Destpêk 47 - Kurmanji Încîl1 Ûsiv çû û ji Firewn re got: “Bav û birayên min, tevî pez û dewarên xwe û her tiştê xwe ve ji welatê Kenanê hatin û niha li herêma Goşenê ne.” 2 Wî ji nav birayên xwe pênc kes hilda û birin dîwana Firewn. 3 Firewn ji birayên Ûsiv pirsî: “Hûn çi karî dikin?” Ji Firewn re got: “Em xulamên te ji bav û kalan ve şivan in. 4 Em hatin ku li vî welatî bi xerîbî bimînin. Çimkî li welatê Kenanê xelayeke giran heye û ji bo pezê me çêre tuneye. Niha, ji kerema xwe destûrê bide van xulamên xwe ku em li herêma Goşenê bi cih bibin.” 5 Firewn ji Ûsiv re got: “Bav û birayên te hatin ba te. 6 Diyarê Misrê li ber te ye. Bav û birayên xwe li dera herî baş a welêt bi cih bike. Bila li herêma Goşenê rûnin. Heke di nav wan de yên jêhatî hebin, wan li ser pez û dewarê min bike serkar.” 7 Piştre Ûsiv bavê xwe Aqûb anî û derxist dîwana Firewn. Aqûb Firewn pîroz kir. 8 Firewn jê pirsî û got: “Tu çend salî yî?” 9 Aqûb ji Firewn re got: “Salên min ên xerîbiyê sed û sî ne. Salên min zû û zor derbas bûn. Bi qasî salên bav û kalên min ên xerîbiyê dom nekir.” 10 Aqûb Firewn pîroz kir û ji dîwana wî derket. 11 Ûsiv bav û birayên xwe li welatê Misrê bi cih kirin û çawa ku Firewn emir kiribû, li dera herî baş a welêt, li herêma Ramsêsê milk da wan. 12 Ûsiv li gorî hejmara wan, bavê xwe, birayên xwe û hemû malbata bavê xwe xweyî kirin. Kirinên Ûsivê Pêxember li ser xelayê 13 Xela wisa giran bû ku li tevahiya welêt nan nema. Diyarên Misir û Kenanê ji ber xelayê şikestibûn. 14 Ûsiv hemû pereyê ku li diyarên Misrê û Kenanê hebû, bi firotina genim civand û bir qesra Firewn. 15 Çaxê pereyê xelkên welatên Misir û Kenanê qediya, hemû Misrî hatin ba Ûsiv. Wan jê re got: “Nan bide me. Ma em li ber çavê te bimirin? Pereyê me nema.” 16 Ûsiv ji wan re got: “Heke pereyê we nemaye, pezê xwe bînin. Ezê di ber pezê we de genim bidim we.” 17 Bi vî awayî wan heywanên xwe ji Ûsiv re anîn. Ûsiv beramberî hesp, pez, dewar û kerên wan, xwarin da wan. Wî, wê salê di ber hemû heywanên wan de nan da wan. 18 Piştî ku ew sal derbas bû, sala diduyan dîsa hatin ba Ûsiv. Wan got: “Em nikarin ji xweyê xwe veşêrin ku pereyê me nemaye û heywanên me jî bûne yên te. Canê me û zeviyên me ne tê de, tiştekî ku em bidin xweyê xwe nemaye. 19 Ma em li ber çavê te bimirin? Çima axa me bibe çol? Me û zeviyên me di ber xwarinê de bikire. Em bibin koleyên Firewn û zeviyên me jî bibin ên wî. Tov bide me ku em bijîn û nemirin. Zevî nebin çol.” 20 Bi vî awayî Ûsiv hemû axa Misrê ji bo Firewn kirî. Hemû Misriyan zeviyên xwe firotin. Çimkî xela ji bo wan pir giran bû. Ax bû ya Firewn. 21 Ûsiv ji serekî Misrê heta serê din, tevahiya gelê Misrê kir kole. 22 Wî tenê erdê kahinan nekirî. Çimkî wan bi pergal ji Firewn tayîn distand û ji tayîna ku Firewn dida wan, têra xwarina wan dikir. Ji ber vê yekê wan axa xwe nefirotin. 23 Ûsiv ji gel re got: “Niha îro min hûn û axa we jî, ji Firewn re kirî. Va ye ji we re tov, axê bajon! 24 Çaxê hûn dexlê xwe kom bikin, ji pêncan yekî bidin Firewn. Lê ji pêncan çarên din jî, ji bo tovê zeviyan û ji bo xwarina xwe, maliyên xwe û zarokên xwe hilînin.” 25 Wan got: “Te canê me rizgar kir. Heke dilê xweyê me bi me xweş be, emê bibin koleyên Firewn.” 26 Ûsiv ev yek li Misrê kir qanûn. Heta îro jî, ji pêncan yek ya Firewn e. Tenê axa kahinan nebû ya Firewn. Rojên dawî yên Aqûbê Pêxember 27 Îsraêl li welatê Misrê, li herêma Goşenê bi cih bû. Ew li wê derê bûn xweyî milk, berdar bûn û gelek zêde bûn. 28 Aqûb li welatê Misrê hivdeh sal ma. Emrê wî sed û çil û heft sal bû. 29 Çaxê rojên mirina wî nêzîk bûn, wî gazî kurê xwe Ûsiv kir û jê re got: “Heke dilê te bi min xweş be, destê xwe deyne ser ranê min û soz bide ku tê qencî û dilsoziyê nîşanî min bidî. Min li Misrê veneşêre. 30 Kengê ez gihîştim bav û kalên xwe, min ji Misrê derîne û li ba wan veşêre.” Ûsiv got: “Ezê wekî gotina te bikim.” 31 Îsraêl got: “De ka sond bixwe.” Ûsiv sond xwar. Îsraêl xwe tewand û li ser nivînên xwe perizî Xwedê. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey