahî ya te ye. Tu jî serwerê di ser her tiştî re yî.

12 Rûmet û dewlemendî ji te ne. Tu serwerê hemû tiştan î. Hêz û qewet di destê te de ne, Mezinkirin û hêzdarkirina her kesî di destê te de ye.

13 Niha, ya Xwedayê me, em şikirdariya te dikin. Em pesnê navê te yê berz didin.

14 “Lê ez kî me û gelê min çi ye ku em wisa ji dil diyariyan pêşkêşî te bikin? Çimkî her tişt ji te ye û me ji destê te da te.

15 Çimkî em wekî bav û kalên xwe, li ber te xerîb û biyanî ne. Rojên me li ser rûyê dinyayê wekî siyê ne, namînin.

16 Ya Xwedayê me Xudan, tevahiya vê ked û milkê zêde ku me ji bo Perestgeha me ji bo avakirina Mala ji bo navê te yê pîroz amade kiriye, ji destê te ye. Hemû jî yê te ye.

17 Ya Xwedayê min, ez baş dizanim ku tu dilan diceribînî û ji rastiyê hez dikî. Min tevahiya van tiştan, bi rastiya dilê xwe û ji dil da te. Min dît ku gelê te, li vir bi şahî û dilxwazî pêşkêşî te kir.

18 Ya Xudan, Xwedayê bavkalên me Îbrahîm, Îshaq û Îsraêl! Vê di niyet û fikrên dilê gelê xwe de heta hetayê texsîr neke û dilê wan xurt bike ku her bi te re bin.

19 Dilekî kamil bide Silêmanê kurê min ku emir, qanûn û rêbazên te pêk bîne û Mala ku ez amadekariyên wê dikim, ava bike.”

20 Paşê Dawid ji tevahiya civatê re got: “Pesnê Xwedayê xwe Xudan bidin!” Bi vî awayî tevahiya civatê, pesnê Xwedayê bavkalên xwe Xudan da. Serê xwe tewandin û li ber Xudan û padîşah deverû çûn erdê.


Silêmanê kurê Dawidê Padîşah tê kifşkirin

21 Dotira rojê wan qurban ji Xudan re serjê kirin. Qurbana şewitandinê yên ku ji bo Xudan hatin şewitandin ev bûn: Hezar conega, hezar beran, hezar berx, pêşkêşiyên wan ên rijandinê û pêşkêşiyên din ji bo tevahiya gelê Îsraêl pêşkêş kirin.

22 Wê rojê bi şabûneke mezin li ber Xudan xwarin û vexwarin. Cara diduyan Silêmanê kurê Dawid wekî padîşah kifş kir û ji bo Xudan wî wekî serwer, Sadoq jî wekî kahin pîroz kirin.

23 Silêman di cihê bavê xwe Dawid de, wekî padîşah li ser textê Xudan rûnişt. Karê wî baş meşiya û tevahiya gelê Îsraêl guhdariya wî kir.

24 Tevahiya serek, mêrxas û tevahiya kurên Dawidê Padîşah soz dan ku girêdahiyê Silêman bin.

25 Xudan, Silêman li ber çavê tevahiya gelê Îsraêl mezin kir û heşmeta padîşahiya bêhempa da wî ku bi tu padîşahekî li welatê Îsraêl heta niha nebû.


Mirina Dawidê Padîşah
( Padîşah I, 2:10-12 )

26 Dawidê kurê Yêşa li tevahiya gelê Îsraêl padîşahî kir.

27 Wî çil salan li ser gelê Îsraêl padîşahî kir; heft salan li Hevronê û sî û sê salan jî li Orşelîmê.

28 Ew di kalbûna baş de mir. Wî bi têra xwe jiyan, rûmet û dewlemendî dît. Kurê wî Silêman li cihê wî bû padîşah.

29 Qewimînên din ên serweriya Dawidê Padîşah, ji serî heta binî, di Qewimînên Samûêlê Zanyar, di Qewimînên Natanê Pêxember û di Nivîsa Gadê Zanyar de hatin nivîsandin.

30 Herwiha hemû qeydên hêz û padîşahiya wî û qewimînên li ser wî, gelê Îsraêl û padîşahiyên welatan jî bi wan re ne.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ