Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Dîrok I, 26 - Kurmanji Încîl


Dergevanên Perestgehê

1 Beşên dergevanan: Ji Qoraxiyan: Meşelemyayê kurê Qorêyê Asafî.

2 Kurên Meşelemya: Kurê pêşî Zekeriya, kurê diduyan Yedyeyêl, kurê sisêyan Zevadya, kurê çaran Yatniyêl,

3 kurê pêncan Elam, kurê şeşan Yehohanan û kurê heftan Êlyehoênay.

4 Kurên Ovêd-Edom: Kurê pêşî Şemaya, kurê diduyan Yehozavad, kurê sisêyan Yoah, kurê çaran Saxar, kurê pêncan Natanêl,

5 kurê şeşan Emmiyêl, kurê heftan Îssexar û kurê heştan Peûlletay. Çimkî Xwedê Ovêd-Edom pîroz kiribû.

6 Ji Şemayayê kurê wî re jî kur çêbûn. Ji ber ku ew mêrxas bûn, wan di nav binemala bavê xwe de serwerî dikir.

7 Kurên Şemaya: Otnî, Refaêl, Ovêd û Êlzavad. Mirovan Semaya; Êlîhû û Şemaxya jî mêrxas bûn.

8 Tevahiya wan ji ziriyeta Ovêd-Edom bûn. Tevî kur û birayan, hemû mêrxas ji xizmetê re amade bûn. Ji ziriyeta Ovêd-Edom şêst û du kes.

9 Kur û birayên Meşelemya: Hijdeh kesên mêrxas bûn.

10 Kurên Hosayê Mêrarî: Yê serek Şîmrî –çimkî tevî ku ne kurê pêşî jî bû, bavê wî ew kiribû serek–

11 kurê diduyan Hîlqiya, kurê sisêyan Tevalya û kurê çaran Zekeriya. Tevahiya kur û birayên Hosa sêzdeh kes bûn.

12 Kesên li ser beşên dergevanan û serekên wan ev bûn ku li Mala Xudan wekî Lewiyiyên birayên xwe xizmet dikirin.

13 Wan ji bo her dergeh, li gorî binemalan, çi biçûk çi mezin, pişk avêt.

14 Di pişkê de, Dergehê Rojhilat ji Şelemya re derket. Paşê ji bo Zekeriyayê kurê wî pişk hat avêtin ku şêwirmendê serwext e. Jê re deriyê bakur derket.

15 Dergehê Başûr ji Ovêd-Edom re, ji kurên wî re jî embar derket.

16 Dergehê Rojava û Dergehê Şallexetê yê li ser riya jor, ji Şuppîm û Hosa re derket.

17 Her roj, li rojhilatê Malê rojê şeş, li bakur çar, li başûr çar, li embaran dido bi dido,

18 li hewşa li pêşberî deriyê rojava dido û li ser rê jî çar Lêwiyî hebûn.

19 Beşên dergevanên ji Qoraxî û Mêrariyiyan pêk dihatin ev bûn.


Xezînedar û berpirsiyar

20 Ahiyayê ji Lêwiyiyan, li ser xezîneyên Mala Xwedê û xezîneyên diyariyên bexişandî bû.

21 Zarên Ladan, Gêrşoniyên ji ziriyeta Ladan û serekên binemalên Ladanê Gêrşonî, Yehiyêlî û kurên wî bûn.

22 Kurên Yehiyêlî Zêtam û Yoêlê birayê wî li ser xezîneyên Mala Xudan bûn.

23 Ji Emramiyan, Yîshariyan, Hevroniyan û Ûzziyêliyan peywir dan van kesan:

24 Şevûêlê kurê Gêrşomê kurê Mûsa ku berpirsê sereke yê xezîneyan bû.

25 Birayên wî: Rehavyayê kurê Êliyezer, Îşayayê kurê Rehavya, Yoramê kurê Îşaya, Zikriyê kurê Yoram û Şelomîtê kurê Zikrî.

26 Şelomît û birayên wî, li ser tevahiya xezîneyên pîroz bûn ku Dawidê Padîşah, serekên binemalan, sersed, serhezar û fermandarên artêşan ew xezîne bexişandibûn.

27 Wan beşek ji talanên ku di şeran de biribûn, ji bo temîrkirina Mala Xudan veqetandin.

28 Tevahiya diyariyên ku Samûêlê Zanyar, Şawûlê kurê Qîş, Avnêrê kurê Nêr, Yoavê kurê Serûya û diyariyên din jî di bin destê Şelomît û birayên wî de bûn.


Peywirên din ên Lêwiyiyan

29 Ji Yîshariyan: Kenanya û kurên wî, ji bo gelê Îsraêl, ji bilî karên perestgehê, wekî peywirdar û dadger hatin kifşkirin.

30 Ji Hevroniyan: Haşavya û birayên wî, hezar û heft sed mêrxas bûn. Ew ji bo gelê Îsraêl, li ser her karê Xudan û xizmeta padîşah ê li herêma rojavayê Çemê Şerîayê berpirsiyar bûn.

31 Yeriyayê ji Hevroniyan li gorî qeyda ziriyetê, serekê Hevroniyan bû. Di çilsaliya padîşahiya Dawid de, lêkolîna qeydan hate kirin û li Yazêra li Gîladê, di nav Hevroniyan de mêrxasên wêrek dîtin.

32 Ew û birayên wî, mêrxasên wêrek, serekên binemalan bûn. Ew du hezar û heft sed kes bûn. Dawidê Padîşah, ji bo her karê Xwedê, karê padîşah û rêveberiyê ew li ser Rûbênî, Gadî û ji nîveşîra Minaşşe kirin berpirsiyar.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ