Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Dîrok I, 11 - Kurmanji Încîl


Dawidê Pêxember dibe padîşahê gelê Îsraêl
( Samûêl II, 5:1-10 )

1 Tevahiya gelê Îsraêl li Hevronê li ba Dawid civiya û jê re got: “Em xwîn û goştê te ne.

2 Dema Şawûl padîşah bû, tu fermandarê gelê Îsraêl bûyî. Xwedayê te Xudan ji te re got: ‘Tê bibî şivanê gelê min Îsraêl. Tê li ser gelê min Îsraêl bibî serwer.’”

3 Hemû rîspiyên gelê Îsraêl li Hevronê hatin ba Dawid û wî li wir li ber Xudan bi wan re peymanek çêkir. Li gorî gotina Xudan ku bi riya Samûêl da, wan Dawid wekî Padîşahê gelê Îsraêl kifş kir.

4 Dawid bi tevahiya gelê Îsraêl re çû Orşelîmê ku navê din Yevûs e. Gava hatin dera şêniyên Yevûsê bû,

5 wan ji Dawid re got: “Tê nekevî vê derê!” Lê Dawid asêgeha Siyonê bi dest xist. Paşê navê wê bû Bajarê Dawid.

6 Dawid got: “Kesê pêşî êrîşî Yevûsiyan bike, wê bibe serek û fermandar.” Yoavê kurê Serûya pêşî çû û bi vî awayî bû serek.

7 Dawid li asêgehê rûnişt. Ji ber vê yekê “Bajarê Dawid” jê re tê gotin.

8 Wî ji Mîlloyê heta sûrên dorhêlê, çermedorê bajêr ava kir. Yoav aliyê din ê bajêr nû kir.

9 Her ku diçû hêza Dawid mezintir dibû. Xudanê Karîndar pê re bû.


Mêrxasên Dawidê Padîşah
( Samûêl II, 23:8-39 )

10 Li ser gotina Xudan ku wî da gelê Îsraêl, serekên mêrxasên Dawid bi gelê Îsraêl re ew kir padîşah û piştgiriya wî kir.

11 Mêrxasên Dawid ev bûn: Serekê Sê Mêrxasan, Yaşovamê Haxmonî. Wî rima xwe li dijî sê sed kesan rakir û di êrîşekê de ew kuştin.

12 Paşê, Êlezarê kurê Dodoyê Ahohî ku ji sê mêrxasan yek e.

13 Gava Filîstî li Pas-Dammîmê ji bo şer kom bûbûn, Êlezar li ba Dawid bû. Li wir zeviya ceh hebû. Di wê navberê de gelê Îsraêl ji ber wan reviyabûn,

14 lê Êlezar û Dawid li nava zeviyê sekinîn. Wan ew der parastibû û Filîstî kuştibûn. Xudan bi serfiraziyeke mezin ew rizgar kirin.

15 Ji Sî Serekan sê kes çûn ba Dawidê ku li zinarê Şikefta Edûllamê dima. Artêşa Filîstiyan li Deşta Refayîmê artêşgeh danîbû.

16 Di wê navê de Dawid li asêgehê, yekîneya din a Filîstiyan jî li Bêtlehemê bûn.

17 Dawid bi hêvî got: “Xwezî yekî ji bîra li ber dergehê Bêtlehemê av ji min re bianiya!”

18 Ev her Sê Mêrxas, ji nava artêşgeha Filîstiyan derbas bûn û ji bîra li ber dergehê Bêtlehemê av kişandin û ji Dawid re anîn. Lê Dawid nexwest vexwe. Wî av rijand û pêşkêşî Xudan kir

19 û got: “Ya Xwedayê min, kirina vê yekê bila ji min dûr be. Ma ez xwîna van kesan vexwim?! Wan canên xwe xistin xeterê ku wan bînin.” Ji ber vê yekê nexwest avê vexwe. Mêrxasiya hersêyan bi vî awayî bû.

20 Avîşayê birayê Yoav serekê Sê Mêrxasên din bû. Rima xwe bilind kir û sê sed kes kuştin. Ji ber vê yekê bi qasî her Sê Mêrxasan nav da.

21 Ew pêşengê her Sê Mêrxasan bû û di nav wan de kesê herî navdar bû. Lê yek ji Sê Mêrxasan nehat hesibandin.

22 Benayayê Qavseyêliyê kurê Yehoyada şervanekî wêrek bû. Karên mezin pêk anî. Du Moaviyên dilşêr kuştin. Herwiha di rojeke berfê de daket çalekê û li wir şêrekî kuşt.

23 Wî li Misriyekî bejinbilind kuşt ku bi qasî pênc gazî bû. Di destê kesê Misrî de, rimeke bi qasî şivê berikçêkeran hebû. Benaya bi darekî êrîşî wî kir. Rim ji destê wî derxist û pê kuşt.

24 Tiştên ku Benayayê kurê Yehoyada kiribûn ev bûn. Bi vê riyê, ew jî bi qasî her sê mêrxasan navdar bû.

25 Benaya her çiqas di nav Sî Serekan de yê herî navdar jî bû, lê ew ji Sê Mêrxasan nehat hesibandin. Dawid ew kir fermandarê parêzvanên xwe.

26 Mêrxasên din ev bûn: Esahêlê birayê Yoav, Êlhananê kurê Dodoyê Bêtlehemî,

27 Şammotê Harorî, Helesê Pelonî,

28 Îrayê kurê Îqqêşê Teqoayî, Aviyezerê Enatotî,

29 Sîbbexayê Huşayî, Îlayê Ahohî,

30 Mahrayê Netofayî, Hêledê kurê Baenayê Netofayî,

31 Îttayê kurê Rîvayê ji Gîvaya Binyamîniyan, Benayayê Pîretonî,

32 Hûrayê ji geliyên Gaeşê, Aviyêlê Ervayî,

33 Ezmawetê Baharûmî, Êlyahbayê Şaelbonî,

34 kurên Haşêmê Gîzonî, Yonatanê kurê Şagêyê Hararî,

35 Ahiyamê kurê Saxarê Hararî, Êlîfalê kurê Ûr,

36 Hêferê Mexêrayî, Ahiyayê Pelonî,

37 Hesroyê Karmelî, Naerayê kurê Ezbay,

38 Yoêlê birayê Natan, Mîvharê kurê Hagrî,

39 Seleqê Emmonî, Nahrayê Beêrotiyê çekdarê Yoavê kurê Serûya,

40 Îrayê Yattîrî, Garêvê Yattîrî,

41 Ûriyayê Hîtîtî, Zavadê kurê Ahlay,

42 Edînayê kurê Şîzayê Rûbênî, serekekî Rûbêniyan û sî kesên pê re,

43 Hananê kurê Maexa, Yoşafatê Mîtanî,

44 Ûzziyayê Eşterayî, Yeiyêl û Şamayê kurên Hotamê Eroêrî,

45 Yedyeyêlê kurê Şîmrî, birayê wî Yohayê Tîsî,

46 Êliyêlê Mahawî, Yerîvay û Yoşawyayê kurên Êlnaem, Yîtmayê Moavî,

47 Êliyêl, Ovêd û Yaesiyêlê Mesovayî.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ