Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Dîrok I, 28 - Kurmanji Încîl


Pîlansaziyên Dawidê Padîşah ên li ser Perestgehê

1 Dawid hemû serekên gelê Îsraêl; serekên eşîran, serdarên yekîneyên ku xulamiya padîşah dikirin, serhezar, sersed, berpirsiyarên tevahiya mal û keriyên padîşah û kurên wî, peywirdarên qesrê, mêrxas û şervanên hêzdar, li Orşelîmê civandin.

2 Dawidê Padîşah rabû ser xwe û got: “Ya bira û gelê min, bibihîzin! Di dilê min de hebû ku ez maleke ji bo Sindoqa Peymana Xudan ava bikim. Bila pêgeha Xwedayê me rihet be. Min amadekariya wê jî kir.

3 Lê Xwedê ji min re got: ‘Ji ber ku tu şervan î û te xwîn rijand, tê ji bo navê min malekê ava nekî.’

4 “Lê Xwedayê Îsraêl Xudan, ji nav tevahiya mala bavê min ez hilbijartim ku bi awayekî herheyî li ser gelê Îsraêl bibim padîşah. Wî wekî serwer Cihûda û ji Mala Cihûda mala bavê min, hilbijartiye. Paşê ji nav kurên bavê min, ew razî bû ku min bike padîşahê li ser tevahiya gelê Îsraêl.

5 Ji nav tevahiya kurên min –çimkî wî gelek kur dan min– Xudan Silêman hilbijart ku li ser gelê Îsraêl be û li ser textê padîşahiya Xudan rûne.

6 Xudan ji min re got: ‘Kesê ku mal û hewşên min ava bike, Silêmanê kurê te ye. Çimkî min ew hilbijart ku ji min re bibe kur. Ezê jê re bibim bav.

7 Heke ew bi baldarî emir û rêbazên min pêk binê, wekî ew îro pêk tîne, ezê padîşahiya wî her û her bidomînim.’

8 “Loma li ber çavê tevahiya gelê Îsraêl ku civaka Xudan e û gava Xwedayê me dibihîze, hûn bi kûrahî hemû emir û rêbazên Xwedayê xwe Xudan bikin û pêk bînin ku hûn vî welatê qenc, ji xwe re bikin milk û ji kurên xwe re wekî mîrasa herheyî bihêlin.

9 “Silêmano! Ya kurê min! Xwedayê bavê xwe nas bike. Bi yek dilî û canê bibiryar xulamiya wî bike. Çimkî Xudan lêkolîna tevahiya dilan dike. Hemû niyet û fikran fêm dike. Heke tu lê bigerî, wê xwe bide dîtin. Lê heke tu dev ji wî berdî, wê heta hetayê te red bike.

10 Niha binêre! Çimkî Xudan ji bo ku maleke pîrozgehê ava bike, tu hilbijartî. Hêzdar be, rabe û bike!”

11 Dawid mînaka eywan û xaniyên Perestgehê da Silêmanê kurê xwe. Tê de xezîneyên wê, odeyên wê yên jorîn û hundirîn û odeya derxûnê hebûn.

12 Wî mînaka hemû tiştên di dilê xwe de da wî: Hewşên Mala Xudan, hemû odeyên derdorê, xezîneyên Mala Xwedê û xezîneyên xelatên hatine bexişandin,

13 pergala beşên kahin û Lêwiyiyan û rê û rêbazên her karê xizmeta Mala Xudan, pergala çêkirina hemû taximên xizmetê yên li Mala Xudan,

14 li gorî giraniya zêrê taximên zêrîn ji bo her cure xizmetê û giraniya taximên zîvîn ji bo her cure xizmetê,

15 ji bo her şamdank û giraniya qendîlên wê, li gorî giraniya şamdankên zêrîn û qendîlên wê û giraniya şamdankên zîvîn û qendîlên wê, ji bo her cure xizmetê,

16 li gorî giraniya zêrê her sifreya Nanê Xêrê û giraniya zîvê sifreyên zîvîn,

17 pergala çêkirina zêrê xas ê sêgoyên goşt, tasik û şerbikan, ji bo tasên zêrîn li gorî giraniya wan, ji bo tasên zîvîn li gorî giraniya wan,

18 ji bo gorîgeha bixûrê ya zêrê xas li gorî giraniya wê û mînaka wî ya erebe û xerûbên zêrîn ku bi baskên xwe yên vekirî Sindoqa Peymana Xudan dinixamt.

19 Dawid got: “Tevahiya van tiştan, tevahiya van karên vê pîlansaziyê, ji aliyê Xudan, bi riya nivîsê ji min re hat ragihandin.”

20 Dawid ji Silêmanê kurê xwe re got: “Hêzdar û wêrek be! Here bike! Netirse û neşikê. Çimkî Xwedê Xudan, Xwedayê min bi te re ye. Heta tevahiya karê xizmeta Mala Xudan neqede, ew te bêkêr nahêle û te bernade.

21 Ji bo tevahiya xizmeta Mala Xwedê, beşên kahin û Lêwiyiyan, va ne li vir in. Her zilamê hoste û dilxwaz, wê di her cure karî de bi te re be. Tevahiya serek û gelê te, li benda fermanên te ne.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ