Destpêk 44 - Kurmanji ÎncîlTasa zîvîn 1 Ûsiv li keyayê mala xwe emir kir û got: “Barên van mirovan bi qasî ku ew bikarin hilgirin bi qût dagire û pereyê her yekî ji wan deyne ser devê tûrikê wî. 2 Tasa min, tasa zîvîn, bixe tûrikê kesê herî biçûk û pereyê genimê wî jî deyne wir.” Keya bi gotina Ûsiv kir. 3 Serê sibê zû, zilam li kerê xwe siwar bûn û dane rê. 4 Hê ew ji bajêr dûr neketibûn Ûsiv ji keyayê xwe re got: “Rabe, bide pey wan û çaxê tu gihîştî wan, ji wan re bêje: ‘We çima ji ber qenciyê xerabî kir? 5 Ma ev ne tasa malxweyê min e ku pê vedixwe û pê li falê dinêre? Ev tiştê we kir xerab e.’” 6 Çaxê keya gihîşt wan, wî ev gotin ji wan re got. 7 Lê wan jê re got: “Ezbenî tu çima wiha dibêjî? Xwedê neke! Xulamên te tiştên wiha nakin. 8 Tu jî zanî me pereyên ku di barên xwe de dîtin, ji welatê Kenanê anî û li te vegerandin. Çawa emê ji mala xweyê te zêr an zîvan bidizin? 9 Tas bi kê re bê dîtin, bila bê kuştin û yên mayî jî bila bibin koleyên xweyê min.” 10 Keya got: “Baş e, we çawa got bila wisa be! Tas bi kê re bê dîtin, bila bibe koleyê min û yên mayîn bêsûc bên dîtin.” 11 Hemûyan bi lez tûrikên xwe danîn erdê û vekirin. 12 Keya ji yê mezin destpê kir û heta yê biçûk li tûrikên hemûyan geriya. Tas di tûrikê Binyamîn de derket. 13 Li ser vê yekê birayên wî cilên xwe çirandin, paşê her yekî kerê xwe bar kir û dîsa vegeriyan bajêr. 14 Çaxê Cihûda û birayên wî hatin mala Ûsiv, ew hê li malê bû. Xwe avêtin ber lingên wî. 15 Ûsiv ji wan re got: “Ev çi ye ku we kiriye? Ma we nizanibû ku kesekî wekî min dikare tiştan bi falê bibîne?” 16 Cihûda got: “Ezbenî ka em çi bibêjin? Em çawa dikarin xwe bêsûc derxin? Xwedê sûcê xulamên te derxist. Niha em koleyên xweyê xwe ne. Em û yê ku tas pê re hat dîtin.” 17 Lê Ûsiv got: “Haşa! Bila dûrî min be! Tenê yê ku tas pê re hat dîtin, wê bibe koleyê min. Lê hûn bi xêr û silamet vegerin ba bavê xwe.” Cihûdayê Pêxember ji bo Binyamînê birayê xwe lava dike 18 Cihûda nêzîk bû û got: “Ezbenî lava dikim destûr bide ez gotinekê bêjim. Bila hêrsa te li ser xulamê te ranebe. Çimkî tu yekî wek Firewn î. 19 Xweyê me ji xulamê xwe pirs kiribû: ‘Ma bavê we û birayên we yên din hene?’ 20 Me jî, ji xweyê xwe re gotibû: ‘Bavê me yê kal û kurekî wî yê ciwan ê ku di kalîtiya wî de jê re çêbûye heye. Birayê wî mir û ew kurê diya xwe yê yekta ye. Bavê wî pir jê hez dike.’ 21 “Te ji xulamên xwe re got: ‘Wî ji min re bînin, ez dixwazim wî bi çavê xwe bibînim.’ 22 Me ji xweyê xwe re got: ‘Kurik nikare ji bavê xwe veqete. Heke ew jê veqete, wê bavê wî bimire.’ 23 Lê te ji me re, ji xulamên xwe re got: ‘Heta ku birayê we yê biçûk bi we re neyê, hûn careke din rûyê min nabînin.’ 24 “Çaxê em zivirîn ba xulamê te bavê xwe, me gotinên xweyê xwe jê re gotin. 25 Gava bavê me got: ‘Dîsa herin û hinek qûtê din ji me re bikirin,’ 26 me got: ‘Em nikarin herin. Lê heke birayê me yê biçûk bi me re bê, emê herin. Heta ku birayê me yê biçûk bi me re neyê, em nikarin rûyê zilam bibînin.’ 27 “Xulamê te, bavê me ji me re got: ‘Hûn dizanin ku jina min ji min re du kur anîn. 28 Yek ji ba min çû û min got: Bêguman ew hatiye perçekirin. Heta niha min ew nedîtiye. 29 Heke hûn vî jî, ji min bistînin û zirar bigihîje wî, hûnê porê min ê spî bi kul û keder berjêrî diyarê miriyan bikin.’ 30 “Niha, gava em vegerin ba bavê minê xulamê te û kurik ne bi me re be, bavê min ê ku dilê wî bi kurik ve ye, 31 bibîne kurik ne bi me re ye, wê bimire. Wî çaxî ezê bavê me, bi porê wî yê spî, bi kul û keder berjêrî diyarê miriyan bikim. 32 Ezxulam! Ez ji kurik re bûm kefîl û min ji bavê xwe re got: ‘Heke ez wî ji te re neyînim, heta ku ez hebim ezê xwe li dijî te sûcdar bihesibînim.’ 33 “Ez ji te lava dikim ezxulam, bihêle ku ez di cihê kurik de li vir bimînim û ji xweyê xwe re bibim kole. Bila kurik bi birayên xwe re here. 34 Heke kurik ne bi min re be, ezê çawa vegerim ba bavê xwe? Ez nikarim vê xerabiyê li bavê xwe bikim û bi çavê serê xwe bibînim.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey