Dîrok I, 20 - Kurmanji ÎncîlBajarê Rabbayê tê bidestxistin ( Samûêl II, 11:1 ; 12:26-31 ) 1 Di biharê de, gava padîşah diçin seferê, Yoav artêş derxist seferê. Dema Yoav welatê Emmoniyan helak kir û bajarê Rabbayê dorpêç kir, Dawid li Orşelîmê dima. Yoav êrîşî Rabbayê kir û hilweşand. 2 Dawid taca Padîşahê Emmoniyan ji serê wî hilda. Wî dît ku tac bi kevirên hêja hatibû nexşkirin û giraniya wê bi qasî telantek zêr bû. Wan ew tac da serê Dawid. Dawid ji bajêr gelek talan bir. 3 Gelê ku li wê derê dijiya, ji malên wan derxist, ew di karên ku bi birek, tevrê hesinî û bivir dihatin kirin de da xebitandin. Dawid ev yek li hemû bajarên Emmoniyan pêk anî. Paşê bi artêşa xwe re vegeriya Orşelîmê. Şerên li dijî Filîstiyan ( Samûêl II, 21:15-22 ) 4 Piştî demekê bi Filîstiyan re li Gezerê şer derket. Di wî şerî de Sîbbexayê Huşayî, Sîppayê ji ziriyeta Refa kuşt. Filîstî têk çûn. 5 Di navbera gelê Îsraêl û Filîstiyan de dîsa şer derket. Êlhananê kurê Yayîr, Lahmiyê birayê Golyatê Gatî kuşt ku destiyê rima wî wekî darê tevnê bû. 6 Li Gatê careke din şer derket. Li wir zilamekî bejinbilind hebû ku dest û lingên wî şeştilî bûn. Bi giştî bîst û çar tiliyên wî hebûn. Ew jî, ji ziriyeta Refa bû. 7 Gava zilam tinazê xwe bi gelê Îsraêl kir, Yonatanê kurê Şîmayê birayê Dawid ew kuşt. 8 Ew ji ziriyeta Refa bûn û li Gatê diman. Ew bi destê Dawid û zilamên wî hatin kuştin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey