Dîrok I, 24 - Kurmanji ÎncîlPeywira kahinan 1 Beşên kurên Harûn wiha bûn: Kurên Harûn: Nadav, Avîhû, Êlezar û Îtamar. 2 Lê Nadav û Avîhû beriya bavê xwe mirin û kurên wan tunebûn. Ji ber vê yekê tenê Êlezar û Îtamar bûn kahin. 3 Dawid û Sadoqê ji ziriyeta Êlezar û Ahîmelekê kurê Îtamar, Harûniyan li gorî karên ku dikin beş bi beş veqetandin. 4 Ji nav kurên Îtamar zêdetir, di nav kurên Êlezar de mêrên bijare peyda bûn. Ew jî wisa hatin veqetandin: Ji kurên Êlezar, serekên binemalan şanzdeh kes. Ji kurên Îtamar, li gorî binemalan heşt kes. 5 Ji van û ji wan, bi vî awayî bi riya pişkê ji hev veqetiyan. Çimkî hem ji kurên Êlezar, hem jî, ji kurên Îtamar serekên ji deverên pîroz û xizmeta Xwedê berpirsiyar hebûn. 6 Şemayayê Nivîsende kurê Natanêlê Lêwiyî, wan li ber çavên padîşah û peywirdarên wî, Sadoqê Kahin, Ahîmelekê kurê Aviyatar, serekên malbatên kahin û Lêwiyiyan, bi pişk ew nivîsandin. Yek ji malbata Êlezar, yek jî, ji malbata Îtamar bi riya pişkê diyar bûn. 7 Pişka pêşî li Yehoyarîv ket. Ya diduyan li Yedaya, 8 ya sisêyan li Harîm, ya çaran li Seorîm, 9 ya pêncan li Malkiya, ya şeşan li Miyamîn, 10 ya heftan li Haqqos, ya heştan li Aviya, 11 ya nehan li Yêşû, ya dehan li Şexanya, 12 ya yanzdehan li Êlyaşîv, ya duwanzdehan li Yaqîm, 13 ya sêzdehan li Hûppa, ya çardehan li Yeşevav, 14 ya panzdehan li Bîlga, ya şanzdehan li Îmmêr, 15 ya hivdehan li Hêzîr, ya hijdehan li Happîssês, 16 ya nozdehan li Petahya, ya bîstan li Yehezqêl, 17 ya bîst û yekan li Yaxîn, ya bîst û diduyan li Gamûl, 18 ya bîst û sisêyan li Delaya û ya bîst û çaran li Maezya ket. 19 Çawa ku Xwedayê Îsraêl Xudan lê emir kiribû, li gorî rêbazên ku Harûnê bavkalê wan bi destê xwe daye wan, dora çûna xizmeta Mala Xudan wiha bû: 20 Lêwiyiyên din ev in: Ji Emramiyan, Şûvayêl û ji Şûvayêliyan Yehdeya. 21 Ji Rehavyayiyan Yîşşiyayê serek. 22 Ji Yîshariyan Şelomot û ji Şelomotiyan Yahat. 23 Kurên Hevron: Yeriyayê kurê pêşî, Amaryayê kurê diduyan, Yahaziyêlê kurê sisêyan û kurê çaran Yeqamam. 24 Kurên Ûzziyêl: Mîxa û ji Mîxayiyan, Şamîr. 25 Yîşşiyayê birayê Mîxa û Zekeriyayê kurê Yîşşiya. 26 Kurên Mêrarî: Mahlî, Mûşî û Yaeziya. 27 Kurên Yaeziyayê neviyê Mêrarî: Şoham, Zakkûr û Îvrî. 28 Ji Mahlî: Êlezarê ku kurê wî tunebû. 29 Ji Qîş: Yerahmeyêlê kurê Qîş. 30 Kurên Mûşî: Mahlî, Eder û Yerîmot. Li gorî binemalan, Lêwiyî wisa bûn. 31 Wekî birayên xwe Harûniyan, wan jî li ber Dawidê Padîşah, Sadoq, Ahîmelek, kahin û serekên binemalên Lêwî pişk avêt. Serekên malbatan û birayên wan ên serekên binemalan jî pişk avêt. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey