Dîrok I, 25 - Kurmanji ÎncîlStranbêjên Perestgehê 1 Dawid û fermandaran hinek kurên Asaf, Hêman û Yedûtûn veqetandin ku xizmetê bikin. Wê bi çeng, tembûr û zîlan pêxemberî bikirana. Kesên ku wê xizmeta van karan bikirana ev bûn: 2 Ji kurên Asaf: Zakkûr, Ûsiv, Natanya û Aşarêla. Kurên Asaf di bin destê Asaf de bûn ku bi fermana padîşah pêxemberî dikir. 3 Ji Yedûtûn, kurên Yedûtûn: Gedalya, Serî, Îşaya, Şîmî, Haşavya û Mattîtya. Di bin berpirsiyariya bavê xwe Yedûtûnê ku tevî çengê pêxemberî, şikirdarî û pesindana Xudan dikir. Ew şeş kes bûn. 4 Ji Hêman, kurên Hêman: Bûqiya, Mattanya, Ûzziyêl, Şevûêl, Yerîmot, Hananya, Hananî, Êliyata, Gîddaltî, Romamtî-Êzer, Yoşbeqaşa, Mallotî, Hotîr û Mahaziyot. 5 Ev kurên Hêmanê zanyarê padîşah bûn. Li gorî gotina Xwedê, ji bo ku pişta wî xurt bikin, ev kur jê re hatibûn dayîn. Xwedê çardeh kur û sê keç dan Hêman. 6 Tevahiya wan di bin rêveberiya bavê xwe de, ji bo xizmeta Mala Xwedê, li Mala Xudan bi zîl, çeng û tembûran lavij digotin. Asaf, Yedûtûn û Hêman di bin emrê padîşah de bûn. 7 Hejmara Lêwiyiyên ku ji bo Xudan lavijan bêjin hatin perwerdekirin û bûn hoste, du sed û heştê û heşt kes bû. 8 Tevahiya wan, mezin û biçûk, mamoste û şagirt, ji bo parvekirina peywiran pişk avêtin. 9 Pişka pêşî li Ûsivê ziriyeta Asaf, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. Ya diduyan li Gedalya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 10 Ya sisêyan li Zakkûr, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 11 Ya çaran li Yîsrî, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 12 Ya pêncan li Natanya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 13 Ya şeşan li Bûqiya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 14 Ya heftan li Yesarêla, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 15 Ya heştan li Îşaya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 16 Ya nehan li Mattanya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 17 Ya dehan li Şîmî, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 18 Ya yanzdehan li Ezarêl, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 19 Ya duwanzdehan li Haşavya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 20 Ya sêzdehan li Şûvayêl, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 21 Ya çardehan li Mattîtya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 22 Ya panzdehan li Yerêmot, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 23 Ya şanzdehan li Hananya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 24 Ya hivdehan li Yoşbeqaşa, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 25 Ya hijdehan li Hananî, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 26 Ya nozdehan li Mallotî, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 27 Ya bîstan li Êliyata, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 28 Ya bîst û yekan li Hotîr, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 29 Ya bîst û diduyan li Gîddaltî, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 30 Ya bîst û sisêyan li Mahaziyot, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. 31 Ya bîst û çaran jî li Romamtî-Êzer, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey